Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Sedema Biserneketina Partiyên Me

A+A-

Hûn ya rastî bixwazin sedem gelek in. Lê min xwest di vê nivîsa xwe de sedema li gor xwe ya herî girîng rawestim. An bînim bîra partiyên me da ku ew jî bikaribin li ser vê hinekî bifikirin.

Her wiha ez di vê baweriyê de me ku heger partiyên me vê hal bikin ango çareser bikin wê êdî pêşketin jî bibe para wan.

Niha belkî tê bîra gelek ji siyasetmedarên dewra min ango nifşê me yên ku îro em hemû bûne por sipî.

Di salên heftê de dema me dest bi karê partî û rêxistiniyê kir, heta ku em dibûn endam, di çend merhelan de derbas dibin. Taliya talî jî bi kefîltiya du kesan em dibûn endam.

Piştî endambûnê jî her tiştên me dihat kontrolkirin, karên me yên şexsî dihatin şopandin. Hal û ewhalê me dihatin pirsîn. Yanî ji bona em bibana endam û piştî wê jî em her di bin çavdariya hin berpirs û hevalan de bûn ku em karê xerab nekin.

Her karekî ji me re dihat dayîn, di encama kar de me çi kir û nekir weke rapor me dida, berpirs an jî komîta jorê xwe.

Li gor karê rêxistiniyê ya dema me, demeke herî baş bû ku karê me dikir encamên delal didan. Pêşketin roj bi roj dibû û mezinbûna partiyên me yên wê demê ji ber vê bû.

Durustbûn, saxlembûn û camêriyên me ji ber kontrolkirinê dihat. Kê çi kar bigirtana ser xwe divê encama wî karî her meh weke rapor bihata dayîn. Li gor wan raporan jî dihat zanîn ku bê karê partiyê çawa diçe.

Ji ber vê bû nifşê me him karên baş kirin û him jî bi saxlembûn û durustiyên xwe tenha ji bona welatê xwe kar dikirin û xwe diwestandin.

Ji ber wê pîvan û kontrolê bû ku me herkesan karê xwe baş dikir. Ew karê em pê ve radibûn bi awayekî serketî digihişt encamê. Heger bi serketî neba jî wê gavê berpirsê wî karî dihate guhertin.

Niha kar çawa dibe?

Li gor min ew fedekariya wê demê hema hema nemaye. Karê rêxistinî bêtirî wê bûye li gor berjewediyên şexsî. Kî menfeeta xwe di ku de bibîne, li wir e. Pîvan, destûr û berneme nemaye.

Kî çi karî bigirin serxwe ew kar nayê kontrolkirin ka ew gihişt ku. Dema karê rêxistinê dabeş dibe, ne li gor zanîn, têgihiştin, qabilîyet û baweriyê dibe. Li gor xwedî pere, nas û dostên nêzîk dibe.

Li gor min hemî însanên me yên karê rêxistinî dikin delal in. Lê delalî têrê nake û ev delalî tu caran zelaliyê nayne. Ji ber ku herkesên perê wan zêde di qadên herî jor de cihê xwe digirin û yên bê pere, lê zîrek jî her li bin e.

Dîsa li gor min;

Niha di kar û barê rêxistiniya ji bona azadiya welêt de fedekarî nemaye. Her kar li gor hebûna aboriyê tê kirin. Lewra jî aborî xaleke girîng û sereke ye. Rêxistina aboriya xwe çareser nekiribe, nikare tu pêşveçûnan jî bikin.

Partiyeke ne xwedî medyayeke xurt be weke ordiyek (cêş) bê çek be.

Partiyeke serokekî/ê wê nibikaribe endam û xelkê li hev ragire, weke keriyek pezê bê şivan be.

Heger partiyeke di çend salan de pêşketinê bi dest nexe û roj bi roj hêza xwe winda bike, dive xwe fesh bike, ev ê bibe sedema tevgereke nû û çalak.

Önceki ve Sonraki Yazılar