Şewata li daristanên Amazonê ditirsîne

Şewata li daristanên Amazonê ditirsîne

Jiyana mezintirîn daristana li cîhanê, ku weke pişika zeviyê tê naskirin, ji ber agirpêketin û şewatê di metirsiyê de ye û agirpêketina wê jî mezintirîn gef li ser seqaya pak û dehan corên canewer û giyayan pêk tîne.

A+A-

Jiyana mezintirîn daristana li cîhanê, ku weke pişika zeviyê tê naskirin, ji ber agirpêketin û şewatê di metirsiyê de ye û agirpêketina wê jî mezintirîn gef li ser seqaya pak û dehan corên canewer û giyayan pêk tîne.

 

Agir bi Daristana Amazonê ketiye û di dema 3 heftiyên bihorî de jî, agirê wê nehatiye kontrolkirin.

 

Amazon 20% ji oksîcena zeviyê berhem tîne, lê ji destpêka agirpêketinê ve, bi sedan canewerên wê daristanê şewitîn û zana jî haydariyê derbarê bandora wî agirî li ser kêmbûna oksîcenê li cîhanê, didin.

 

Agirê Daristana Amazon, ewqasî gurr û germ e, dûmana wî agirî, di ser bajarê Saupaolu re derbas dibe. Bi wateyeke din, dûmana agirê Amazon, 2 hezar kîlometreyan esmanê welat reş kiriye.

 

Daristana Amazonê di her çirkeyekê de 208 milyon lître av davêje nav zeryayan. Herwiha di 2019an de bi kêmanî 35 hezar caran agir pê ketiye.

 

Ne tenê Daristana Amazon e, ku li Brazîlê agir girtiyê, lê li gorî zanyariyên Peymangeha Niştimanî ji bo Lêkolînên Boşayî, tenê di 2019an de 73 hezar caran agir bi daristanên wî welatî ketiye. Bi wateyeke din, agirpêketin bi rêjeya 80% bi berhevkirin bi sala 2018an re zêde bûye.

 

Ji 2013an ve, daristanan li Brazîl bi vî awayî  agir negirtiye. Kesên şareza vê yekê bi kêmbûna daristanan li cîhanê bi nav dikin.

 

Li ser şewata Daristanên Amazon, serokê Brazîl, Jair Bolsonaro, li jêr guşareke mezin e. Lê Bolsonaro rexneyan dike û daxwazê ji hikûmeta welatê xwe dike ku ew pêşxistinê bidin jîngeh û daristanên welatên xwe.

 

Serokê Brazîlê dibêje: “Ev şer ji bo çi ye? Ji min re dibêjin ku Kaptin Çeynsew. Ji min re dibêjin Daristanên Amazon kavil bûne. Baş e, çavê wan li çi tiştî ji Amazon e? Daran? Berê min gotiye, Angela Merkil 80 milyon dolar nade me ji bo em li Amazona Brazîlê xerc bikin. Wan pereyan ji xwe re bibin û li Almanya pê daristanê dirust bikin.”

 

Serokê Brazîl herwiha grûpên jîngehparêz, bi pêxistina agir tometbar dike û li ser vê yekê kêşeyeke mezin jî ketiye di navbera hikûmetê û grûpên jîngehparêz de.

 

Meha bihorî, serokê Ajansa Boşayiya Brazîlê ji karê xwe hate dûrxistin û kesekî nû li cihê wî hate danîn, ev yek jî, piştî ku serokê welat bawerî neda zanyariyên wî berpirsî, ku ji boşaya ezman bi rêya heyvên destkird, derbarê jinavçûna Amazonê, bidest ketibûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin