Şerefxan Cizîrî: Milîbûn Tê Çi Wate Yê?

Şerefxan Cizîrî: Milîbûn Tê Çi Wate Yê?

,

A+A-

Şerefxan Cizîrî

Di van demên dawî de, di qada siyaseta Kurdan de têgeha milîbûnê di rojevê de ye. Hema hema hemû rêxistin, rewşenbîr, malper, komele, televîzyon, rojname û partîyên Kurdan qala milîbûnê dikin. Qala tifaq û hevkarîya milî tê kirin. Qala helwesta milî û kongra netewî tê kirin…

Bi rast ji bona Kurdan ev gaveke pozitif e û divê baş were parastin. Kurd hemû bi hevdû re divê xwedî li vê helwestê derkevin. Ev dîtin dikare Kurdên ku belawela bûnê bîne cem hevdû û tevgerên Kurdî bike aktorekî çalak ji bona çarenivîsa xwe. Kurdan bi hêza wana bihisîne û wana bike xwediyê hişmendiyeke rast. Bi vê helwestê Kurd dikarin bigîhêjin mafê xwe û li dinyayê weke hem miletan bi serbilindî bijîn.

Tê zanîn ku ji hêla dîrokî de Kurd gelekî dereng bi milîbûna xwe hisyane. Dı vê pirsê de me gelekî lipaş mane. Ev sêsed salan ku Kurd qala tifaq û milîbûne dikin, lê pêwistiyên vê helwestê heta nûha bicîh nehatine. Ev yek jî tê zanîn. Ji ber wilo jî hîsmendiya milî di nava tevgerên Kurdan de qels maye. Pirsa milîbûnê nebûyê pirsa sereke di rojeva Kurdan de û ji ber vê sedemê jî dema pêvajoya milî dirêj bûne. Kurdan gelek qolincên dijwar derbas kirine û miletê Kurd bi van qolincan jî gelekî êşîya ye.

Ma qolincên ku sêsed salan de di nava siyaseta Kurdan de hene emê kengî çareser bikin? Em dizanin ku gotin heye lê kiryarî heta nûha qels maye. Qolincên ku di siyaseta Kurdan ji sedan salan û vir de berdewan kirine gelo li kîjan deverên dinyaye hene?...

Ma wê ev qolincên dijwar di siyaseta Kurdan heta kengî berdewam bikin?..

Belê, milîbûn di esl û feslê xwe de tê wateya ku em weke Kurd zimanê xwe, ax, al, nasname û berjewendiyên netewî bikin qala sereke di siyaseta Kurdan de. Kurd beriya her tiştî divê bibin Kurd! Li dora wan nirxên netewî û dîrokî tevgereke siyasî derbixin pêş. Ji ber ku nirxên netewî ji bona hemû Kurdan destkeftiyên mayinde ne. Ji ber wilo jî divê hemû Kurd xwedî li van nirxan derkevin. Baş tê zanîn ku Kurd hemû ji van nirxan sûdê werdigirin, bi van nirxan li heremê û li dinyayê dibin xwedî nasname û statû.

Gava ku em hemû bi dildarî û baldarî qala milîbûna siyaseta Kurdan dikin, dive wê gavê em helwest û nirxên xwe yên siyasî jî li gora vê rastiyê dizayn bikin. Divê em Kurd ji hêla siyasî de hinekî xwe dawşînin, hinekî xwe helal bikin, li nirxên xwe yên bingehîn vegerin. Projeyeke milî bi hevdû re ava bikin, li ser bingehê milîbûne li hevdû bibanin. Ji bona vê yekê format û naveroka siyaseta ku berê ne milîbû divê were guhertin. Dîtinên nû di vê tevgirêdanê de derkevin pêş, li ser vî bingehî divê pêvajoyeke xwenûkirine were parastin. Pêvajoya milîbûnê divê bibe pêvajoyeke afirîner û rêyên çareseriya li pêşberiya siyaseta Kurdan veke. Ji Kurdan re pêşeroja Kurd û Kurdistanê divê baş dîyar bibe.

Nabe ku em hergav di cîhê xwe stêrkên li ezmanan bi hejmerin. Ma kî dizanin bê çend stêrik li ezmanan hene? Sed in an jî sed û yek in? Divê em pêş de biçin û bi pîvanên aqilanê tevbigerin. Ma di qula derziyê re çend cin derbas dibin? Ma di keştiya Nebî Nuh de çend mix hebûn? Mixên keştiya Nebî Nuh dar in bûn an jî hesinî bûn? Divê em nîqaşên bê wate dernexînin rojeva siyasetê. Bi helwest û dîtinên kevnare û negatif pêvajoya me ya xwenûkirine qûrmiçî dimine. Di cîhê xwe de dimîne, di qerime. Divê em weke Kurdên milî û hemdemî dev ji berberiya kevnare berdin. Divê em nirxên hevbeş û hevkariya milî derxînin pêş. Rêya çareseriya ev e.

Weke ku tê zanîn milîbûn hevbeşî ye, helwesteke kolektif e, seranser e, Kurdî ye, hemû Kurdan himbêz dike û wana weke hebûn qebûl dike. Milibûn him yek rengî ye û him jî pir rengî ye! Him yek dengî ye û him jî pir dengî ye! Milibûn cudabûnê naxe nava Kurdan, kultura diyalogê derdixine pêş. Keda mirovan bilind dike, weke Kurd hez ji Kurdan dike, rêzgirtinê ji hemû Kurdan re digire, hemû Kurdan weke beşekî ji xwe dibine, wana weke hevdû di nirxîne…

Milîbûn armancên milî derdixinê pêşberî civaka Kurdan. Li derdora van armancan mirovên Kurd bi rêxistin dike, sazîyan ava dike, ava kar e, bi xwe bahwerbûnê di hişmendiya Kurdan de pêş de dibe. Milîbûn Kurdên bêaqil dike xwedî aqilekî hevbeş, wana dike xwediyê hişmendiyeke rast, rêya rizgarî û azadiya dide ber wana. Kurdên ku ji refên xwe qetiyane, ketina nava helwestên asîmîlasyonî, wana vedigerine nava refê xwe…

Belê, gava ku mirov bi haweyekî çalak ji bona van nirx û helwestan kar neke, ji hevkariyê bireve, ji hevbeşbûnê baz bide, wê gavê têgeha milîbûnê naveroka xwe winda dike, silûk dibe.

Heke em sosyalist bin, divê pêşî em milî bin, heke em oldar bin, divê pêşî em milî bin, heke em liberal bin, divê pêşî em milî bin, heke em şoreşger bin, divê pêşî em milî bin…

Gava ku Kurdistana me bindest be, perçekirî be, bê dewlet be divê hemû Kurd pêşî milîbûnê derxînin pêş û dûra jî di nirxên xwe yên civakî de azad tevbigerin. Divê herkes li gora zanebûn û jêhatbûna xwe paleyê ji Kurdistanê re bike. Divê herkes li gora jêhatbûn û keda xwe di civaka Kurdan de bibe xwedî rûmet! Nirxên milîbûnê incex wilo pêş de biçin û bibin heyvan ji bona civaka Kurdan! Yan na emê dîsa ji hevdû bipirsin; Ma di keştiya Nebî Nuh de mixên darin an ji yên hesinî hatibûn bikar anîn?

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin