Swêd bo endamtiya NATOyê: Eger pêvajo dirêj bibe dê gelek tişt biguherin

Swêd bo endamtiya NATOyê: Eger pêvajo dirêj bibe dê gelek tişt biguherin

.

A+A-

Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billström li ser erêkirina Tirkiyê ya endamtiya Fînladê bo NATO got, "Me xwest bi Fînlandê re bibin endamê NATO'yê. Dûrxistina Swêdê ji NATO'yê wê di demeke kurt de tiştekî neguherîne. Lê rastî ye ku ger ev pêvajo dirêj bibe dê gelek tişt biguhere. Dema ku Fînland di nav NATOyê de bêtir entegre bibe, Swêd dê li derve bimîne."

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku wan biryar daye ku pêvajoya pesendkirina protokola endamtiya Fînlandiyayê ya bo NATOyê li Parlamentoyê bidin destpêkirin û diyar kir ku Swêd sozên xwe bi cih neanîne û got “Terorîstan hembêz kirin. Me lîsteya 120 terorîstan da wan, me got `bidin me` nedan me gava ku nedin me nêzikbûna me ya erênî ne mimkun e. Heya ku em gavên neyînî yên li hemberî Tirkiyeyê di têkoşîna li dijî terorê de dibînin, ji ku derê dibe bila bibe em amade ne ku her helwestê nîşan bidin.”

Li ser vê yekê ji Swêdê der barê biryara Tirkiyeyê de daxuyaniyek hat. Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billström di civîneke çapemeniyê de got “Weke ku me pêşbînî kiribû Tirkiye ji bo erêkirina endametiya Fînlandiyayê ya NATOyê dest bi pêvajoyê kir. Ev pêşkeftinek e ku me nedixwest, lê em amade ne.

Billström diyar kir ku endamtiya Fînlandê bo NATO'yê ya beriya Swêdê wê di demeke kurt de zêde bandorê li wan neke û dibêje “Me xwest bi Fînlandê re bibin endamê NATOyê. Dûrxistina Swêdê ji NATOyê di demeke kurt de tiştekî naguherîne. Lê rastî ye ku ger ev pêvajo dirêj bibe dê gelek tişt biguhere. Dema ku Fînland di nav NATOyê de bêtir entegre bibe, Swêd dê li derve bimîne."

Billström da zanîn ku peymana Sê alî ya di navbera Swêd û Tirkiyeyê ya li ser endamtiya NATO’yê didome.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin