Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Sibê hilbijartin bibe, dê kurdên me çi bikin???

A+A-

Bûbê Eser

Çi dema dengê hilbijatinên bê wext an bi wext, li tirkiyê û li bakurê kurdistanê bilind dibe, aha wê demê partiyên tirkan hemî jî ji bona dengê kurdan bigirin, dibin kurd(!) Lê hezar bixabin ku piraniya kurdên me li gel partiyên xwe hêjî li hember vê helwesta wan bê helwest in.

Partiyên tirkan ji ber ku xwedî dewlet in, dizanin ku wê çawa gelê kurd û kêmneteweyên din bixapîne. Ev ne cara ewil e û wê nebe cara talî jî. Lê bawer bikin hê jî piraniya kurdên me li gel hin partî û siyasetmedarên xwe ev yeka baş fêm nekirine ya jî nayê hesabê wan.

Fêmnekirine ku dema berjendiya desthilat ya jî ya milet bikeve holê, divê xwediyê wî welatî û partiyên wî welatî çi bikin? Piraniya kurdan hê jî ev fêmnekirine lê tirkan ev baş fêm kirine û tim jî vê pêk tînin.

Ji ber vê ye ku di nêzîkbûna her hilbijartinekê de wan partiyên dagirkeran ha ha berê xwe didin kurdistanê û ji bona dengê gelê kurd bigiriin, li ser asasê derewan her tiştên ku kêfa kurdan jê re bê, ya jî bawer dikin wê vê carê ew partî vê bike, Loma ew jî ha ha dengê xwe dide wê partiya ku piştî hilbijartinê hemî sozên xwe ji bîr dike.

Ev rewş bi salane weha domiya ye û weha xuya ye wê her weha bidome. Ji bona kurd vê rewşê û derewên partiyên dagirkerên xwe ji gelê xwe re şirove bikin, bêjin, dive kurd bi xwe jî bibe aliyekî meselê.

Ev ê çawa bibe?

Em dibînin û em ê her bibînin ku ji bona partiyên desthilat ango yên welatê me kirine kolonî, ji bona wan hin xetên sor hene û li ser wana yek partî jî him di hilbijartinan de behsa wan nake û him jî wan xetên sor ji bona hemî partiyên kolonyalîst derbas dibe.

Lê ji bona dengê kurdan bigirin, hezar û yek derewan dikin, bi sedan sozên vala û beradayî didin û piştî hilbijartinê jî ji wan sozên xwe yekê jî pêk naynin. Her ew partiyên kolonyalîst dizanin ku kî piraniya dengê kurdan bigirin ew ê di tirkiyê de bibe desthilat.

Lê piraniya kurdan ji ber bê altarnatîfe weke miletê kurd ji her sozên wan kemalîst û partiyên wan heta hilbijartinê bawer dikin ya jî xwe mecbûr dibîne ku bawer bike. Bawer kirine ji ber ku tu çareyeke wî miletî ya din tune ye. Dizanin ku hemî partiyên dagirkeran wek hev in. Lê carna bi hin gotinên wan yên li gor berjewendiyên wan dixapin û xwe mecbûr dibîne ango ji bona berjewendiyên xwe yên sexsî dengê xwe dide wan partiyên kolonyalîst ango dagirker.

Lê çi demê bibînin ku kurd jî êdî qawetek e, kurd jî êdî dikarin bi dengên xwe asasê dewleta kolonyalîst bihejîne, wê li xwe vegerin. Lê ji ber ku wê qawetê nabînin loma jî her yek ji wan ji bona berjewendiyên xwe ên şexsî her hinek dengê xwe didin hin ji wan partiyên dagirker.

Lê daxwaza min û ya gel her ew e ku divê kurd jî bi qaweta xwe bizanibin û fêm bikin ew jî hêzek e, qawetek e û dikarin bi dengê xwe guherandinê li tirkiyê bike.

Dema hate dîtin ku partî, rêxistin û şexsiyetên kurdan ji bona hilbijartinan yek deng in, ev yekdengî him wê tirkan bixin tengasiyê him jî partiya bi dengê kurdistaniyan û hêz an qaweta sisiya dê cihê xwe li parlemena tirkan bigire.

Ev gelekî girîng e û tirsa dagirkerên kurd jî ji xwe ev e. Loma dema mecbûr dimînin, li ser asasê xurtkirina HDP hin projeyan pêşkêş dikin û hin bûyeran pêk tînin da ku kurd dengê xwe bide wan. Çi dema hilbijartin nêzîk dibe, dagirkerên tirk hin ji rêber û berpirsê hdp digirin, zorê li wan dikin, hinan dixin zîndanê da ku kîna kurdan li hember tirkan rabe û dengê xwe bi wê kîn û hêrsê bidin hdpê û her weha jî bûye.

Ji ber ku HDP li gor projeya dewletê û Evdilayê îmraliyê hatiye damezrandin da ku ji wan pê ve tu altarnatîfeke din dernekev e. Ev bi zelalî tê zînin, lê mixabin dîsa partiyên me nikarin xwe bidin serhev û bibin altarnatîfek û bibin dengê kurdên bakurê Kurdistanê…

Îro her yek bi serê xwe karê xwe dike, sibê wê her yek bi serê xwe jî here û wenda bike. Ji bona vê jî çareserî ew e ku ji bilî hdp dive kurdên ji welatê xwe hez dikiin li gel rewşenbîr, nivîskar û siyasemedarên xwe û hemî partiyên Kurd û Kurdisanê li tirkiyê bibin hêza sisiyan. Ji bona vê jî dive berê PAK-HAKPAR û PSK destên xwe bidin hev, bibin yek qawet, wê gave kesên dilsoz jî wê destên xwe dirêjî wan bike.

Hemî serok û rêberên me, partî û dezgehên me vê yekê ji min baştir dizanin, lê çima wê hêza xwe nakin yek? Çihê pirsê ye. Madem ew nabin yek dive endamên wan ji bona gava ewil bavêjin da ku vê bi rêber û serokên xwe jî bidin qebûlkirinê.

Êdî hûn dizanin; “ya hûnê bibin yek ya jî hûnê herin yek bi yek”.Seydayê Cegerxwîn çiqasî ev xweş gotiye.

Ji bona kêşeya ango problema bakurê Kurdistanê bê çareserkirinê ji vê rêyê pêve tu rêyeke din tune ye. Heger hebe wê pêşkêş bikin…

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar