Fesla Yusuf a parlementer li Hasekiyê Îlham Ahmed û Amîne Osê qebûl kir

Fesla Yusuf a parlementer li Hasekiyê Îlham Ahmed û Amîne Osê qebûl kir

.

A+A-

Parlementera Kurd ya parlementoya Sûriyê ya ji ENKSê Fesla Yusuf li bajarê Hasekiyê ji bo hevdîtinê, berpirsa karên derve ya rêvebiriya xweser Îlham Ahmed û cîgira hevserok Amîne Osê qebûl kir.

Seredana Îlham Ahmed û Amîne Osê bi sedema ku Fesla Yusuf bi parlementerî hat bijartin, ji bo wê pîroz bikin hat kirin û ev jî jibo diyalogê karekî wekî baş hat binavkirin.

Di hevdîtinê de li ser meseleyên rojane axifîn û li ser girîngiya temsîla jinan ya di parlementoya Şamê de û di çareseriya pirsgirêkan de behsa girîngiya rola jinan kirin.

 

 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin