Muxtar ji bo protestkirina nebûna xizmetguzariyan derket ser stûna elektirîkê

Muxtar ji bo protestkirina nebûna xizmetguzariyan derket ser stûna elektirîkê

.

A+A-

 Muxtarê Gundê Bilokanê yê navçeya Dara Hênî ya Çewlikê Aga Babayîgît, ji bo nebûna xizmetguzariyên li gundê xwe protesto bike, derket ser stûna elektirîkê.

Muxtarê Gundê Bilokanê Aga Babayîgît diyakir ku tu xizmetguzarî ji gundê wan re nehatiye kirin. Babayîgît ku xwest vê rewşê protesto bike, derket ser stûna elektirîkê û dîmenê protestoya xwe ji Rûdawê re şand.

Aga Babayîgît dema hilkişiya ser stûna elktrîkê, destnîşan kir ku ew endamê AK Partiyê ye û bang li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan kir.

Muxtar rexne li Rêveberiya Giştî ya Rêbeja û Xizmetên Gundan û TEDAŞê girt ku ti xizmetguzarî bo wan pêşkêş nekirine.

"Bila Komara Tirkiyeyê bibe şahidê min"

Aga Babayîgît amaje bi wê yekê kir dema bo daxwaza pêşkeşkirina xizmetguzariyan diçe dezgehên hikûmetê, ti kes guhdariya wî nake û ji serê stûna elektirîkê wiha bang kir:

 “Bila Komara Tirkiyeyê bibihîze. Ez banga raya giştî ya Tirkiyê dikim. Birêz Serokomar ez endamê rêveberiya AK Partiyê me. TEDAŞ, Rêveberiya Rêyên Bejayî û Rêveberiya Xizmetguzariyên bo Gundan, gundê Bilokan piştguh kirine. Xizmetguzarî ji bo me nayên kirin. Ez Aga Babayîgît im, muxatrê gundê Bilokan ê navçeya Dara Hênî li Çewlikê me. Ez di heman demê de xaziyê şerê Qibrisê me. Ez îro hildikişim li ser vê stûnê. TEDAŞ, dezgehên fermî, kompanî bi me re eleqedar nabin. Ez dixwazim raya giştî ya Tirkiyê dengê min dibihîze. Bila Komara Tirkiyeyê bibe şahidê min.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin