Sîrac Kirici

Sîrac Kirici

Hemû nivîsên nivîskar >

Tarîxek tê nivîsandin...

A+A-

Bi  sekna xwe, bi helwesta xwe, bi şahadeta xwe tarixek tê nivisandin.

Aktorên siyasetê, bi qehremaniyek mezin imza xwe davêjin bin vê nivisandinê.

Yekcarna seknek, helewestek, şahadetek dibe çiruskek hişmendiya neteweyî.

Ev ji deriyên imkanan derdixine holê...Ji van deriyan kesayet, dezgeh û temsildarên civatê  bi reheti karin têkevin hundur û bingeha çiruskek vejandinê ava bikin...Hin bûyer di pêvajoya xetimandinê û bêçaretiyê de dibin çare...Li nasnama mirovan ya olî û dezgehan mêze nake, ya heri gring rola  ”tabû”şikestinê dilize.

Li Kurdistanê, guherandinên ku ewê qedera me tayin bikin diqewimin.

Buyerek dibe sedem ku herkes xwe li dor wê kom bike...Ev kom bûyin rêya hişmendiya neteweyî xurtir dike...

Ev yeka kare şer û êrişekî li hemberî neyarên Kurdistanê be.

Ev kare  şahadeta ”Komitanek xwebexş” be.

Erê..Ez ê iro behsa şîn, şahadet û qahremaniya Dr.Seîd Çurukkaya dikim.

Wexta ez ji Bielefeldê jibo şina wî bi rê ketim,telefona min lêket.. kek Mehmet tanriverdî bû ”kek Siraç ez û Mustafa li rê ne dicin şina Dr Seîd.”

Ez ji li rê me kek Mehmet, emê li wir hev bibinin. Bê ku haya me ji hev hebe me berê xwe da Bremenê.. Bi sedan, hezaran Kurdistanî berê xwe dabûn Bremenê. Ev refleksek Kurdistanî, hişmendiyek neteweyî bû, herkes li şehidê xwe xwedî derdiket.

Li ber deriyê salona şînê ev hişmendi û refleksa neteweyi bi her awayî dihat ditin.

Kek Ali Yalin, pêşwaziya me kir.Herkes xwediyê şinê bû. KDP, PAK, PSK, YEKITÎ, HAK-PAR, KDP-Bakur, rêhevalên wî yên berê, herkes li wir bûn.

Li her maseyek grubên ji 5-10 kesan pêk hatibûn behsa meziyet û qahremaniya Dr Seîd dikirin.

Irfan Kaya hat masa me.

”Xwarzê tu bi xêr hatî”.

Spas xalo,

Wek birayek Dr. Seîd tev digeriya.

Min jê pirsî: Tu cawa ye xalo?

“Ezê çawa bim, çuyina Dr Seid dest û piyê me şikand.

”Qehremanên xeyalên wî” şehit ketibû.Wek bi hezaran Kurdistanî ew ji pir xemgin bû.

Li qoziya salonê maseyek hatibû danin, suretê Dr Seîd bi mum û Ala Kurdistanê hatibû xemilandin.

Mesajek dida civatê. Ne hewceye hun hevûdin bi mohar xayintiyê sucdar bikin.Pratika, helwest û tekoşina we vê ferqê derdixine holê …Dimenên li wê salonê gelek mesajan dida. Şahedeta Dr Seîd gelek tiştan guherand.Tabuyên ku bi salane li Almanyayê serdest bû şikand.Şikandinek durî sucadari û mohra xayintiyê bû...

Buyerên civakî û neteweyî cirusek e…Bûyera şehadeta Dr Seîd, dişibe şahedeta Vedat Aydin, şahedeta Vedat Aydin li Kurdistanê ji ali erinî û neyinî gelek tiştan guherand…

Bi rêkirina Dr Seîd ji baş were organizekirin ewê gelek tiştan biguherine. Li salonê ev işareta hebû.Emareyên statuqo şikestin bi her awayi dihat ditin.Bi hêviya ku li Kurdistanê haziriyek baş were kirin, di oxirkirina wi de em bingehek muşterek ya statuqo şikestinê bibinin.

Dr. Seîd tevî karvanê pakrewanan bû..

Buyerek, helwestek, cirûskek qedera gel diguherine.

Dr. Seîd, xwediyê doza xwe bû.

“Xwediyê xeyalên” Kurdistana serbixwe bû…

Şîna wî ji li gor xeyalên wî pêk hat…

Bi hêviya ku merasima oxikirina wî ji li gor xeyalên wî be û bibe bingeha guherandin û yekitiyek neteweyî

Önceki ve Sonraki Yazılar