Rêveberiya Xweser Kampa Holê vala dike

Rêveberiya Xweser Kampa Holê vala dike

Rêveberiya Xweser Kampa Holê vala dike

A+A-

Rêveberiya Xweser biryar da, rê bide malbatên li Kampa Holê ku dixwazin ji kampê derkevin. Bi taybetî jî awareyên ku ji derdora Hesekê ne û li kampê niştecî ne.

Li ser bingeha civîna roja pêncê vê mehê ya navbera îdareya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Sûriya Demokrat (MSD), Desteya Karûbarên Civakî û Kar û Desteya Navxwe, Hevserokatiya Encûmena Cîbicîkar a li îdareya Rêveberiya Xweser biryara hejmara 146, biryar hatiye derxistin.

Li gor biryarê, hemû malbatên ku welatiyên Sûriyê ne, ji kampê dikarin derkevin û vegerin cih û warên xwe.

Kampa Holê ku 40 kîlometre li rojhilatê Hesekê yê rojavayê Kurdistanê ye, li gor amarên Neteweyên Yekbûyî 65 hezar kes tê de hatine niştecîkirin. Hemû malbat û xizmên wan çekdaran in ku di nava DAIŞê de bûn. Piraniya niştecîkiriyan, hevjîn û zarokên çekdarên DAIŞê ne. Hinek ji wan biyanî ne. Beşek ji wan ji Iraqê ne û beşek jî welatiyên Sûriyê ne.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin