Serokê Brezîlya Bolsonaro bi COVID-19 Ket

Serokê Brezîlya Bolsonaro bi COVID-19 Ket

Serokê Brezîlyayê Jair Bolsonaro îro Sêşemê di hevpeyvînek li ser televîzyonê de dîyar kir ku testa wî ya vîrusa korona erênî derket, lê saxlemîya wî baş e.

A+A-

Serokê populîst yê rastgir, berê girîngîya vîrusê red kiribû û nexweşîya bi sedema vîrusê wekî "zekemek sivik" bi nav kiribû.

Bolsonaro roja Duşemê piştî xweyakirina nîşanên nexweşîyê test çêkirîye.

"Min roja Yekşemê hêst kir ku nexweş im û min dermanê hydroxychloroquine bi kar anî."

Dermanê hydroxychloroquine dijî nexweşîya ta (malarya) tê xebitandin lê bandora wê ya ser nexweşîya COVID-19 nehatîye piştrast kirin.

Bolsonaro, tevî ku dadwerekî di dawîya meha Hezîranê de biryar dabû jî, daxwaz û pêşnîyarên rêvebirîyên xwecîhî yên mecbûrîkirina maskeyan qebûl nedikir.

Bolsonaro herwiha hember rêgeza dûrahîya civakî ya ku ji hela Rêxistina Saxlamî ya Cîhanê (WHO) ve hatibû pêşnîyar kirin, meşek li dar xistibû.

Wî di dawîya hefteya borî de beşdarî pîrozbahîyên 4'ê Tîrmehê de bi Balyozê Amerîkî Todd Chapman re xwane bûbû ku her du jî bê rûberk bûn.

Balyozxaneya Amerîka ya li Brezîlya roja Duşemê bi rêya Twitterê ragihand ku balyoz roja 4'ê Tîrmehê bi Bolsonaro, pênc wezîr û kurê serok, endamê Kongresê Eduardo Bolsonaro re fîravîn xwarîye.

"Ti nîşanên nexweşîyê bi balyoz re tune ye, lê ewê testa vîrusê çêke û ew tedbîrên xwe digire," balyozxaneyê gotibû.

Hêjayî bîrxistinêye ku piştî Amerîka, Brezîlya li tevahîya cîhanê welatê duyan e ku xwedîyê hejmera herî bilind ya bûyerên vîrusa korona ye.

Li Welatê herî mezin ya Amerîkaya Latînm, ji pirtirî 1.6 mîlyon bûyerên nexweşîya COVID-19 hatine tomar kirin û 65,000 kes jiber vê nexweşîyê jîyanên xwe hinda kirine.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin