Serokê berê yê Katalonyayê hat girtin

Serokê berê yê Katalonyayê hat girtin

.

A+A-

Serokê berê yê herêma Kataloniya ya Spanyayê û rêberê tevgera serxwebûnxwaz a wê herêmê Carles Puigdemont ji aliyê polîsê Îtalya ve hatiye girtin. Îro dadgeheke Îtalyayê dê biryar bide, ka gelo serokê berê yê Kataloniya radestî Belcîkayê bê kirin an jî bo Belcîkayê bê vegerandin.

Polîsê Girava Sardîniya ya Îtalyayê ragihandiye, Carles Puigdemont roja Pêncşemê 23ê Îlonê ji Firokexaneya Brukselê ber bi bajarê Algêro birê ketibû, ji bo ku beşdarî di pêşangeheke navdewletî de bike lê ji aliyê polîsên Îtalya ve hatiye girtin.

Carles Puigdemont niha li yek ji zindanên girava Sardîniya li Îtalyayê ye.

Biryar e îro Înê dadgeha bajarê Sasarî li Girava Sardîniya biryarê li çarenivîsa Carles Puigdemont bide, bi wê yekê ku yan bê azadkirin û vegere Belcîkayê yan jî radestî Spanyayê bê kirin.

Puigdemont, rêkxerê referanduma sala 2017an a li herêma Kataloniyayê ya ji bo cudabûn û serxwebûna wê herêmê ji Spanyayê ye.

Piştî referendum sala 2017an, Charles Puigdemont ber bi Belcîka ve reviyabû û ji wê demê ve li wî welatî dijiya.

Hikûmeta Spanyayê, serokê berê yê herêma Kataloniyayê bi dirustkirina fitneyê tometbar dike, çend caran jî hewl daye bi rêya dadgehan wî ji Belcîkayê werbigre lê heya niha hewlên wê serneketine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin