Resensîyonek li ser pirtuka nivîskar Sven Smedbeerg

Resensîyonek li ser pirtuka nivîskar Sven Smedbeerg

.

A+A-

Nuri Aldur  

Navê pirtukê : November - Heidruns Förlag,2021    Pirtûk  203 pele.

Pirtuka ”November” romaneke nûye û bi formeke taybet hatîya nivîsandin anjî merov karê weha bêjê ku nivîskar Sven Smedberg berhema xwe bi metodeke cûda(ku di lîteratûrêde, bawerim, navê vê formê dibét ku ”forma serbest” be) bi kar anîye. Bê goman roman xwedî babeteke û ew babet li ser çend kesan û malbatana. Ji serî ta dawî heman ferd di fokûsêdene, lê dem dem  evan ferdan hûndadibin anjî qala wan nayê kirin – û hingî tiștnedîn, mîna manzareyên der û dor, serpêhatîyên kevn û hadîseyên ku hîç li gel qahramanên romanê tunebin, dûr û dirêj tên gotin û îzahkirin. Di destpêkêde merov car carna tema romanê jibîrdike û dikevê xeyalande bê ma tema li ser çîye. Bi gotinekedin em karin weha bibêjin – ku hîseke wilo çêdibêt ku merov dibêt girêdaneke hevok-rêzan û babetan tuneye! Lê bê goman piștî demekê, mîna ku merov ji xew șîyardibê, navê qahramanên romanê dîse binavdibin û merov wek xwendevan di hizirê û ferq dike ku girêdanek heye û hevok û gotin pev tên girêdan û babet jî dibêt yek.                                                                 

Lê ne hêsana ku merov wek xwendevan bikarêt van cûdatîyên romana ”November” ferq bike. Bo wilo jî em dibêjin ku ev romaname ne mîna gelek romanêndin hatîye nivîsandin û amadekirin û helbet ne șerte jî ku hemî roman bi yek awayî anjî bi heman metodê bên nivîsandin – gelej nivîskar ku taybetmendîyên xwe anjî metodên xwe hene, mafê xwe ne ku rêça/metoda xwe yî hêja berdewambikin. Sven Smedberg jî ev metod hilbijartîye û li gor cesaret û ronakbîrîya xwe di karê xwe de serbest- û bi serketîye û em wî di vê hûner- û berhema wî ya nû de pîrozdikin. Her çiqas zehmetîyên vê metodên hebinjî, dîse wek xwendevan her meraqek heye ku ma gelo piștre wê çibêt anjî wê kîbêt û merov dixwazê her xwendina pirtukê berdewambike. Nivîskar gelek nokta û dîtinên baș û xweș jî bi tema xwe ve girêdana û belkî evan hevokanin/fenomenanin ku romanê li cem xwendevan hê bêhtir meraqê çêdike û temayê atraktîvtir dike.

Emê bi çend hevok- û dîtinên nivîskar vê resensîyonê bi xemilînin û dawî li nivîsa xwe bênin:

”Ez dinivîsênim û ev têt wateya ku ez gotinê bo gotinekedin çêdikim/avadikim.”(1)        

”Yewnanîyên kevn rastîtî didana hemberî jibîrbûnê. Derew û bîranîn têkçûbûn anjî demeke gelekî piștre hatine afirandin.Lê evî tiștî, tû zahmetî, bo yewnanîyan çênedikir. Ez tenê karim qala serpêhatî û bîranînên xwe bikim...Bîranînên min yên li ser wê mîna sîhekêne, ew sîhe ne dîyarîbûneke di can de/rûh de.”(2)

”Bașîya daneheva êzingan anjî daran min ji midbexê- û pirtukan hinekî durdike.”(3)

”Șixûl û karên fizîkî arîkarîya xweș hizirînê dike- û hizrên baș jî zelaltir dike”.”(4)

”..Jin. Dema em li ser we bi axivin, mîna em li ser bihiștê di axivin - xweșikbûn û xweșî, delalbûn.Her dem ciwanî,  her dem xweșî û xweșikbûn.”(5)

”Di ba de qahrek/acizbûnek di mênê,  Li dor xanîyên min de telașek/tirsek heye, Di acizbûnêde kêfxweșî di mênê.”(6)

Çavkanî  1) rûpel 9, 2) rûpel 55, 3) rûpel 73, 4) rûpel 122,  5) rûpel 126, 6) rûpel 189                   

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin