Serokê Ukraynayê: Em welat bo kesî vala nakin

Serokê Ukraynayê: Em welat bo kesî vala nakin

.

A+A-

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky, piştî biryara Rûsya ya di derbarê naskirina serxwebûna her du heremên Ukraynayê de diyar kir, em li ser axa xwe ne û welatê xwe ji bo kesî vala nakin.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky di bi gotareke vîdeoyî da zanîn, Ukrayna êdî ne wek sala 2014an e û niha “artêşeke wan a bihêz heye.” Herwiha diyar dike, welatê wî ne deyndarê kesî ye û tu deynekî jî nade kesî.

Zelensky eşkere kir: “Em li ser axa xwe ne. Em qet ji tiştekî û hîç kesekî natirsin. Em qet ne deyndarê kesî ne û tiştekî jî nadin tu kesekî. Em ji wê piştrast in, ji ber ku niha ne meha Sibata 2014an e, lê Sibata 2022ê ye. Welatekî me yê cuda heye. Artêşeke me ya din heye. Niha yek armanca me heye, ew jî; aştî ye, aştî li Ukraynayê.”

Di berdewamiyê de Zelensky ji bo civîneke lezgîn bang li welatên Forma Normandiya – Almanya, Fransa, Ukrayna û Rûsya kir û got: “Niha pir girîng e ku em bibînin ka dost û hevkarê me yê rasteqîn kî ye û kî dê bi berdewamî bi peyvan Federasyona Rûsyayê ‘bitirsîne’.

Serokê Ukraynayê diyar kir, sînorên welatê wî baş têne parastin û mafê Ukraynayê heye ku xwe ji êrîşên zêdetir ên Rûsyayê biparêze.

Herî dawî Zelensky eşkere kir, Ukraynayê daxwaza civîneke lezgîn ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kiriye û destnîşan kir, divê şandeya çavdêriyê ya OSCE ya li Ukraynayê xebatên xwe yên ji bo pêşîgirtina li provokasyonan û zêdekirina rageşiyê bidomîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin