Romana Hesen Ildiz "Qal" derket

Romana Hesen Ildiz "Qal" derket

Hesen Ildiz vê carê bi pirtûka "Qal" li pêşberî xwendevanan e. Pirtûka "Qal" ku ji Weşanên Peywendê derket qala çîroka hebûn û tunebûna R. Baran dike.

A+A-

Hesen Ildiz di sala 1991'ê de li gundê Şêwaşiya Şemrexa Mêrdînê hatiye dinê. Li Stenbolê Fakulteya Tibê ya Cerrahpaşayê xwendiye û niha li Berlînê dijî. Wî di sala 2015'an de pirtûka xwe ya yekemîn bi navê "Tirspîvan" (Çîrok, Weşanên Belkî) pêşkêş kiribû niha bi pirtûka duyemîn, bi "Qal"ê li pêşberî xwendevanan e.

 

Di "Qal"ê de, çîroka R. Baran ê ku di navbera hebûn û tunebûnê de asêmayî, yê ku çarseriyê di xwekuştinê de dibîne, tê vegotin. Bidestxistina wateya hebûnê ya ku di wextê şer de bi temamî girîngiya xwe winda dike di romanê de cihekî sereke digre. Li ser têkiliya law û bavan û bi rêya bertekên li dijî norm û rolên civakî, lihevnekirinên takekesî û civakî derdixe pêş.

 

Roman wisa dest pê dike: "Wê yekşema bi baran, piştî nîvro, min -R. Baran- xwe kuşt. Gava min xwe kuşt; mirinê, mîna barana li derve dibariya, bi lez êrîşê şaneyên min dikir. Yeko yeko hemû didan ber qîlên diranê xwe. Wexta ku her şaneyek gez dikir, wek çawa ajalek mirarbûyî gava mere kêrê bide serî û xwîn jê neherike, yê min jî ji tu şaneyên min xwîn nediherikî û bîhna berateyan dihat ji hemûyan. Xuya bû ku ji zû de ew mirar bûne."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin