Maruf Yilmaz

Maruf Yilmaz

Lêkolîner û Doktoremend
Hemû nivîsên nivîskar >

SIRÊN HUNDIRÎN YÊN BERÊ Û EDEBIYATA KURDÎ

A+A-

Hevpeyvîna ku bi nivîskarên Kurd re çêbû, di 3ê meha îlonê ya sala 2000î de, di lokala Gulan Förening (Komeleya Gulanê) de pêk hat. Hevpeyvîn ji aliyê Kovara JÎNDAN û RADIO SERDEM (beşa bakur) ve hate amadekirin. Nivîskar û rojnamevanên ku beþdarê vê hevpeyvînê bûn ev in:

 

Mehmed Uzun (nivîskar/romannivîs), Reþo Zîlan (zimanzan), Lokman Polat (nivîskar), Salih Înce (Serokê (Weqfa Kulturî ya Kurdî), Zeynelabidin Zinar (nivîskar/weþanvan), Nasrat Hacî (Rojnamevan), Maruf Yilmaz (nivîskar/mamoste), Îbrahîm Zaxoyî (zimanzan), Hacî Karduxî (weşangerê Radioyê) û Meyrem ZÎLAN...

 

Ev hevpeyvîn ji alîyê Maruf YILMAZ ve hate îdarekirin. Wî di axaftina xwe ya vekirinê de, spasdariya xwe ji hemû beşdaran re û bi taybetî jî, ji bo hatina zimanzan Reöo ZÎLAN ku ji bajarê Uppsala´yê heta Stockholmê hatiye û dûre jî peyvên hurmet û xêrhatina dubare kir û rêzdariya xwe nîşan da. Hevpeyvîn di sewîyeke pir bilind de pêk hat. Di vê hevpeyvînê de, Birêz Reşo ZÎLAN qala Ekola Kurdên Sovyeta berê kir û got: " Ekola Sovyeta Berê ber bi mirinê ve diçe. Ekola Hawarê ya Mîr Celadet û alfabeya Erebî-Kurdî dimînin. Alfabeyên kurdî-Latînî û Erebî nabin problem û rê li ber pirsa yekitiya neteweyî jî nagırin. Di warê zarava, devok û alfabeyên kurdî de agahdarîyên cuda da me û herwisan jî qala sedemên cihêbûna zaravayan, rewşa civakî, siyasî û erdnasî bi hawayekî akademîk þirove kir. Dûre jî qala romanên kurdî kir, bi taybetî ser romanên Erebê Şemo rawestîye û girîngiya romanên hanî zimanî.

 

Dûre Lokman POLAT dest bi axaftinê kir û got: "Zimanê kurdî, zimanekî dewlemend e, bi vî zimanî berhemên modern û felsefî hatine nivîsandin û niha jî tên nivîsîn, nimûne: Mustafa Dûzgûn bi kurdî pirtûka felsefîyî nivîsand, Mehmed Uzun û gelek nivîskarên din romanên kurdî yên modern bi zimanekî zelal û herikbar nivîsin. Ne wekî Suleyman Demîrel dibêje;"zimanê kurdî, zimanê koçeran e, kes ji kesî fam nake, devok û zaravayên wî pir in, kurd ji hev fam nakin. Lê bi ya min hebûna devok û zaravayên kurdî dewlemendiya zimanê kurdî ye. Divê em vê dewlemendiyê biparêzin. Birêz Reşo ZÎLAN jî qala vê parastinê kir. Nivîskar û rewşenbîr wûcdanê miletê ne û divê milet jî, li wûcdanê xwe yanî li nivîskar û rewşenbîrên xwe xwedî derbikevin û piştgiriya wan bikin.

 

Di vê hevpeyvînê de pirsên rexneyî ji Mehmed UZUN hatin pirsin, hate gotin ku Mehmed Uzun çima dibêje? Min zimanê kurdî çêkirîye? Lê Mehmed Uzun jî bersiva xwe da û got: "Min zimanê kurdî çênekirîye, zimanê kurdî 5000 sal e, ku heye û tê axaftin, min  tenê zimanê romana xwe çêkirîye, her nivîskar li gorî xwe xwediyê zimanekî taybetî ye û di berhemên xwe de bikartîne. Min qala zimanê edebî yê romanê kirîye. Mafê her nivîskarî heye ku zimanê xwe yê edebî di berhemên xwe yên edebî de biafirîne.

 

Gava ez çûm Diyarbekirê di nav xelqê de întreseke mezin hebû, bi hezaran Kurd hatin ji bo serdana min û beşdarê civîna min ya li ser edebiyatê bûn. Min li Dîyarbekirê ji Kurdan got, divê Kurd bi xwe demokrat bin. Kurd ji dijminên xwe demokrasiyê dixwazin, çima ew bi xwe nabin demokrat. Hinek partî ji kar û xebatên min aciz dibin, ji ber vê yekê ji êrîşên giran tînin ser min. Ez bi siyasetekê re nîn im, lê ez li dijî tu siyasetekê jî nî nim. Romanên min bi zimanê tirkî, almanî, fransî, norwêcî û swêdî hatine wergerandin. Wergerandina pirtûkên min ji bo zimanê kurdî qîmet û rûmetek e.

 

Salih ÎNCE jî di axaftina xwe de li ser metoda rexnegiriyê rawestîye û wisan got: Rexne heq e, lê rexneyek çawan? Rexne mafê her kesî ye, lê ne êrîş... Rexne alîyên romanê yên ku kêmasî tê de hene dibîne û divê bi hawayekî pozîtîf binirxîne da ku rexne ji nivîskarî re bi alîkar. Herwisan balkişande ser dexesî û hesûdiya hin kesan.

 

Îbrahîm Zaxoyî di axaftina xwe de wisan got: Civînên wisan gelek baş in, hêja ne. Min bi xwe heta niha Mehmed Uzun ne dîtîbû, lê bi xêra vê civînê, min ew dît, min guhdariya wî kir, wî gelek tiştên baş û hêja got. Ez bi xwe bi zimanî ve mijûl dibim û qîmeteke mezin didime xebatên Reşo ZÎLAN. Herwisan ez nivîsên Maruf YILMAZ hertim dixwînim, çimkê ew tiştên balkêş dinivîsîne.

 

Hacî KARDUXÎ di axaftina xwe de nivîsên ku di Mediya Kurdî derketine nirxand û bi hawayekî legatîf dîtinên xwe hanî zimanî. Tên gotin ku Mehmed UZUN gotiye min zimanê kurdî çêkirîye, lê ev camêr dibêje min tiştên weha ne gotîye.

Hacî Kardoxî ji bo medya kurdî jî got: "Divê Mediya Kurdî jî wek medya xelkê be. Pîvanên navneteweyî yên medyayê ji bo me jî derbas dibin.

 

Nasrat HACÎ di axaftina xwe de wisan got: Min di Moskova de xwendegeha Berz ya Rojnamevanê xwend. Ez bi karê  rojnamevanê ve mijûl dibim. Em amade ne ku piştgirîya nivîskarên kurd bikin. Lokala me ji hemû nivîskarên kurdan re vekirîye, bixwazin dikarin civîn û semînerên xwe tê de çêbikin. Daxwaza me ev e ku xebatên weha sûd bide pirsa ziman, çand û edebiyata kurdî. Di dawîya axaftina xwe de qala pêwîstiya yekitiya zimanê yekgirtî yê nivîskî kir, da ku kurdên Başûr û Bakur ji hevûdu fam bikin û nêzkayîyek di navbera kurdan çêbibe.

 

Zeyelabîdîn ZINAR jî li ser giringiya folklorê û berhemên edebî yên berê rawestîya. Wî got ku her peyvek bi kurdî, her berhemên kurdî bi serê xwe xebateke mezin e. Ez bi xwe pir qîmetê didim ew kesên bi kurdî dinivîsînin. Zimanê kurdî ne malê siyasetekê, an jî malê çînekê, an jî malê sazgehekê ye, çi kesê ku xwe kurd bihesibîne û çi kesê ku bi vî zimanî bizanibe, ew xwediyê vî zimanî û xwediyê vê folklorê ye, îcar heger mirov xwediyê tiştekî be û dewlendkirina wî tiştî di serê pêşîn de bi berpirsyariya mirov e. Îcar însanê/a ku berpirsyariya xwe bi cîh neyîne, ew li pêşberî tarîxê sûcdar e.

 

Maruf YILMAZ jî wisan got:" Rewş nazîk e, ez naxwazim qala trajediya Medîya Kurdî bikim, lê rewşa xirab zorê dide min ku ez çend gotinan bibêjim. Di van rojên dawîn de Mediya Partiyên kurd berê xwe dane kesitiya nivîskar û rewşenbîrên kurd û bi rêya rojnameyên xwe û înternetê ve nivîskarên kurd pîs dikin. Dewleta Tirk ji vê fîtkirinê dixwaze. Dewletzanên tirk jî dixwazin ku; nivîskarên kurd rezil û ruswa bibin, pîs bibin û bimirin.

Ez vê helwêsta Mediya Partiyên Kurd protesto dikim.

 

 

Amadekar:

Maruf Yilmaz

2010.

 

Ji bo hemû nivîsên Maruf Yilmazî bitikînin

 

 

Bu yazı toplam 584 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar