Mihemed Hesko

Mihemed Hesko

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Zagona Qeyser Û Pîşeroja Rejîma El-Esed!?

A+A-

 

Xweşbextaneye ku piştî neh salan ji bobelat û kuştara Sûriyayê sizaya Zagona Qeyser ya ji bo (parastina sivîlan) li Sûriyayê, wê bikeve warê bicihkirinê, tevî ku azadîxwazên û dijberên rejîma Sûriya yê derkirina vê zagonê bi serkeftineke stratîjîk di pêvajoya xebata hilweşandina rejîma Ba,is de didinzanîn û bi pêngava yekem an bi destpêka bi dawî anîna rejîma Serokomarê Sûriyê Beşar El-Esed yê dîktator dibînin, lê wê yekê jî li ber çavan digrin û baş dizanin ku, wê bandoreke nerînî li ser jiyana welatiyan di hemû waran de bike!?

Qeyserê ku bi girtina 55 hezar wêne yên 11 hezar zîndaniyên ku di bin êşkenceyê de bi awayên hovane cane xwe ji destdan e, kir ku rejîma El-Esed were riswakirin û were şermezarkirin, û rastiya hovaneya rewişta xwînî ya vê rejîmê ji civaka navdewletî re were aşkere kirin, her wiha ev wêne bûn belge daku dewletên zilbihêz nikarbin çavên xwe bigrin û bi qîrîn û hawara gelekî setembar ve werin, kir ku ev rejîma bû sedema koçberbûna 14 milyon welatî û kuştina bêhtir ji 60 hezar zêndanî, her wiha rejîmê digel hevalbendên xwe (Rûsiya, Îran û Hizbullah) bêhtir ji milyonek kes bi rêya barandina bermîlên bombekirî, çekên kîmawî û mûşekên dûravêj kuştin e, û ev kuştar li pêşberî civaka navdewletî dihat kirin, mixabin hemûyan pişta xwe dabû bobelata gelê rebenê Sûriya û bi paşguhxistibûn.

Erê Zagona Qeyser ya Amerîkî şûrê du devî ye, devekî wê li ser stûyê serokomarê setemkar û dîktator Beşar El-Esed û karbidestên dewleta Sûrî be, û ji bo fişarxistin bi ser rejîmê de daku vegere masa gotûbêjan digel dijberya Sûrî, û devê din jî wê li ser stûyê gel be, û wê nanbirê xelkê hejar û perîşan be û wê ji gel re netenê bar be, lê belê wê serbar be? Ji ber ku di dîroka sepandina sizayên aborî de bi ser rejîmên dîktator de mînak, Sedam Husên, Îranê û Koba yê, her û her gel bac dida û rewşa welatiyan kambaxtir dibû? Lewira divê girîngeyek taybet bidin jiyana weltiyên Sûrî û pêdiviyên wan werin dabînkirin.

Bi spandina sizaya Zagona Qeyser re, çend pirsyar dikevin rojevê? Gelo rejîm wê bendên zagonê yên derbarê vergera welatiyan bo werên xwe bê yî ku lêpirsîn digel wan werekirin û qedexekirina bombebarankirina sivîlan û serbest berdana hemû girtiyan û rakirina dorpêçê ji ser deverên dorpêçkirî û lêpirsîn û dadgehkirina tawankarên ku tawanên cengê encamdane û rêpêdan bi derbasbûna alîkariyên mirovî bo deverên kambax û rêpêdana rêxistinên navdewletî bo seredankirina girtîgehan û destpêkirin bi gotûbêjan digel dijberya Sûrî.

Ev e eger rejîm pêbend nebe bi van bendan, ma gelo ev e ne rûbirûbûneke bi Amerîka re? Gelo wê karvedanên Amerîka çibin? Her wiha hevalbendên Beşar El-Esed wê karbin vî barî hilgirin, ji ber ku aboriya rejîmê kambaxe û bi milyarê dolaran dêndarê Rûsiya û Îranê ye? Niha rojên reşên rejîmê destpêkirin û di pêşerojêke nêzîk de wê rûreşî û hêza xweragirtinê wê diyar bibin, her wiha kar û karvedanên herdu aliyan wê bersivên rastînî bin.

Mixabin…hemû dîktator dildarên pare û desthilatê ne, dilkorin û bê bihayên mirovatiyêne, jiyana gel û hebûna welat dikin qurbana xwezî û arezûyên xwe, û ji xwe pêve kesekî din nabînin û eger bibînin jî, wek kole an stûxwar û nûker dibînin, her wiha di dil û hinavên xwe de

newêrekin û ne mêrxasin û guhnadin waneyên jînê û pendên dîrokê ku hemû bi rûreşî dimrin yan tên kuştin mînak( Mûsîlînî, Pînoşê, Qezafî, Boteflîqe, Kastro, Hêtler, Stalîn û Firanko) lê belê gel û welat wê her bimînin û ji berê de papîrên me gotine :`` Tu darên ku serê wan gihîşte ezmên tune ne``!.

Almanya, 08.06.2020

Ji bo hemû nivîsên nivîskarî bitikînin.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar