Senato ya Amerîkayê wezîrtiya karên derve ya Blinken qebûl kir

Senato ya Amerîkayê wezîrtiya karên derve ya Blinken qebûl kir

.

A+A-

Serokê Amerîkayê Joe Biden bo wezareta karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken nîşan dabû û bo namzetiya wî qebûl bikin pêşniyara xwe şandibû senatoya Amerîkayê.

Senatoya Amerîkayê îro wezîrtiya Blinken qebûl kir. Ji niha û pê de wezîrê karên derve yê di şûna Mike Pompeo de wezîfe bike Antony Blinken e.

Antony John Blinken di sala 1962an de hatiye dinyayê û di salên navbera 2015-2017 an de cîgirê wezîrê karên derve yê Amerîkayê bû. Di salên navbera 2013-2015an de di dewra Barack Obama de nûnerê netewî yê ewlehiya Amerîkayê bû.

Ev nûçe 134 caran hatiye xwendin
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin