Siûdiye daxwaza agirbestê li Yemenê dike

Siûdiye daxwaza agirbestê li Yemenê dike

.

A+A-

 Hikûmeta Siûdiye ragihand, dest bi karkirina dawîanîna li şerê Yemenê kiriye û ji bo vê mebestê jî weke aliyekî serekî yê şer pêşniyara agirbestê û danistandinan ji bo Hûsiyan dike. Ew jî ji bo ku weke gava yekemîn bi serperiştiya NY agirbest li Yemenê bê ragihandin.

Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdiyê, Feysel Bin Ferhan di konferseke rojnamevanî de ragihand, welatê wî amade ye ji bo karkirin û danûstandina li gel Hûsiyan li Yemenê.

Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdiyê, Feysel Bin Ferhan got “Em destpêşxeriyeke nû ji bo bidawîanîna bi kirîza Yemenê û gihiştina çareseriyeke siyasî ya giştî radighînin ku agirbestê li seranserê welat li xwe digire û bi serperiştiya Neteweyên Yekgirtî, weke karekî hevbeş, dahat û gumrika hemû berhemên petrolî yê bendera Hudeybiye, wê bikeve nava hejmareke hevbeş ya bankî de li banka navendî ya Yemenê. Herweha balefirxaneya Senaa jî bê vekirin ji bo bikaribin geştê bo hejmarek wêstgehên navdewletî û herêmî bikin.

Em li gel civaka navdewletî, li gel hevbeşên û li gel hikûmeta yemenê jî kar dikin ji bo ku ev destpêşxerî bê cîbicîkirin. Hemû karekî jo bo xistina fişarê li ser Hosiyan dikin da ku qebûl bikin bêne ser maseya gotûbêjan û çekan deynin. Ji ber ku di baweriya me de rawestandina şer û çareseriya siyasî take rêya ber bi pêşve ye.”

Li ser vê yekê Neteweyên Yekgirtî (NY) pêşwaziya pêşniyara Erebistana Siûdiyê dike.

Rêkxistina Neteweyên Yekgirtî pêşwazî li destpêşxeriya Siûdiye ya ragihandina agirbestê û hewlên bidawîanîna şerê Yemenê dike.

Amaje bi wê yekê dide ku vekirina balefirxaneya Yemenê û Bendera Hudeyde jî gelekî girîng e.

Siûdiye destpêşxeriyek ji bo bidawîhatina şerê li Yemenê ragihand ku amade ye ji bo rakirina dorpêçan li ser bendera Hudeyde, rê jî ji bo geştên balefirxaneya Senaa ya paytexta wî welatî vedike li hember de jî Hûsî bi agirbestê razî bibin.

Siûdiye amadebûna xwe jî nîşan daye ku danûstandinan li gel Hûsiyan bike.

Herçend Hûsiyan ew pêşniyara Siûdiye red kiriye û daxwaza helgirtina dorpêçan bi awayekî pêşwext li ser navçeyên xwe kiriye, lê Neteweyên Yekgirtî pêşwazî li wê destpêşxeriya Siûdiyê kir.

Berdevkê serkreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî, Ferhan Heq ragihand “Ew pêşniyara Siûdiye alîkarîkirina hewlên NY ye, balyozê NY li Yemenê ji nêzîk ve kar li ser agirbedsteke giştalî dike. Ferhan Heq got jî, vekirina balafirxaneya Yemen û rakirina dorpêçan li ser bendera Hudeyde gavên baş in ji bo gihandina alîkariyên mirovî û destpêkirina proseya siyasî ji bo çareserkirina kirîza Yemenê.”

(Rûdaw)
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin