Sîrac Kirici

Sîrac Kirici

Hemû nivîsên nivîskar >

Sîyaset û xeyalên xortanîyê

A+A-

Vê carê em li Fransayê bûn.

Fransa welatekî pir xweş e!

Ji xortaniya xwe ve ye wêneyek Fransayê di serê min de heye.

Min Fransayê û bi tayîbetî jî Parisê pir meraq dikir.

Sedema vê meraqê ji pirtukên ku min di girtîgehê de xwendibûn.

Teswîra avahîyên wan, zerafet û jiyana wan a di romanan de, pirtûkên li ser şoreşa 1789an û têkoşîna tarîxa Fransayê bala min pir dikişand.

Ev çend car in ez diçim Fransayê; lê tu firsedek min î ku ez bikaribim hisên xwe yên di derbarê vî welatî de binivîsînim çênebûbû.

Niha em li Parîsê ne!

Parîs bajarekî rengîn e.

Paytaxta navenda mafê mirovan û navnîşana demokrasîyê ye.

Sitargeha kes û neteweyên zilmdîtî û mexdûrên şer e.

Bi avahî û dîmenên xwe Fransa welatekî pir cuda ye.

Bajar, cî û warê wan ji teswîra romanan hîn bedewtir e.

Em li wir in.

Nîvê şevê "navigationa" me bê problem me anî ber derîyê navnişana ku emê kek Baran teslîmî wî bikin.

Me kek Baran, teslimî kek Şêrîn kir û em li mala kek Şêrîn li benda kek Hasan sekinîn.

Di nav pênç deqîqeyan de kek Şêrîn bi destê xwe ji me re qehweyek çêkir.

Li her derî qahwe bi dostan re xweş e lê li Parisê û bi tayibetî li mala kek Hasan û kek Şêrîn tema qahwê hîn xweştir e!

Kek Cemil, mêvanê kek Hasan bû lê kek Hasan nehişt ku wê şevê em bicin cîhê xwe.

Ji bo fitara êvarê ji me re xwarinên bîhn û teama Kurdistanê jê dihat hazir kiribûn.

Mixabin em pir dereng mabûn.

Di fitarê de nebû nasîb ku em wan xwarinên xweş bixun, di sahurê de bû para me.

Sibê zû em rabûn!

Me berê xwe da taxa Enustîtuya Kurdî ya Parîsê. Em ji ber avahiya ku sê siyasetmedarên kurd (Sakine Cansiz û hevalên wê.) hatibû qetilkirin derbasbûn.

Bi gotina kek Hasan, kesên ku Sakîne Cansiz û hevalên wî qetilkiribûn, pêştir li ser navê PKKyê "wî jî tehdit kiribûn."

Hasan dipeyivî.

Ez difikirîm...

Songulê xwest ku li ber wê avahîyê sûretekî bikişîne.

Ew û Nalîn xanê bi sûret kişandinê ve mijûl bûn...Ez vegeriyam bîranînên xwe yên Girtîgeha Amedê.

Belê, siyasetmedara sembola jinên bi rûmet… Tevî hevalên xwe bi destê kesên ku nêzi wê bûn bi awayekî xayinane hatin qetilkirin.

Ev çi zilm e.

Ev çi êş e...

Meha remezanê ye lê gotinek hat bîra min " çi xwedayek an hêzek xwezayî heye ku me ji ahmaqiya (zilma) insanan xelas bike"

Kes zilma ku ji aliyê çar dewletên misliman li Miletê Kurd dike nabîne.

Em li dergûşa demokrasiyê şahidî cihê rûreşi û hevkarîya zaliman dibin.

Bi xemgînî em ji wir veqetiyan û hêdî hêdî ber bi cihê civînê çûn.

Avahîyên bê hempa li ser riya me bû.

Li ser rêya me emrê her avahiyê zêdeyî sed salî bû.

Hevalên Fransayê hazirîyekê pir baş kiribûn.

Parîs pêşengîya mode û nûjenîyê dike.

Bi xemil, pêşkeşkirin û hazirîya xwe, Sekreteryaya Rexistina Piştgirên PAKê li Ewrûpayê pêşengîya civînek pir nûjen kir.

Ji bo endamên mecliîsê suprîzek hebû!

Serokê Gişti yê partiya me rêzdar Mustafa Özçelik jî di civînê de amade bû.

Civîn du rojan,18 û 19yê gulanê, dom kir.

Mazûbaniya hevalên Fransayê hêjayî teqdîrê bû.

Ji bo me şevek hazirkiribûn.

Heval, nas û dostên me hemû li wir bûn. Sohbet, axaftin û îkrama li wir mirovan sermest kir.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê Rêzdar Alî Dolemerî û heyeta xwe jî beşdarî şevê bûbûn.

Axaftina Serokê Giştî rêzdar Mustafa Özçelik û endamê Komîteya Rêvebir ya Rêxistina Piştgirên PAKê li Ewrûpayê rêzdar Hasan Aydin hêviyên me xurtir kirin.

Sabahat xanê (Sabahat Karaduman) rengek pir cuda da şevê. Ew jî ji bo me ji Londonê hatibû.

Îmza û nasandina pirtûka Îsa Tekin, " E TYP HİLTON" ji tirkî û pirtûka Hasenê Metê SİNFUL WORDS ya wergera wê kurdî ji bo Îngilîzî kiribû, bû sedema dilşadiyekê.

Xemgînî, evîn û trajediya girtiyên hepsa Diyarbekirê, êşa miletekî, êşa girtîyên kurd û jiyana wan bi îngilîzî hatibû wergerandin.

Wê şevê Sabahat xanê bi îmzakirina pirtûkên ku bexşî hevalên Fransa kiribû û ku wergera wan î Îngilizî ji aliyê wê ve hatibû kirin bû wek stranek ji wê strana lorandina malbatên ku zarokên xwe ji bo azadî û rizgarîya Kurdistanê wendakiribûn.

Bi weregera romana Swêdî, QUTÎ; ji bo zimanê kurdî û îmzakirina wan hêza jina kurd nîşan dida.

Şevek pir xweş bû!

PAK Fransa û kurdperwerên li wir bi harmonîya kultira me û nûjenîya Parîsê şevbihurkeke pir xweş amade kiribûn. Vê şevbihurkê hizûrek dida giyanê mirovan.

Talîya şevê kurdperwerekî Farqînî ku cara yekem min wî ditibû bi ereba xwe em birin Otêla ku em lê diman.

Ez, Songûl xan û hevalên din.

Talîya heftê bû, li derve rengîniya jiyanê bi her awayî kuçe û kolanên Parîsê dixemiland.

Hesretîya welatekî azad, demokrasî, aramîyê, mirovan cavnebar û hesûd dike.

Ez bi xeyala emê çawa bighêjin vê mustewayê ketim, bi hesûdî min li vî bajarî nihêrî.

Li gelek taxan me şopa bertek, barîqatên li hemberî berxwedan, xwepeşandana "yeleg zeran" didît. Mafê azadî û demokrasîya li vir li ser bingeha mafê mirovan dihat meşandin. Li kuçe û kolanên me "saltanata taxa tundî, çekan" hakim e.

Me civîneke berhemdar derbaskir.

Di derheqê partiya me de doza girtinê hatibû vekirin ji bo protestoya wê biryarê, me navek li xwe kir

"Kurdistan navê me ye, li navê xwe xwedî derkevin!"

Dema xatir xwestinê hat.

Piştî nîvro bû, hûrik hûrik baran dibarîya. Rêya me dûr bû ji ser sê welatan me berê xwe da Almanyayê.

Bi ditîna carek din Fransaya ku meraqa xortaniya min bû, pir kêfxweş bûm!

Rêwîtîyek, civînek û welatekî xweş bû. Bihna dar, gul û hêşînayîyan li wir xemla meha gulanê bûn,

Siyaset

Evîn

Welat û xeyalên xortanîyê.

Ez bi wan bextewar im.

Spas ji nas, dost û hevalên Fransayê re!

24.05.2019

 

Önceki ve Sonraki Yazılar