Stefan Lofven dubare wek Serokwezîrê Swêdê hat hilbijartin

Stefan Lofven dubare wek Serokwezîrê Swêdê hat hilbijartin

.

A+A-

Parlamentoya Swêdê bi dengê 176 parlamenteran careke din Stefan Lofven weke serokwezîrê welat hilbijart.

Stefan Lofvn ê 63 salî ku serokê Partiya Sosyal Demorkat e, meha bihorî li ser wê yekê ku xwediyên apartmanan û xaniyan azad kirin ku bi kêfa xwe kirê li ser milkê xwe deynin, parlamentoya Swêdê bawerî jê standibû.

Lê ji ber ku ti kes nebû cihê wî bigire, careke din ji bo pêkanîna kabîneya hikûmetê hat erkdarkirin.

Roja Çarşemiya bihorî, bi sedema nebûna berbijêrekî din, Serokê Parlementoya Swêdê biryar da, carek din Stefan Lofven ji bo pêkanîna hikûmeta nû bê erkdarkirin

Andreas Noren, Serokê Parlementoya Swêdê derbarê vê yekê de gotibû: “Niyaza Lofven ew e ku hikûmetekê ji Partiya Sosyal Demokrat û Partiya Kesk pêk bîne. Eger dengê pêwîst bidest bîne, êdî roja Înê lîsta endamên kabîneya xwe li ber parlementoyê datîne.”

Duh Çarşemiyê 7ê Tîrmehê, parlamentoya Swêdê deng li ser erkdarkirina Stefan Lofven da û 176 parlamenteran dengê Erê dan û 173 parlamenteran jî li dijî Lofven dengê Na bikar anîn.

Li gor qanûna Swêdê, serokwezîrê erkdarî ji bo ku bikaribe hikûmeteke nû pêk bîne, pêwîst e ji tevaya 349 endamên parlementoyê, dengên 175 parlamenteran misoger bike.

Partiya Sosyal Demokrat ku partiya Lofven e, 100 kursiyên wê li parlementoyê hene.

Partiya Kesk jî, bi 16 kursiyan piştgiriya wî dike.

Herwia Partiya Çep û Partiya Senter, ku bi herduyan 58 kursî hene, biryar dabûn li dijî Lofven deng nedin.

Lofvnê 63 salî ku ji sala 2014an ve di posta Serokayetiya Encûmena Wezîrên Swêdê de bû, berî dubare hilbijartina xwe wek serokwezîr di daxuyaniyekê de gotibû, ew geşbîn e ku bikaribe dûbare vî erkî werbigire.

Stefan Lofven gotibû: “Min biryara raspartina xwe pesend kir, ji bo ku bibim serokwezîrê hikûmeteke nû, bi piştgiriya Partiya Sosyal Demokrat û Partiya Kesk.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin