Saziyên çapemeniyê serdana ofîsa Enqerê ya Kurdistan24ê kirin

Saziyên çapemeniyê serdana ofîsa Enqerê ya Kurdistan24ê kirin

.

A+A-

Karvedanên astengiya nijadperestî ya li dijî Kurdistan24ê ya ji aliyê Partiya Zaferê ve didomin. Sazî û rêxistinên çapemeniyê dijî vê kiryarê serdana ofîsa Kurdistan24ê ya Enqerê kirin.Karvedanên astengiya nijadperestî ya li dijî Kurdistan24ê ya ji aliyê Partiya Zaferê ve didomin. Sazî û rêxistinên çapemeniyê dijî vê kiryarê serdana ofîsa Kurdistan24ê ya Enqerê kirin. 

Karvedanên astengiya nijadperestî ya li dijî Kurdistan24ê ya ji aliyê Partiya Zaferê ve didomin. Sazî û rêxistinên çapemeniyê dijî vê kiryarê serdana ofîsa Kurdistan24ê ya Enqerê kirin. Serokên rêxistinan di serdana xwe de dan zanîn ku ger helwestek tund dijî vê kiryara nijadperestî neyê dayîn, pîştî hilbijartinan dê bo çapemeniyê rewş dê xirabtir bibe.

Di heyama ku ji aliye rêxistinên navdewletî ve di warê azadiya çapemeniyê de Tirkiye tê rexnekirin, Tîma Kurdistan24ê ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi salan e bi awayekî bêalî û profesyonel karê xwe dike di dema ji bo şopandina daxuyaniya çapemeniyê ya Umît Ozdag û namzedê Serokomariyê yê Tifaqa Miletê Kemal Kiliçdaroglu de çûne li pêşiya Navenda Partiya Zaferê, rastî astengiyan hatin.

Rêveberên Partiya Zaferê bi hewlestekî nijadperestî destûr nedan ku mîkrofona Kurdistan24ê li ser dîwanê bê danîn. Dijî vê hewesta partiya Zaferê sazî û rêxistinên medya û çapemeniyê serdana ofîsa Kurdistan24ê ya li Enqerê kirin.

Rêveberê Dîsak Basin-Îşê Turgut Dedeoglu kiryarên Partiya Zaferê wek tawan bi nav kir û banga zêdekirina bertekan dijî vê helwestê kir.

Turgut Dedeoglu ji K24ê re diyar kir: “Tiştê ku îro hemberî Televîzyona Kurdistan24ê hatiye kirin dema ku em bertekên tund nîşan nedin sibê dê dijî hemû çapemeniyê bê kirin. Ya rast Partiya Zaferê bi vê helwesta xwe sûcê astengkirina karê çapemeniyê kiriye û destûra Tirkiyê binpê kiriye. Ji xwe azadiya çapemeniyê li Tirkiyê zehmet e û eger em hemberî van kiryarên wiha bêdeng bimînin karê me dê zehmettir bibe.”

Ligel vê yekê rêveberên Sendikeya Rojnamevanên Tirkiyê (TGS) û Komeleya Rojnamevanên Nûjen (ÇGD) jî diyar kirin bi hevkariyeke bihêz ew ê destûrê nedin careke din kiryarên wiha rû bidin.

Seroka Şaxa Enqerê ya ÇGD Demet Aran ji K24ê re ragihand: “Karê çapemeniyê di heyama xwe ya herî tarî de derbas dibe. Hema hema her roj rojnamevan tên darizandin û sizakirin. Heta ku em yekitiya çapemeniyê ava nekin em nikarin ji van rojên tarî derkevin. Em îro hatin piştgiriya hevkarên xwe yên Kurdistan24ê bikin. Hevkarên me karê xwe dikin.”

Rêveberê TGSê yê Şaxa Enqerê Mahîr Bagiş jî got: “Em di her şert û mercan de karê xwe dikin. Ev helweta dijî Kurdistan24ê dijî hêman û rêgezên rojnamevaniyê ye. Li Tirkiyê azadiya medyayê her ku diçe kêm dibe û ev bûyera rûdayî jî berdewamiya vê yekê ye. Em bi tundî ev helwesta dijî K24ê şermezar dikin û destûr nadin careke din ev yêk rû bide.”

Li gorî raporta ji aliye Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas ya sala 2023an de hatiye ragihandin Tirkiye di warê azadiya çapemeniyê de di nava 180 welatan de di rêza 165an de cih digre û tevî hemû astengî û êrîşên nijadperestî, Kurdistan24 her li ser karê xwe ye.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin