Stranbêjekî ku kêm tê nasîn; Reşîdê Baso

Stranbêjekî ku kêm tê nasîn; Reşîdê Baso

Reşîd di sala 2006’an de di hevpeyvînekê de ji Derwêşê Serhedî re gotibû kû ‘pêşîyên me ji Dûtaxa Agirîyê hatine Qersê, ji wê derê jî, ji ber zilm û zora Roma Reş a li ser gelên êzidî û ermen derbasî alî Sovyetê bûne.’

A+A-

 

Segvan Şingalî

Di sala 1926’an de li gundê Keleşbega li herêma tahlînê, li alî Ermenistanê, di malbateke êzidî de ji dayik bûye.

Reşîd di sala 2006’an de di hevpeyvînekê de ji Derwêşê Serhedî re gotibû kû ‘pêşîyên me ji Dûtaxa Agirîyê hatine Qersê, ji wê derê jî, ji ber zilm û zora Roma Reş a li ser gelên êzidî û ermen derbasî alî Sovyetê bûne.’

Gelên koçber ji wê zilm û zordestîyê bi tenê canê xwe xelas dikin. Hinek tên kuştin û hejmarek kêm jî derbasî Komarên Ermenistan û Gurcistanê dibin. Belê ew ji tevkûjîyeke dîrokî rizgar dibin. Di salên destpêka koçberîyê de êzidî jîyanek sext û dijwar dijîn. Ji ber ku ola wan êzidîyatî ye, qedera wan jî tev li bextê gelê ermen bûye. Reşîd di sala 1946’an de dizewice.

Ji ber hestên wî yên niştimanî, azadxwazî û kurdewarî, di dema desthilatdarîya Stalîn de Reşîd tê mişextkirin û şeş salan li  Sîbîryayê dimîne. Bi mirina Stalîn re şûnve vedigere Ermenistanê.

Piştî salên 60’î reşîd diçe Radyoya Rewanê û dengê xwe yê germ di serê çîyayê Agirî re derbasî welatê bav û kalan dike. Di radyoyê de Reşîd bi dengbêjên mîna Şeroyê Biro, Karapetê Xaço, Efoyê Esed, Dawidê Xelo, Memoyê Silo, Egîdê Têcir û dehên din xeml û rewşa civata dengbêjên kurd digîhînin asteke herî bilind. Di radyoyê de ew dibin nûnerên nasnameya muzîka kurdî ya resen. Stranên ku Reşîd û hevalên xwe di Radyoya Rewanê de digotin, nîşaneya xerîbî û xûrbetîyê bûn û bêhna welêt û axê jê dihat.

Ferqa Reşîdê Baso ji hinek dengbêjên din ew bû ku wî piranîya stranên gotîye bi xwe afirandine û  hin stranên wî jî hin hunermendên din gotine. Stranên mîna Felekê, Peyayo, Delal Ha Delal û hwd. Hunermendên mîna Şemdîn û Dilovanê kurê wî di berhemên xwe de stranên Reşîd gotine. Bila neyê jibîrkirin ku her dengbêjekî ji nav me koç dike arşîveke dewlemend jî bi xwe re dibe nav axa sar û ew kanîya stran û zanînê bi wan re dimiçiqe.

Hewce ye ku dema dengbêj hêj saxin arşîvên wan bên çekirin  û stran û zanînên wan bên tomarkirin. Li ser wan berhem bên nivîsandin û çêkirin.

Her wiha Reşîd di jîyana xwe de gelek belengazî û feqîrî dîtine û ji bo debara malbata xwe 43 salan di kargehan de xebatîye. Di sala 2003’yan de ji bo çareserîya nexweşîyê diçe Ewropayê. Heta mirina xwe li wir dimîne.

Belê, hezar heyf dengbêjê nemir û kanîya stranên kurdî ya mezin û resen di 12’ê nîsana 2006’an de li Astanbroka Almanyayê koça dawî kir.

Xwebûn

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin