Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Sê Bûyerên Xemnak

A+A-

Di medyaya civakî da, hinek kes li ser helwesta “rewşenbîr” û siyasetvanên Kurd yên di barê partiyên Kurdistanî da bi awakî neyînî (menfi) dinivîsin, li ser “peywendî” û nêzikbûna wana rexne û gazinan dikin.

Bêguman, peywendî û nêzikbûna hinek partiyên me bi dewletên dagirker va, ne gazin, rexneyên tûnd jî heq dike, lê divê ev helwest bêlay be, ango di berjewendiyên mafên neteweya Kurd da be.

Ger mirov xetayên hêlekê bibine, yên hêla din nebine, him rexne û gazin nagihên amancê xwe û him jî, girse bawerîya xwe bi rexne û gazinan nayîne.

 

Di dîrokê da, hinek caran û hinek partîyan bi dewletên dagirker va peywendîyên ku îro dibin mijara gengeşiyê danîne û em dizanin, ku peywendîyên weha bi her hêla va, taybetî di hêla moralî va ziyanek mezin gihandiye.

Peywendîyên weha, him derfeta şerê psikolojîk dide dagirkeran û him jî, ji ber ku medyaya Kurdî ne di asta medyaya dagirkeran da bihêz e, gellek pirs û guman di hişmendîya girse da tên afirandin.

 

Lê bele, divê em li hemberî vê pirse, ku rastîya tevgerên Kurdistanî ye, bêlay bin û li hemberê hemû rêxsitin û partîyan heman seknê bigrin.

Ger ne weha be, mixabin rewşa îro peyda dibe, hêlek bi hêsayî hêla din sûcdar dike, lê xeta û kêmahîyên xwe nabîne.

 

Taybetî kesên “rewşenbîr”, siyasetvan û welatparêzên sade, divê di rexne û gazinên xwe da bêlay bin, rastgo bin, ango ligel maf û azadîya neteweyî bin, ked bidin bona bicihkirina biryar û siyasetên rasyonel.

 

Ezê behsa sê bûyeran demnêzik bikim, sê bûyerên xemnak ku wekî min gotî, li ser keseyatiyên Kurdên sade dibin sebeba demoralîzasyonê û herweha, li ser kesên welatparêzan jî dibin sebaba gellek pirsan.

 

Bûyera yekem, helwesta layên siyasiyên Kurdistanî li hemberî rapirsîn û dagirîya Kirkûkê ye, wekî em dizanin ji Yekitîya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) parekê bi Bexdadê va hevkarî kir û Kirkûk hat dagirkirin.

Kirkûk beşek ji navçeyên dervayî başûrê Kurdistanê ye, herêma dervayî rêvebera başûrê Kurdistanê ji Mendeliyê heta Şingalê erdnîgarîyek fireh e, bi qasî mezinahîya 40% ji axa Kurdistanê ye û di encama êrişa Artêşa Îraqê û Heşda Şebî ya 16î cotmehê da ji destê başûrê Kurdistanê derket.

Bêguman, helwesta hinek layên siyasî ev beşa di nava YNKê da di kiryarê wê da wêrektir kir.

 

Bûyera duyem, Şingal e, wekî me hay jê bû, PKK ji Şingalê derket lê herêm radestî Bexdadê kir, heçkû bi salan e ku hikûmeta başûrê Kurdistanê û rêveberîya Şingalê bang li PKKê dike, ku ji herêmê vekşê û herêmê radestî rêveberîya Şingalê bike, lê nekir û li ser gefa Tirkîyê vekşîya û Şingal radestî Bexdadê kir.

 

Bûyera sêyem, bi hinceta êrişên PKKê artêşa Tirk bi kûrahîya 17 km tixûbê başûrê Kurdistanê bezandiye û li ser hinek bilindihîyan kelheyên eskerî ava dike û bi ya rêveberên herêmî, nêzikî hezar serbazên Tirk li herêmê bicih bûne.

Di malpera Rûdawê da nûçeyek weha dibêje; “Li bajarokê Kanî Masî yê li sînorê navçeya Amêdî ya Duhokê, hêzên Artêşa Tirkiyê teqe li malên welatiyên sivîl kirin û ji ber wê yekê jî tirsek mezin ketiye nav dilê xelkê deverê.“

 

Ez behsa bombebarana bi salan û îro jî didomin, herweha „opersayonên“ dersînor jî nakim.

 

 

Ger we jî bala xwe dabe, hersê bûyer bi destê hersê partiyên me yên „mezin“ pêk tên: Parek di nava YNKê da Kirkûk û herêma di dervayî rêveberîya Başûr da radestî Bexdadê kir, PKKê Şingal radestî artêşa Iraqê û Heşda Şebî kir û herweha li dijî êrişên Tirkîyê PDKê bêdeng e, ev bêdengî têt wateya pejirandina êrişên Tirkîyê.

Ango, halê hersê partiyan mixabin ev e, divê „rewşenbîr“ û siyasetvanên Kurd di rexne û gazinên xwe da bêlay (objektîf) bin, encax ev dê xizmeta doza neteweyî bike.

 

Ez bawerim dê bala we jî kişandibe, li dijî êrişa li ser Efrînê „bêdengîya hikûmeta Başûr têt fam kirin“, lê bêdengîya Kek Mesut Barzanî çima, Efrîn parçeyek ji Kurdistanê ye, 90% Kurd e, mixabin demografîya herêmê têt guhertin û berî her tiştî mijarek mirovî ye.

Herweha, Sazîya Alîkarîya Barzanî (SAB) jî alîkarîya koçberên Efrînê nekir, an ez nizanim, mafê her kesî heye ku helwesta PDK û SAB zanibe.

 

Bêguman, divê sedemên vê rewşa kambax jî bêt zanîn, mixabin jeopolitîka Kurdistanê sedema herê girîng e, Kurdistan çar parçene û her pareçeyek di destê dewletek dagirker da ye, ango hatiye dorpêç kirin û derfeta peywendiyên bi cîhanê va li ser dagirkeran va pêt têt û ev jî peywendiyê bi dagirkeran va neçar dike.

Bêşik, ez peywendiyên bi dagirkeran va rewa nabînim, lê ev rastîya me ye.

 

Di encamê da dixwazim bêjim ku divê em di rexne û gazinên xwe da bêlay bin, encax reftar û helwestek weha dê xizmeta doza neteweyî bike, berevajî layengirîyek (tefergirî) çavgirtî dê ziyanê bide.

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin