Şêx Micdil: Êzdî dixwazin Pêşmerge vegere Şingalê

Şêx Micdil: Êzdî dixwazin Pêşmerge vegere Şingalê

Fermandarê hêzên Pêşmerge li Şingalê ji BasNewsê re ragehand, ew malbatên êzdiyan ên vegeriyane Şingalê berdewam peyvendiyên li gel me dikin bo Pêşmerge vegere Şingalê.

A+A-

Fermandarê hêzên Pêşmerge li Şingalê Şêx Micil Şêx Xidir ji BasNewsê re ragehand: ‘’Naha rewş li Şingalê baş nîne ji ber xirabûna rewşa Şingalê ew xelkê vegeriyane ser mal û halên xwe zîrevaniya malen xwe bi şev dikin. Nikarin bi piştrastî nav malên xwe de bimînin. Ev nîşaneya metirsiyê ye ewlehî li Şingalê tine û rojane berdewam xelk diçin Şingalê. Peyvendiyê li gel me dikin û li benda vegera Pêşmergeyên Kurdistanê ne bo Şingalê. Ji ber xelkê baweriya xwe bi çekdarên nav Şingalê nemaye. Ew hêzên çekdar sedemin bo rewşa Şingalê xweş nebe.’’

Herwaha got: ‘’Her dema ku Pêşmergeyên Kurdistanê çûn nav Şingalê dê hemû koçberên Şingalê wegerin. Ji ber dê ewlehî li hemû deverên Şingalê çêbe, xelkê Şingalê ewlehî divê. Ji

ber nebûna ewlehiyê xelk nikare wegere.’’

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin