DÊREZOR - Roja agirbestê komkujî, ji malbateke Kurd 6 kes hatin qetilkirin

DÊREZOR - Roja agirbestê komkujî, ji malbateke Kurd 6 kes hatin qetilkirin

.

A+A-

 Dîmen û tomarên dengî yên bi xof derketin holê ku komkujiya malbateke Kurd ji aliyê hêzên dilsozên Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer (Colanî) ve belge dikin.

Ev komkujî 18ê Kanûna Paşîn, ango heman roja ku Ehmed Şer rêkeftina agirbestê ya bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re ragihandibû, pêk hat.

Rûdawê dîmenên bi xof ên komkujiyê û çend peyamên dengî yên endameke malbatê ku di dema êrişa li gundekî rojhilatê Reqayê de li wir bû, bi dest xistin.

Rêwîtiya mirinê

Mihemed Îsmaîl Salih malbata xwe ya ji 12 kesan pêk dihat li kamyoneta xwe ya biçûk siwar kiribû û ber bi bajarê Hisîçayê (Hesekê) ve diçû ku di bin kontrola HSDyê de ye û ewletir e.

Dema ku artêşa hikûmetê û komên çekdar êrişî Reqayê kir, rê metirsîdar bû.

Mihemed tevî vê yekê jî bawer dikir ku mana li bajêr di bin wan êrişan de dê metirsiyeke mezintir ji bo malbata wî çêbike.

“Hemû mezinan bikujin”

Dema ku kamyonet gihişt xaçerêyeke nêzîkî gundê Ebû Xeşebê ya ku 90 kîlometreyan li bakurê Dêrezorê ye, ferman li malbatê hat dayîn ku rawestin.

Saet derdora 17:30an bû û komeke çekdar nuqteyek danîbû.

Wê rojê, HSD ji herêmê vedikişiya û çekdarên eşîran ên ku demeke dirêj hevpeymanên HSDyê bûn, aliyê xwe guhertibû û derbasî aliyê hikûmetê bûbûn.

Yek ji çekdaran ku wekî fermandar xuya dikir pirsî, "Hûn ji kû ne?" Mihemed bersiv da, "Reqa."

Çekdar pirsî, "Hûn Kurd in yan Ereb?" Mihemed got, "Em Kurd in lê em ne ser bi ti partiya çekdar an siyasî ve ne."

Fermandarê çekdaran qîriya û got, "Hemû mezinan bikujin."

Malbatê hewl da ku ji wesayîtê dakeve û lava bike da ku wan nekujin.

Lê yekî ji çekdaran guleyek li serê Mihemed xist û ew yekser kuşt.

Êrişkaran paşê dayîk Sara Şahîn Salih kaş kir, ew li erdê da rûniştandin û gule li pişta serê wê xist.

Çekdaran paşê gule li endamên din ên malbatê reşandin.

Sê zarokên bi navên Yûsif (20), Leyla (17) û Evîn (10) hatin kuştin. Her wiha zavayê wan û pismamê wan Mehmûd Ehmed Salihê 26 salî jî hat kuştin.

Şîrîn bi dengê xwe yê bi êş qîriya: Bavo çû, dayê çû

Endamên din ên malbatê hewl da birevin lê çekdaran gule li wan jî reşandin.

Hemû birîndar bûn, di nav wan de Şîrîn Mihemed Saliha 25 salî jî hebû ku hevjînê wê Mehmûd hatibû kuştin.

Şîrîn di nav wê tevliheviyê de telefona xwe derxist û 11 peyamên dengî ji Îsmaîlê pismamê xwe re şandin.

Şîrîn di peyaman de diqîriya û digot: "Bavo çû, Yûsif çû, Mehmûd çû û dayê çû. Ez gazî wan dikim lê kes bersivê nade."

Ev peyamên dengî û dîmenên komkujiyê ji aliyê çalakvanê mafên mirovan Kamêran Osman ve ji Rûdawê re hatin şandin.

Heta ku Şîrînê peyama xwe ya nehem dişand, bavê wê Mihemed Îsmaîl Salih (50), dayîka wê Sara Şahîn (49), birayê wê Yûsif (20), xwişkên wê Leyla (17) û Evîn (10) û hevjînê wê Mehmûd (26) hatibûn kuştin.

Şîrînê lava dikir: "Îsmaîl, guleyek li pişta min ketiye, dibe ku ez bimirim. Zarokên min di destê wan de ne, were wan bibe."

Birîndar li ser rê hatin avêtin

Çekdaran kuştî li pey xwe hiştin, birîndar xistin wesayîtên xwe û ber bi Dêrezorê ve ajot û paşê ew li nêzîkî bajêr li ser rê avêtin.

Li gorî gotina Şîrînê, malbateke ku di rê re derbas dibû birîndar dîtin û ew birin nexweşxaneya giştî ya Dêrezorê.

Birîndar ev bûn: Xezal Mihemed Salih (16), Îbrahîm Mihemed Salih û zarokên Şîrîn û Mehmûd; Şadî (6), Îbrahîm (4) û Levend (2).

Paşê birîndar bi alîkariya cîranan şandin Reqayê û li malan ji aliyê doktorên taybet ve hatin dermankirin.

Gundiyên Ebû Xeşebê jî termên qurbaniyan kom kirin. Di vîdeoyekê de tê dîtin ku zilamek terman nîşan dide û dibêje ew cîranên wan in.

Di roja agirbestê de hatin kuştin

Ev komkujiya bi xwînsarî ku Şîrîn teqez dike ji aliyê "hêzên dewleta Sûriyeyê" ve hatiye kirin, tenê rojekê piştî ku serkirdeyên Kurd li Hewlêrê bi Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack re civiyabûn qewimî.

Di heman roja ku malbatê Reqa terk kir (18ê Kanûna Paşîn), Ehmed Şer ragihand ku wî bi HSDyê re li ser agirbestê li hev kiriye.

Tom Barrack ev rêkeftin pîroz kiribû û li ser hesabê xwe yê Xê gotibû:

"Amerîka pesnê hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dide ji bo hewlên wan ên avaker di gihiştina rêkeftina agirbestê ya îro de."

Ev daxuyanî di demekê de hat dayîn ku hîn xwîna malbata Salih li Dêrezorê ziwa nebûbû.

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin