Rol û keda Kadrî Yildirim di çand, edebiyat û zimanê Kurdî de

Rol û keda Kadrî Yildirim di çand, edebiyat û zimanê Kurdî de

.

A+A-

Aydin Bayram – Murat Ozdemîr (Rûdaw)
 

Zimanzan, akademîsyen û lêkolînerên Kurd ku Mamoste Kadrî ji nêz ve nas dikin, ji Rûdawê re behsa kar, xebat, rol û girîngiya wî ya ji bo çand, ziman û edebiyata Kurdî kirin.

Nivîskar, lêkolîner, akademîsyên, zimanzan û parlamanterê berê yê HDPê, Profesor Kadrî Yildirim, 26ê Adara 2021ê  li Amedê di temenê 62 salî de koça dawî kir. Nivîskar, akademîsyen û lêkolînerên Kurd jî tekeziyê li ser rola wî ya girîng dikin û diyar dikin ku xebatên wî dê ji bo nifşê nû jî rênişander bin û keda wî ti caran nayê jibîrkirin.

Mamoste Kadrî Yildirim, sala 1959an li navçeya Licê ji dayik bû. Wî li medresê xwendibû û paşê jî dibistana mamostetiyê xilas kiribû û 13 sal mamostetiya dibistanê kir. Sala 1984an li Peymangeha Îlahiyat a Zanîngeha Heran a li Ruhayê dest bi xwendina master û doktorayê kir.

Mamoste Kadrî sala 1999an li Zanîngeha Dîcleyê dest bi mamostetiyê kir û sala 2010an bû profesor. Ew li Zanîngeha Artukliyê bû Cîgiriya Rektor û di heman demê de Rêveberê Enstîtuya Zimanên Zindî û Serokatiya Beşa Ziman û Kultura Kurdî kir.

Di perwerdekirina gelek mamoste û xwendevanên Beşa Ziman û Kultura Kurdî de kedeke wî ya berçav heye. Mamoste Kadrî Hezîrana sala 2015an jî li ser lîsteya Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) bû parlementerê Sêrtê.

Nivîskar û lêkolîner Seîd Veroj, Akademîsyen Prof. Abdurrahman Adak, Akademisyên Prof. Dr. Abdullah Kiran, nivîskar û zimanzan Mîkaîl Bulbul, Nivîskar Qahir Bateyî, Zimanzan û lêkolîner Zana Farqînî derbarê rol û keda Prof. Kadrî Yildirim de nêrînên xwe derbirîn û tekezî li ser girîngiya rol, ked û xebatên wî kirin.

Seîd Veroj: Ew qelemeke hêja ya kultur û edebiyata klasîk a Kurd bû

Nivîskar û lêkolîner Seîd Veroj da zanîn ku wî mamoste Kadrî Yildrim di sala 2003yê li Amedê nas kir û got, “Ji roja nasîna me û heta îro dostaniya me dewam kir. Herî dawî, rojek beriya Newrozê, me hev dîtibû. Min jê pirsa tenduristiya wî û xebatên berdest kirin. Wî behsa projeyek pirr giranbiha kir û got; ez li ser eqliyatên dînî û mezhebî yên Kurdistanê dixebitim, min sê cildên destpêka vê projeyê amade kirine.”

Seîd Veroj destnîşan kir ku Yildirim qelemeke hêja ya kultur û edebiyata klasîk a Kurd bû û wiha pê de çû, “Dema min ew nas kir ez edîtorê kovara War bûm, sohbeta me ya pêşî jî li ser edebiyata klasîk a Kurdî bû. Min dît ku mamoste li ser edebiyata klasîk xwedî zanînekê kûr û berfireh e. Xusûsiyetek wî ya girîng, hem perwerda medresê dîtibû û hem jî li akademiyê perwerda modern dîtibû. Qelem û nivisîna wî, bi zanîn û rêbaza vê perwerdeya du alî, diherikî.  Mamoste Qedrî heta vê gavê li ser kultur, ziman û edebiyata Kurdî nêzîkî 20 pirtûk û gelek nivîsên hêja diyarî miletê Kurd kirine.”

Abdurrahman Adak: Rola wî dê neyê jibîrkirin

Akademisyên Prof. Abdurrahman Adak jî wiha behsa xebatên giştî û şexsî yên Mamoste Kadrî Yildirim kir, “Heyama Mamoste Kadrî ya Zanîngeha Artukluyê (2010-2015) ji bo Kurdên Bakur heyameke îstîsnayî ye û bê emsal e. Wê heyamê xebatên Kurdolojiyê ne tenê bi lîsans û lîsansa bilind sînordar bûn, sîrayetî tevahiya zanîngehê, civaka Kurdî û qada navneteweyî jî kiribûn. Mêrdîn bi xebat û çalakiyên curbicur ku em nikarin li vê derê rêz bikin bû navendeke nû ya Kurdolojiyê. Mamoste Kadrî di van xebatan tevan de xwedî roleke mezin bû. Ji ber ku di rêvebiriya zanîngehê de pir aktîv bû hemû kar bi hêsanî dihatin meşandin. Mamoste di medyayê de jî hestên Kurdan pir xweş îfade dikirin, loma ji hemû aliyên civaka Kurdî teweccuheke mezin bo wî çêbû. Artuklu navê qonaxeke taybet e di tarîxa perwerde û çanda Kurdî de. Di vê qonaxê de rola mamoste Qedrî dê neyê jibîrkirin.

Adak da zanîn ku Mamoste Qedrî di medreseyên tradîsyonel ên Kurdan de perwerdeyeke baş a ziman û edebiyata Erebî wergirtibû û wiha domand, “Wî zanebûna xwe ya medreseyê di vekolînên Kurdî de bi kar anî. Mamoste ji pirtûkên Erebî yên li ser Kurdan û ji  yên Kurdî bi tîpên Erebî gelekî hez dikir û di xebatên xwe de ji wan gelekî sûd wergirt. Komkirina van pirtûkan ji bo wî hobiyek bû. Berî ku em bên Mêrdînê em bi hev re li Zanîngeha Diyarbekirê dixebitîn. Ji ber ku min jî perwerdeya klasîk a medreseyên Kurdan dîtibû dihat odeya min û pirsa pirtûkên Kurdî-Erebî dikir. Yanî berî em bên Mêrdînê bi gelekî li Diyarbekirê pêwendiyên me dest pê kiribûn. Di wê demê de me bi hev re li ser edebiyata Kurdî ya klasîk bernameyên televîzyonê jî amade dikirin û me ji wan çavkaniyan gelekî sûd werdigirt.”

Derbarê taybemendiyên Yildirim de jî Adak wiha got, “Dema Mamoste Kadrî hat Mêrdînê di nav hemû karên îdarî de maseya xwe bi van pirtûkan tijî dikir û bênavber dixebitî. Li mala wî jî heman rewş hebû û bê pirtûk dernediket derve jî. Mamoste bi tesîra perwerdeya medreseyê alimekî ansîklopedîst bû û ji zimanên Erebî û Kurdî heta bi edebiyatên Erebî û Kurdî yên klasîk, ji fiqh û tefsîrê heta bi tarîxê, ji teolojiya Îslamê heta bi teolojiya Zerduştî, Elewîtî û Ehlê Heqê û heta bi medrese û terîqetên Kurdan di gelek qadan de dixebitî. Kesên ku wek Mamoste formasyona medreseyê standine gelek in lêbelê yên ku wek wî ev potansiyela xwe ji bo Kurdan xerc kirine pir kêm in. Bi min xweseriya wî ji di vê derê de ye. Ez ji vî aliyî ve Mamoste Qedrî dişibînim M. Emîn Bozarslan. Eger ecelê wî yê muqedder zû nehatiba dê gelek xebatên hêja ji destê wî derbiketana. Cihê wî bihişt be.”

Abdullah Kiran: Xwezî xwe tevlî siyasetê nekiriba

Akademisyen Prof. Dr. Abdullah Kiran jî wiha behsa xebatên mamoste Kadrî Yildirim kir, “Prof. Dr. Kadrî Yildirim bêguman yek ji wan kesan bû ku di van salên dawîn de bi taybetî piştî pêvajoya aştiyê hat destpêkirin, li zimanê Kurdî xwedî derket û di wî warî de xizmet û xebatên girîng kirin. Her wek tê zanîn di sala 2012-2013an de  ji bo ku zimanê Kurdî li zanîngehan jî bê fêrkirin, li Zanîngeha Artûklu û çend zanîngehên din beş hatin vekirin. Ya li Artûkluyê hat vekirin jî navê wê Enstîtuya Zimanên Zindî bû û Kadrî Yildirim jî di bin siwana wê enstîtuyê de wek Cîgirê Rektorê Zanîngeha Artûkluyê xebat û ximetên girîng kirin.”

Kiran amaje bi wê yekê kir ku ji ber xebat û xizmetên Kadrî Yildirim, Kurd minetdarê wî ne û got, “Ez dixwazim vê yekê bibêjim; xwezî wî di mijara siyasetê de piçek lez nekiriba, çimkî dema li akademiyê taybetî cîgirê rektor bû, keysa wî hêj baştir hebû ku ji bo çand û zimanê Kurdî xebat û xizmetê bike. Lê piştî ku tevlî siyasetê bû, çend salên wî bi siyasetê re derbas bûn û mixabin siyaset jî mirovan diwestîne. Kadrî Yildirim piştî ku parlamenteriya wî bidawî bû dîsa vegeriya zanîngehê û ez bawerim wî dê xizmet û xebatên hêjatir jî kiriban, lê jiyana wî dest neda û di temenê xwe yê 62ê de wefat kir. Ew hevalê me bû û dîsa dixwazim bibêjin; xwezî wî zû dest ji zanîngehê bernedaba, çimkî wê demê derfetên pêşxistina Kurdî hebûn û wî dê hêj xizmet û xebatên baştir kiriban û ziman pêşbixistiba. Ez û miletê Kurd her kî xebatekê ji bo zimanê Kurdî bike minetdarê wan in û Kadrî Yildirim jî yek ji wan kesan e ku em bi rêzdarî wî bibîr tînin.”

Mîkaîl Bulbul: Ji bo nifşê nû rêxweşker û rêveker bû

Nivîskar, lêkolîner û zimanzan Mîkaîl Bulbul wiha behsa rola mamoste Kadrî Yildirim di avakirina Kurdolojiyê de û xebat û hewldanên wî kir, “Mamoste Kadrî di avakirina Kurdolojiya Bakurê Kurdistanê de xîmê herî sereke bû. Bi hewldan û kelecehdeke mezin, bêwestan û bêrawestan dixebitî ku bingeha tradîsyoneka akademîk ji bo xebatên ziman û çanda Kurdî çêbibe. Ji bo vê armancê jî, ji bo nifşê nû rêxweşker û rêveker bû. Bi xêra hewildanên wî, yekem car bernameya mamostetiya Kurdî vebû û bi hezaran kes jê derçûn. Dîsa bi xêra hewildanên wî, bernameya asîstanên Kurdî destpê kir û bi qasî 20 lêkolerên ciwan tê de destbi xebatê kirin û niha gelek ji wan li ser Kurdî doktora kirine. Herweha bi hewildanên wî beşa mastera Kurdî vebû ku heta niha zêdetirî 300 kesî tê da xwendiye û tezên li ser ziman û çanda Kurdî amade kirine. Wî ne tenê ji bo xebatên Kurdiya Kurmancî lê ji bo xebatên Kirmanckî (zazakî) jî kelecehdeka mezin dikir û zanîngeha Mêrdînê kir navenda xebatên Kirmanckî.”

Mîkaîl Bulbul herwiha da zanîn ku mamosta Kadrî Yildirim hem di medreseyên Kurdistanê de xwendibû û alim bû û hem jî bi awayekî modern xwendibû û akademîsyenekî hêja bû û got, “Ji bilî xebatên xwe yên akademîk bi kesayetiya xwe jî gelekî balkêş bû. Di jiyana xwe da yekem car ez rastî Kurdekî ewqas nefsbiçûk hatim ku qasî nefsbiçûkiya xwe jî merd bû, bêtirs bû û welatparêz bû. Hertim derdora xwe motîve dikir û pozîtîv bû. Mamosta Qedrî ji kîsê me çû!”

Qahir Bateyî: Xizmeteke bêhempa ji bo Kurdî kir

Nivîskar û weşanger Qahir Bateyî jî bal kişand ser nefsbiçûktiya mamoste Kadrî Yildirim û got, “Min mamoste Qedrî Yildirim sala 2003an nas kir. Mirovekî nefsbiçûk û têra xwe zana bû. Hem evîndarê ziman û edebiyata xwe bû, hem têkoşerekî jîr ê ziman û edebiyata xwe bû. Piştî ku min nas kir û şûnde min her tim dixwast ji zanyariyên wî sûd wergirim. Di civaka me de mirovên wekî wî gelek kêm in. Belkî jî tune ne. Dema ez li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bûm çend seydayên me hebûn. Feqî Huseyîn Sagniç, Mele Kerem Soylu, Mele Celaledîn Yoyler û hwd. Hemû jî kesayetên pir cuda bûn, mirov dema li cem wan bûya mirov hînî gelek tiştan dibû. Xusûsiyetên civaka Kurdan a kevin bi wan re pir zêde bûn. Dema min mamoste Qedrî Yildirim jî nas kir, ez pê hesiyam ku ew jî yek ji wan kesa ye ku di civaka me de zû zû peyda nabin û ji wan kesan e ku bi rabûn û rûniştina xwe, bi tevgerên xwe, bi axavtina xwe gelek tiştan hînî mirov dike. Ji bo wê jî min her tim dixwast ku demdirêj pê re bimînim da ku gelek tiştan jê hîn bibim. Lê mixabin ev derfet qet çênebûn. Her çiqas pêwendiyên me hebûn jî lê derfetên ku ez pê re bimînim çênebûn.”

Qahir Bateyî tekezî li ser “xizmeta bêhempa ya Kadrî Yildirim a ji bo Kurdî” kir û got, “Wî hemû jiyana xwe ji bo pêşxistin û parastina edebiyata Kurdî terxan kiribû. Bi xebatên xwe xizmeteke bêhempa ji edebiyata Kurdî re kir. Hem nefsbiçûk bû, hem kesekî wisa bû ku hemû Kurd jê hez bikin. Di roja me de ku rêxistin û partiyan civak ji hev dûr xistiye, zehmet e ku kesekî rewşenbîr xwe bi hemû derdoran bide hezkirin. Mamoste Qedrî kariye ku cihê xwe di dilê hemû Kurdan de çêbike. Wî bi rêzdarî bi bîr tînim.”

Zana Farqînî: Xebatên wî dê bandorê li nifşên bê jî bike

Zimanzan û lêkolîner Zana Farqînî jî destnîşan kir ku mamoste Kadrî Yildirim dê ti caran neyê jibîrkirin û got, “Em ji ber koçkirina Mamoste Kadrî gelek xemgîn in. Her çiqas her mirin zû be jî, lê ya Mamoste Kadrî ji bo me pir zû bû, lewma em gelek xemgînin. Lê em bi ked û xebata wî jî gelek dilxweş in, ji ber ku wî li pey xwe şop hişt. Ji ber kar û xizmetên xwe yên di warê Kurdolojiyê de dê tim di bîra me de be, zindî be û bi kar, xebat û berhemên xwe li nav me be û em dê jê sûd werbigirin û nifşê nû jî her wisa dê wî jibîr nekin û her bi şikûrdarî wî bibîr bînin.”

Zana Farqîn jî herwiha bal kişand xebatên mamoste Kadrî Yildirim yên di warê Kurdolojî, ziman, dîrok û wêjeya Kurdî de û got, “Mamoste Kadrî di warê Kurdolojî, ziman, dîrok û wêjeya Kurdî de kar û xebatên hêja kirin û şopek hişt ku dê bandorê li nifşên bê jî bike û bo kar û xebatên wan jî bibe rênîşander. Dibe ku Mamoste Kadrî piştî bû Cîgirê Rektorê Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê û Rêveberê Enstîtuya Zimanên Zindî hat naskirin, lê me berî wê jî ew bi xebatên wî yên ji bo ziman, çand û dîroka Kurdî nas dikir. Ew bû parlamenter jî lê bi ya min nasnameya wî ya çandî, zanyarî û Kurdolojiyê mohra xwe hişt û bi ser ket.”

Farqîn bal kişand ser nasnameya Kurd a mamoste Kadrî û got,“Mamoste Kadrî ji gelek kesan re jî bû nimûne; her çiqas bû xwediyê payeya profesoriyê jî, lê wî nîşan da ku Kurd bêyî ku xwe înkar bikin, bêyî ku ji xwebûn, hebûn, nasname û çanda xwe dûr bikevin jî dikarin di karên akademîk de jî berdewamiyê bi karên xwe bidin. Herwiha bû nimûneyeke din jî; ku mirov bibe xwediyê kîjan pênaseyê jî mirov dikare bi nasnameya xwe bijî û xwe bi nasnameya xwe li her derê bide nîşandan û bi nasname û rengê xwe têkoşîna bo mafên rewa yên gelê Kurd bidomîne û mafên bingehîn ku yên mirovahiyê ne di her mercê de biparêze û ji bo vê yekê jî pêşengiyê bike. Lewma em çiqas xemgîn bin jî ji ber wefata wî ya zû, lê tiştek heye ku dilê me rehet dike ku wî bi rastî nav li pey xwe hişt û cihê wî dê her tim li nav me xuya be.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin