Rûsya Leşkerên Xwe yên li Sînorê Ukrayna Vedikişîne

Rûsya Leşkerên Xwe yên li Sînorê Ukrayna Vedikişîne

.

A+A-

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Shoygu dîyar kir ku ewê leşkerên xwe yên li sînorê Ukrayna vekişînin.

Jiber leşkerên Rûsya yên li sînorê Ukrayna, girjîya di navbera her du dewletan de gurtir bûbû û karbidestên Amerîkî û Ewrupî bang li Moskowê kiribûn ku leşkerên xwe ji sînor vekişîne.

Serokê Ukrayna Vladimir Zelenskiy ji Twitterê dîyar kir ku kêmbûna leşkerên Rûsya yên li sînorê welatê wî dê girjîyê daxe û da zanîn ku biryara Moskowê li gor wan erênî ye.

Zelenskiy got ku ew aştîyê dixwazin û bo alîgirên xwe yên navneteweyî jî spasîyên xwe pêşkeş kirin.

Wî berê vê daxuyanîyê bang li Serokê Rûsya Vladimir Putin kiribû ku ew li herêma girjî lê çêbûye bicivin.

Rûsya ji Adarê vir ve li Qirim û li herêma Donbas ya li rojhilata Ukrayna leşker bi cîh dikirin.

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Shoygu da zanîn ku dawî li hîndarîya leşkerên wan yên li sînor hatiye û dîyar kir ku ew dê dest bi vekişînê bikin.

Serokê Rûsya Vladimir Putin jî piştî biryara ser vekişîna ji sînor ji rojnamevan re da zanîn ku ew dikare bi Zelenskiy re li Moskowê bicive.

Berpirsên Ewrupî didan zanîn ku Rûsya bi qasî 100 hezar leşker li sînorên Ukrayna bi cîh kirine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin