Serokwezîrê Îsraîlê: Divê Hêzên Cîhanî Derbarê Rêkeftina Nuklerê Îranê 'Hişiyar bibin'

Serokwezîrê Îsraîlê: Divê Hêzên Cîhanî Derbarê Rêkeftina Nuklerê Îranê 'Hişiyar bibin'

.

A+A-

Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett yekemîn civîna xwe ya kabîneyê bi şermezarkirina serokê nû yê Îranê vekir, ji dema ku di heftiya borî de sond xwaribû ku hikûmeta hevbendiya xwe ya nû avakirbû.

Wî roja Yekşemê got ku hilbijartina serokkomarî ya Îranê nîşana hêzên cîhanî da ku "şiyar bibin" berî ku vegerin rêkeftina navokî ya digel Tehranê.

Serokê Dageriya Îranê yê tundrê Ebrahîm Raîsî, roja Şemiyê bi % 62ê yê dengan di hilbijartina ku di asta herî nizim de bû di dîroka Îranê de hat hilbijartin.

Ew ji alîyê Amerîka ve hatiye sizadan jiber beşdariya wî di darvekirina komî ya bi hezaran girtiyên siyasî de di 1988 de, di dawiya şerê Îran û Iraqê de. Raisi bi taybetî li ser bûyerê şîrove nekir.

Bennett di civata wezîran de ya li Orşelîmê/Qudsê de got ku "ji nava hemî kesan (Rêberê Bala yê Îranê Ayetullah Ali Xaminêyî) celadê Tehranê hilbijart, kesê navûbangiya wî gelek xerab di nava Îraniyan de û li hemî cîhanê, jiber lîderiya wî ya di komîtên mirinê de, wî hezaran Îraniyên bê tawan dirêjahiya çendîn salan bidarvekirine."

Iran û hêzên cîhanî biryar bû ku roja Yekşemê li Viyena danûstandinên nerasterast ji bo vejandina rêkeftina navokî ya 2015-an ya bi Tehranê ji nû ve bidin destpê kirin, ya ku jiber sistkitrna sizayên li ser Îranê li hember astengkirina bernameya navokî ya Îranê pêkhatbû.

Bi hefteyan e, dîplomatên Iranî û Amerîkî li ser vegera lihevhatinê li paytexta Austurya-Nemsa bi navbeynkariya Ewrupîyan danûstandinan encam didin.

Danûstandinên Yekşemê yekemî in, piştî ku Ebrahîm Raîsî hat hilbijartin, yê ku dê tundrêyan di hikûmeta Îranê de wezîfedar bike.

Rêkeftina navokî ya di navbera hêzên cîhanî û Iranê de, ya ku Îsraîl dijberîya wê dike, hat hilweşandin, piştî ku serokê berê yê Amerîka Donald Trump yekalî Amerîka di 2018 de ji rêkeftinê vekişand. Bi derbazbûna demê re Îranê bendên pîtandina Yuraniomê binpê dike, Îran nihe pîtandina Yuraniomê berdewam dike, û gehiştiya asta herî bilind, her çende ku hêjî negiheştiye asta çêkirina çekê atomî.

Bennett got ku hilbijartina Raisi wek serokomarê Iranê "şansê dawîn bû ji bo hêzên cîhanî ku berî vegera li rêkeftina navokî şiyar bibin û fam bikin ku ew bi kê re bazarê dikin."

Herwiha wî got "Ev zilamên mêrkujin, kujerên girseyîne: Divê ku qet rê neyê dan rejîmek celad û hovane çekên navokî çêke, ku bikare bi hezran, belkî bi milyonan mirovan bikuje".

Îsraîl demek dirêje diyar dike ku ew li dijî bernameya navokî ya dojminê sersexte û got ku ewê rêgiriyê bike ku Tehran çekên navokî bidest bixe. Îran îsrar dike ku bernameya wê ya novkî ji bo meremên aştiyane ye.

Destpêka vê mehê, serokê îstixbarata Îsraîlê ‘Mossad’ê, ku karê wî bidawî bûye, îşaret pê dabû ku Îsraîl li pişt zincîreke êrişên vê dawîyê ye ku bernameya navokî ya Îranê kiriye armanca xwe.

Bennett serokatiya koalîsyonek fireh a partiyan dike, ji neteweparêzên Cihû bigre heya partiyên lîberal û partiyek îslamîst a biçûk.

Hikûmata wî yekemîn civîn pêkanî piştî ku hefteya borî kabineya hikûmetê son xwar bû, erokwezîrê berê yê demdirêj Benjamin Netanyahu ji kar hate dûr xistin û piştî 12 salan ji desthilatdariyê ew cara yekem şand opozisyonê.

/Dengê amerika

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin