
Endamê Meclîsa Partîyê ya PWKyê Mehmet Sîrac :Kurdistan Yek Welat e, Rojava, Rojhilat e!
.
Axaftina Endamê Meclîsa Partîyê ya PWKyê Mehmet Sîrac Kaya ya di semînera ku PWK û PSKyê roja 25.01.2026ê, li Îzmîrê, li ser pêşhateyên li Rojava û Rojhilatê Kurdistanê li dar xistin
Kurdistan Yek Welat e, Rojava, Rojhilat e!
Dost û Hevalên hêja, Kurdistanîyên bi rûmet,
Berîya ez dest bi axaftina xwe bikim, li ser navê hemû endam û rêvebirîya Partîya Welatparêzên Kurdistanê têkoşîna miletê me ya li Rojhilat û Rojeva didome silav dikim û şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bibîr tînim.
Weke hûn jî dizanin û dibinin, Îro miletê Kurd di pêvajoyek giran û hessas de derbas dibe. Qetlîam, kuştin, koçberî, zindan kirin û dîl girtin her diçe zede dibe. Lê bele li hemberî vê rewşa kambax li seranserê Kurdistanê hişmendîya neteweyî, hevkarî û têkoşîna miletê Kurd bi hemû şêweyên xwe aktife û di rojeva dine de cîhê xwe digire.
Ji ber van sedeman ez dixwazim axaftina xwe weke du beşên ku bi hevre girêdayî peşkeşi we bikim. Di beşa yekem de li ser Rewşa Rojevayê Kurdistanê ya duyem de jî li ser rewşa Rojhilatê Kurdistanê axaftina xwe bi domînim.
Hevalno, em bi tundî êrîşên ku dewleta Tirkîyê û Rêvebirîya Şamê ya cîhadîst li dijî Miletê Kurd didomînin şermezar dikin. Ev bêdengîya civaka Tirk ûbê helwestîya raya giştî wê di rûpelên dîrokê de bên qeyd kirin. Weke hûn dizanin dewleta Tirkîyê bi salane ew çeteyên ku ji Uygur, Çeçen, Kirgiz, Türkmenistan, Mısır, Afgan, Pakistan, Ereb û kesên krîmînal yên ji kolanên Ewropa kom kirine dixwazin ji wan dewleta ÎŞÎDê ava bike. Îro ew çeteyên hanê li qada Surî di bin fermandarîya wezareta parastinê ya Tirkîyê de li sahê hatine bi cîh kirin. Ev çeteyên hane weke aparatê şer ji alîyê dewletên dagirkeran ve îro li sernserê Kurdistanê li hemberî miletê Kurd bi kar tînin.
Em baş dizanin ku li Rojeva, siyaseta neteweyî ji ber ku di wexta xwe de nebû bersîva pêvajoyê û qels ma, sîyaseta îdeolojîk û entergasîyonê bi piştgirîya hêzên heremê li ser civaka Kurd hat ferz kirin. Ji ber encamên wan polîtîkayên îdeolojîk û entergasîyonê, miletê Kurd îro bi pêngavên dijwar ve rûbirû bûye. Ev siyaseta hanê roj bi roj ji alîyên hêzên desthilatdar û îdeolojîk ve hat hat xurtkirin û dan meşandin. Mixabin em îro bacên encamên wê sîyasetê bi hevre didin.
Weke hûn jî dizanin di destpêka sala nû de Tirkîye û Rêvebirîya Şamê ya ji çeteyan pêk tê, bi çekên giran li Helebê êrîşî taxên kurdan kirin. Xelkê sivil rastî qetlîaman bûn û ji wargehên jîyanê derketin û dest bi koçberîyê kirin. Niştîcîhên taxan hemû sivîl bûn tene hejmarek biçûk ya asayîşê li wan taxan hebû. Ew çekdarên how zarok, jin, kal û hemû niştîcîhên taxan ji xwe kirin armanc û dest bi kuştin û talanê kirin.
Hêzên leşkerî yên girêdayî Hikûmeta Sûriyeyê çend roj in taxên Şêxmeqsûd û Eşrefîyê yên bajarê Helebê, deverên din ku kurd lêdijîn topbaran dikin, êrîşên dijminane pêk tînin. Ew êrîş li deverên din jî bi şêweyek organize roj bi roj zêde dibe û didome û her diçe bi xwe re metirsîyên mezin tîne. Bi qasî agahîyênn bi raya giştî re hatine parve kirin di encama van êrîşan de gelek kuştî û birîndar hene. Bi sed hezaran mirov ji cîhên xwe koçber bûne.
Rêvebirîya Şamê bi hişmendîya nîjadperestî, şowenî ya erebî, bi van êrîşan dixwaze demografîya Helebê û rojevayê Kurdistanê biguherîne û rê li komkujîya gelê Kurd vedike.
Êrîşên Rêvebirîya Şamê yên li ser taxên kurdan û deverên din ên Kurd lêdijîn, ceribandina ji holê rakirina destkeftîyên kurdên Rojavayê Kurdistanê ye, ceribandina, pêk anîna sîyaseta dewleteke unîter, totaliter, erebî ye. Ceribandina hegomanya û desthilatdarîya dewleta Tirkîyê ye li Surî û heremê.
Êrîşên Rêvebirîya Şamê yên li ser heremên kurdan, destpêka rê li ber girtina, statuyeke milî, cografî, sîyasî ya Rojavayê Kurdistanê ye; destpêka rê li ber girtina azadî, demokrasi, edalet, pir rengî û wekhevîya hemû pêkhateyên etnîkî, dînî, mezhebî, civakî yê li Sûrîyeyê ye.
Em cardin bangî Hevpeymanîya Navdewletî dikin da ku demildest rê li ber van êrîşên Rêvebirîya Şamê bigrin. Bê dengî û bê helwestîya raya giştî,bê dengîya hêzên desthilatdar rê li ber çeteyan xweştir dike û wan dike şirîkê komkujîyan.
Êrîşên komên çekdar yên girêdayî Hikûmeta Şamê û Artêşa Sûrîyêyê yên li Rojevayê Kurdistanê û deverên din, êrîşên terorî ne, êrîşê li dijî mirovahîyê ne, em van êrîşan şermezar dikin.
Hemû di heman deman de bangî kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê dikin ku van êrîşên Hikûmeta Şamê yên li hemberî miletê Kurd tên meşandin bi helwesteke yekgirtî şermezar bikin, divê li doza gelê me yê Rojavayê Kurdistanê xwedî derkevin, piştgirîya wan bikin û bi hişmendîya neteweyî tevbigerin. Û rojekî zûtirîn bi hişmendîya neteweyî Dîasporek bi hêz û bi bandora ava bikin.
Em bangî Rêvebirîya Xweser û hemû partîyên Rojavayê Kurdistanê dikin da ku li gorî çerçoweya Konferansa Qamişloyê ya ku roja 26ê Nîsana 2025ê bi beşdarîya hemû partîyên kurdan li dar ketibû tevbigerin. Ji bo berjewendî û bidestxistina mafên neteweyî, demokratik yê gelê me Rojavayê Kurdistanê divê Heyeta Temsîlî ya ku di Konferansa Qamişloyê de hatibû qebûl kirin temsîla gelê me yê Rojavayê Kurdistanê bike. Divê bê şert û merc ew biryarên di konferansa 26 Nîsanê 2025 an li Qamişlo hatibûn girtin rojekî zûtirîn bên bi cîh kirin.
Ji ber wê yeke em dibêjin hemû rêzê li biryarên Konferansa Qamişlo bigirin û ew biryarên hatibûn girtin rêzê lê bigirin. Ew şanda hevbeş ya hatibû diyarkirin, divê rolekî sereke hilgire ser milê xwe û di hemû hevdîtinên bi Şamê û hêzên navneteweyî re li ser navê miletê kurd, li ser navê yekrêzîya mala Kurdî bibe muhatab...
Divê bilî wê şandê li ser navê tu partî û hêzekî din, bazarîya berjewendiyen komî û grûbî neye kirin. Divê hemû alî rêz li biryar û îradeya hevbeş bigire û rê li ber astengîyan veneke. Eger di wexta xwe de rêz li biryar û kiryarên mutebaqata HEWLER û DİHOKê bihata girtin wê rewşa îroyin ya Rojeva cuda buya. Divê ev rastî tu car neyê ji bîr kirin. Berpirsên wê sîyaseta kor, siyaseta ku di şikeftan de asê bûye û ji rastîya demê dûr ketîye mesûlê pêvajoya îroyin in.
Divê rojek zûtirîn ew qayyûm û qomserên ku (Bakur, Qandîl û Îmralî) tahakum û zextên xwe li ser gelê Rojeva û rêvebirîya îroyin hene an jî ferz dikin/kirine, îradeya miletê me yê Rojeva dîl girtine, demildest, destê xwe ji Rojeva bikşînin.Ew bi xwe berpirsên siyaseta têkçûn û xitmandinê ne. Divê hemû alîyên civaka Rojeva li hemberî wan qomseran, qayûman dengê xwe bilind bike û li îradeya 26 ê Nîsanê ya 2025 an li bajarê Qamişlo derketibû holê xwedî derkeve...
Heyeta Temsîlî ya Konferansa Qamişloyê divê ji bo Qanûna Bingehîna federalî, demokratik, wekhev, azad û dadwer pêk were, li gel hemû pêkhateyên neteweyî, etnîkî, dînî, mezhebî, civakî yên Sûrîye û Rojavayê Kurdistanê hevkarî û sîyaseteke hevbeş bihûnin.
Dîaspora di vê pêvajoyê de dikare rolekî sereke bilîze û rê li ber komkujîyan bigire. Ji ber wê yeke li dîaspora
Em weke PWKê di heman deman de dibêjin, bi hemû hêza xwe piştgirîya têkoşîna ji bo statuyeke milî, cografî, sîyasî ya gelê me yê Rojavayê Kurdistanê dikin. Em piştgirîya têkoşîna hemû pêkhateyên neteweyî, etnîkî, dînî, mezhebî, civakî ya gelên hemû gelên Sûrîyeyê û gelê me yê Rojavayê Kurdistanê ya ji bo sîstemeke federalî, demokratik, wekhev, azad û dadwer pêk were dikin.
Em bi hemû şêweyên têkoşîna milî li gel nebîyê Pêşawa Qazî û hevalên wî ne û bi hestên hişmendîya neteweyî piştgirîya serîhildana gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dikin.
Ji 28ê çileya pêşîna 2025ê heta îro, gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, li himberî zilm û zordarîya Rejîma Îslamî ya Îranê serîhildaneke girseyî berdewam dikin.
Weke hûn jî dizanin ew çalakîyên ku li Tehranê bi daxwazên aborî dest pê kirin, bi beşdarîya jinan, ciwanan û beşên herî fireh yên civakê, di qonaxa îro de gihiştine asteke serhildanê ya li dijî rejîmê.
Roj bi roj, dem bi dem li rojhilatê Kurdistanê û seranserê Îranê bûyerên nû diqewimin û rojev zûtirîn diguhere. Pêlên serhildanê li bajaran belav dibe. Hemû netew, pêkhatî û civaka Îranê nerazîbûna xwe li hemberî komara terorîst nişan didin.
Li gelek bajar û qadên xwepêşandinê de gele sivîl tên gulebaran kirin, bi hezaran kuştî hene û hejmara birîndar û girtîyan jî ne dîyare. Komara terorîst ji salên 1979 an vir de li dijî miletê Kurd şerekî dijwar didomîne, Kurdistan bûye cîhê şer û alozîyan. Dewleta îranê ne tene li Kurdistanê li gelek welatên din sîyaseta dagirkerî û terorî didomîne. Di heman deman de miletê kurd bûye muxatabê wan êrî û zilman.
Îro jî em dibinin ku di encama êrîşên Dewleta Îranê yên li dijî vê serhildan û berxwedana azadîyê ya rewa, sivîl û aştîyane ya ku gelên Îranê, Rojhilatê Kurdistanê, Belûcîstan û gelên din dane destpêkirin; heta nuha bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne. Aqûbeta kesên ku hatine binçavkirin nayê zanîn.
Rejîma Îslamî ya Dewleta Îranê bi dehsalan e li ser gelên Rojhilatê Kurdistanê û gelên Îranê, zilm, zordarî, zext, îdam, komkujî, birçîhiştin û hejarîya gelan, bi êrîş û komkujiyên li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê, gelê Belûcîstan û herêmên din, desthilatdarîyâ xwe ya ya li dijî mirovahîyê li ser pîyan dihêle. Lê eşkere ye ku ev Rejîma Îranê ya serdemborî ku dijminê miletê Kurd û maf û azadiyên neteweyî, demokratîk ên gelan e, ketîye pêvajoyeke cidî ya rizîn û tunebûnê.
Em di wê bawerîyê de ku miletê kurd, alîyên sîyasî û hêzên di nav têkoşîna germ de ne bi rîya tifaq û hevkarîyên pratîkî dikarin rê li ber serîhildan û berxwedana gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê xweştir bikin û şertên bidawîhatina pêvajoya Rejîma Îslamî ya Dewleta Îranê bileztir bikin.
Tevî astengî û neçarîya heye, miletê Kurd û netewên din ji bo azadî û paşaroja xwe têdikoşin, Kurd, Ereb, Ecem, Azerî, Lor, Sune û Şîa li qadan, li ser lingane û li dijî dewleta terorîst berxwedanek berfireh nîşan didin. Di derbarê paşerojê de em dikarin gelek têbinîyên xwe peşkeş bikin lê em dizanin ku ev têkoşîn wê bigihîje armanca xwe. Ez naxwazim axaftina xwe dirêj bikim. Xuyaye di rojên pêş de wê ev hevîr gelek av vebigire.
Em cardin êrîşên bixwîn û komkujîyên Dewleta Îranê yên li dijî gelê sivîl şermezar dikin û divê ev êrîş demildest bên rawestandin.
Em bang li saziyên navdewletî, bi taybetî li Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê dikin ku ji bo rawestandina van zext û komkujiyên Dewleta Îranê, helwesteke bi bandor nîşan bidin.
Em bang li hemû kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê û li dîasporayê dikin ku bi şêweyekî hevbeş û bi bandor piştgirîya serhildana azadiyê ya gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bikin. Her wiha em bang li hemû sazî û dezgehên siyasî, sivîl û demokratîk ên cîhanê yên ku alîgirê aştî, azadî, demokrasi, mafê mirovan û dadperweriyê ne dikin ku li dijî van zext û komkujîyên Dewleta Îranê dengê xwe bilind bikin û helwesteke xurt nîşan bidin.
Bêgûman xala destpêkê ya azadîya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê di yekrêzîya gelê me û tifaqa neteweyî, demokratîk ya partiyên siyasî de re derbas dibe. Em Navenda Dîyalogê ya ji bo Hevkarîya Partîyên Kurdistana Îranê ku ji 7 partiyên siyasî pêk tê, bi rêzdarî silav dikin.
Em wek Partîya Welatparêzên Kurdistanê piştgirîya têkoşîna hemû gelên Îranê û gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê ya li dijî zilmê û zordarîyê dikin. Em piştgirîya têkoşîna azadîyê ya gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê, piştgirîya têkoşîna hemû pêkhateyên neteweyî, etnîkî, dînî, mezhebî, civakî ya gelên Îranê û gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê ya ji bo sîstemeke federalî, demokratik, wekhev, azad û dadwer pêk were dikin.
25.01.2026
Mehmet Sîrac Kaya
Endamê Meclîsa Partîyê ya PWKyê

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin