Rojnamevanên Kurdistanê û Navenda Metro êrîşa li ser tîma Kurdistan24ê şermezar dikin

Rojnamevanên Kurdistanê û Navenda Metro êrîşa li ser tîma Kurdistan24ê şermezar dikin

.

A+A-

Navenda Metro ya berevanîkirina li mafên rojnamevanan û Liqê Silêmaniyê yê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê êrîşa alîgirên PKKê ya şeva bor li ser tîma rojnamevanî ya Kurdistan24ê li pêş Bijîşkiya Dadî li Silêmaniyê bi tundî şermezar dikin.

Navenda Metro ya berevanîkirina li mafên rojnamevanan û Liqê Silêmaniyê yê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş de tekezî li wê ye kirin, êrîşa li ser tîma rojnamevanan, riftaket e ji xelkê bajarê Silêmaniyê û azadiya derbirînê dûr e û hemû alî bi wê riftarê nîheran bûn.

Diyar kirin jî, wan bi polîsa Silêmaniyê re behsa wê mijarê kirine û daxwaz jê kirine ku komîteyeke lêkolînê derbarê wê êrîşê de were pêkanîn û hokar û encamên wê êrîşê bên aşkerekirin.

Her wiha tekez kir, karê rojnamevanan romalkirin û veguhastina zanyariyan e û nabe bi ti awayî destêwerdanê di karûbarên wan de bike û di dema romalkirin de ji wan re bibêje ku bi vî awayî romalê bikin.

Destnîşan kir jî, ew bûyer bi riya kamîreyên çavdêriyê yên li wî cihî hatiye tomarkirin, divê lêkolîn bê kirin, ta ku bê zanîn ewên li pişt vê êrîşê kî ne.

Şeva borî dema tîma Kurdistan24ê hewl dida zanyariyan li ser kuştina xwediyê xwaringehekê ku şeva borî ji aliyê du çekdarên bi motorsîkletê ve êrîşî wî hatibû kirin û hat kuştin kom bike, alîgirên PKKê li ber Tiba Dadî ya Silêmaniyê êrîşî tîma Kurdistan24ê kirin.

Peyamnêrê me Diyar Cemal ragihand: “Êrîşkar hemû bi zaravayê Kurmancî yê Bakurê Kurdistanê diaxivîn û ji çend aliyan ve êrîşî me kirin û ji me re gotin 'Divê hûn di nûçeya xwe de bibêjin Tirkiye xwediyê xwaringehê kuştiye', tevî ku lêkolînên hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê li ser vê bûyerê didomin û heta niha ti daxuyaniyek ji aliyê dezgehên ewlehiyê ve nehatiye dayîn ku aliyê berpirs ê kuştina xwediyê xwaringehê eşkere bike.”

Li ser çawaniya wê êrîşê, Peyamnêrê Kurdistan24ê eşkere kir: “Dema em li ber Tiba Dadî ya Silêmaniyê bi komkirina zanyariyên li ser bûyera kuştina xwediyê xwaringehekê bûn, hejmarek kes ku em wan nas nakin, êrîşî me kirin û ji me re gotin 'Divê hûn bibêjin xwediyê xwaringehê ji aliyê Tirkan ve hatiye kuştin', lê me ji wan re got, eger belgeyên piştraskirî tune be em ti tiştek ji ber xwe ve nabêjin, heta niha ti zanyariyeke fermî li ser vê bûyerê nehatiye ragihandin û em rojnamevan in û em karê xwe bi awayekî profesyonel dikin.”

Diyar Cemal got: “Piştî ku bersiva me bi dilê wan nebû, ji çend aliyan ve êrîşî me kirin û sivikatî li me kirin, lê me ji wan ti kes nas nedikir, tenê em vê yekê dizanin ku bi zaravayê Kurmancî yê Bakurê Kurdistanê diaxivîn û ji wan ti kes xelkê bajarê Silêmaniyê nebûn.”

Herwiha eşkere kir: “Dema êrîşî me kirin, hêzên ewlehiyê ji bo belavkirina êrîşkaran gulle berdan, lê ji çendîn aliyan ve êrîşî me dikirin.”

Piştre jî Saziya Kurdistan24ê di daxuyaniyekê de ew êrîş bi tundî şermezar kir û tekez kir, ew her dem bi awayekî profesyol li hember bûyeran tevgeriyaye û ti car ji gihandina peyama xwe ya profesyonel û rastbêj sar nabe.

Piştî ku vê êvarê tîma Kurdistan24 ji hêla alîgirên PKKê ve li ber Tiba Dadî ya Silêmaniyê rastî êrîşê hat, em bi awayê herî tund vê kiryarê şermezar dikin.

Mixabin ew êrîş ji hemû nirx û bingeha mirovahiyê dûr e û destdirêjiya li ser azadiya karê medyayê ye.

Em li vir ji hemû aliyan re radigihînin ku Saziya Kurdistan24 her dem bi awayekî profesyol li hember bûyeran tevgeriyaye û ti car ji gihandina peyama xwe ya profesyonel û rastbêj sar nabe.

Em pêwîst dibînin ku spasiya wan hêzên ewlehiyê bikin ku li ber Tiba Dadî ya Silêmaniyê hatin alîkariya tîma me, spas û pêzanînên me ji bo rojnamevanên hevkar û berpirsên navend û sendîka û rêxistinên mafên rojnamevanan û azadiya rojnamevaniyê hene, ku li hember vê reftara neberpirsane ya alîgirên PKKê, dengê xwe bilind kirin û ev êrîş şermezar kirin.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin