Talana Avzêmên Dersîmê destpêkir!

Talana Avzêmên Dersîmê destpêkir!

Li Bakurê Kurdistanê bajarê Dersîmê talankirina Avzêmên Munzurê ku ji alîyê Elewîyan Pîroz tên dîtin, destpêkir.

A+A-

Tê gotin projê ji alîyê Desteya Heremê ya Parastina Heyberên Çandî ya Erzorumê hatîye pejirandin.

Armanca projeyê “ji bo turîzmê” û “tunekirina qirêjîya dîmenan” hatîye dîyar kirin. Proje Xezîrana 2019an daye destpêkirin.

1-006.jpeg

Li gorîprojeyê wê hinek pir werin avakirin. Ji bo projeyê ti şewirandin ne ji gel re ne jî rêxistinên civakên sivîl hatîye kirin.

Ji xeynî pirê wê otopark jî werin çêkirin. Cîyê kampan, pêz serjêkirinê û seyranê jî wê werin çêkirin.

Tê gotin piştî xilaskirina projeyê wê têketina avzêman bi pere be.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin