Radyoya Kurdî di rojnama Rêya Teze de

Radyoya Kurdî di rojnama Rêya Teze de

.

A+A-

Rohat Alakom

Wezîrê Eşo di nivîseke xwe de qala bîranîneke xwe dike ku gelek balkêş e. Ew li Tiflîsê gelek caran rastî dengbêjê kurd Şeroyê Biro tê ku di xortaniya xwe de bi dengê xwe çiya û banî hejandine.

 Radyoya Kurdî di sala 1955an de li Ermenîstanê hatiye vekirin, di nav kurdan de wek Radyoya Rewanê yan jî wek Radyoya Kurdî hatiye zanîn û navandin. Di destpêkê de wek “Beşa Kurdî” (bi ermenkî: K’rdakan bajin, Քրդական բաժին) ya Saziya Radyo û Televîzyona Dewleta Ermenîstanê vebû. Adrêsa wê: “Mravyan 5” bû. Di qatê 3an yê vê avahiya mezin de ji bo Beşa Kurdî sê ode hatine veqetandin. Di navbere salên 1955-1957an de Casimê Celîl, paşê jî Xelîl Mûradov ji sala 1957an heta sala wefata xwe (1981) qasî 24 salan wek berpirsê Radyoya Kurdî kar kiriye. Jina wî Eznîva Reşîd (1926-2000) bi salan wek bêjera radyoyê xebitiye. Di meşandina karên Radyoya Kurdî de bi taybetî keda endamên malbata Casimê Celîl, Xelîl Mûradov û kesên din gelek mezin bûye. Di salên 1980î de qasî 7 kesan kar kirine, wek Rêya Teze çar beşên wê hebûn. Demekê Emma Çaçan (keça Aramê Çaçan) jî li wir wek sekreter xebitiye. Têmûrê Xelîl di navbera salên 1981-1984an de wek serwêrê para çandî li wir kar kiriye. Dema dibêjin kurdên Sovyetê bêgûman navê rojnama Rêya Teze û Radyoya Rewanê tê bîra me. Di nav rûpelên Rêya Teze hin caran em rastî mijara Radyoya Rewanê jî tên, wek nivîsên Xelîl Mûradov[1], Ahmedê Gogê[2] û Babayê Keleş[3]...

Nivîseke Babayê Keleş bi navê: “Êrêvan xeber dide dide”
(Rêya Teze, 24-3-1977)

Dema Radyoya Kurdî û Rêya Teze di destpêka sala 1955an de vebûne, herduyan jî gelek deng vedane. Di nav kurdan de bûye sedemê şabûneke cotane. Heman salê di hejmareke Rêya Teze de em wênekî gelek xweşik dibînin ku çend xwendekarên kurd, du keç û çar xort li dora radyoke mezin berhev bûne, bi baldarîke mezin radyoyê guhdar dikin û bi radyoyê re hatine kilîtkirin.[4] Di çend wêneyên din de jî em hin kurdên ku li dora radyoyên xwe berhev bûne û guh didin radyoyê, dibînin. Di nav van kesan de zarok, ciwan, dê û bavên wan, kesên salbihurî xuya dikin. Carina hin wêne bi notên kurt wek nûçe hatine weşandin.[5] Radyoya Rewanê di salên destpêkê de bala guhdarên kurd çawa kişandiye û kela canê wan çawa bilind kiriye em bi awakî baştir di van wêneyan de dibînin. Di destpêkê de hejmara dengbêj, sazbend û muzîsyenên kurd ewqas zêde nîn bûne, dengbêj û hunermendên wek Ahmê Çolo, Etemê Silto, Aşiq Nazûk û Şamilê Beko jîyana kurdan ya mûzîkê rengîn kirine. Koma Şamilê Beko hê di salên 1930yî de dest bi karên mûzîkê dike û li gund, nehiye, bajar û komaran geriyaye, tevî şahiyan bûye. Paşî koma Sûsika Simo jî tê nasîn. Yek ji wan kesên ku di festîvalên komên xweefrandar de bi deng û bi kilamên xwe hatiye hezkirin jî Seîdê Silo bûye. 

Çend jinên kurdên Gurcistanê guh didin mûzîk
û nûçeyên kurdî yên Radyoya Rewanê
(Rêya Teze, 26-4-1956)

Bi kurtî dikarin bêjin ku Şeroyê Biro, Efoyê Esed, Ahmedê Mirazî, Egîdê Têcir, Sûsika Simo û Gulîzera Etar di van salan de gelek alîkariya Radyoya Kurdî jî dikin. Sazbend û muzîsyen Şamilê Beko û Egîdê Cimo bi fîq, bilûr û meyê gelek meqamên ji hev xweştir lêxistine. Bi kilama “Welatê me Kurdistan e” hestên netewî hêdî hêdî di nav kurdan de gur dibin. Tê gotin ku berê di tekstê vê kilamê de ev îfadeya hebûye: “Kurd û ereb bira ne”, lê paşê kurdan ew guhartiye, kiriye: “Kurd hemû bira ne”.[6] Çawa em dibînin ku warên xebatên Radyoya Kurdî, dengbêjên kurd û komên kilam û reqasê gelek caran nêzîkî hev bûne û bi tevayî beşeke bingehîn ya çanda kurdên Sovyetê pêk anîne.

Bêjer (spîker) Eznîfa Reşîd li ber mîkrofonê
(Rêya Teze, 1958.)

Hersal li Sovyetê herweha li Ermenîstanê 7 meha gulanê wek Roja Radyoyê hatiye pîrozkirin. Ji ber vê roja Rêya Teze jî dema ev roja watedar nêzîkî bûye di derbarê rojê, dîroka wê û herweha Radyoya Rewanê ya bi zimanê kurdî daye nasandin û nivîsên cihê belav kirine. Berpirsê Radyoya Kurdî Xelîl Mûradov[7] û Ahmedê Gogê[8] hin caran bi nivîsên xwe derketine pêşberî xwendevanên kurd, di derbarê kar û xebatên xwe de agahiyên kêrdar dane. Di warê danasîna Radyoya Kurdî de çend reportajên Karlênê Çaçanî[9] gelek hewaskar û fêrkar in. Di reportajeke sala 1958an de Karlênê Çaçanî berpirsê radyoyê Xelîl Mûradov û bêjera wê Eznîva Reşîd dide nasîn û di nivîseke din de jî bi çar dengbêj û sazbendên ciwan re li ser karên wan reportajeke balkêş çêkiriye.[10]

Çêlekdoşa kurd C. Lewendî li pey xebatê “Kilama ji Yêrêvanê” guhdar dike
(Rêya Teze, 1-14-1958)

Nivîseke Babayê Keleş jî bala me dikşîne: “Yêrêvan Xeber dide”.[11] Babayê Keleş di vê nîvîsa xwe de diyar dike ku di sala 1977an de ji der redaktorê berpirse Xelîl Mûradov van kesan di Radyoya Kurdî de kar dikir: Mirazê Evdo, Ahmedê Gogê, Sîma Semend, Cemîla Celîl, wek wergêr Îşxanê Eslan û wek bêjer jî Keremê Seyad, Eznîva Reşîd û Sêvaza Evdo. Piştî 12 salan em bi wêne di nûçeke din de navên van xebatkarên Radyoya Kurdî dibînin: Cemîla Celîl (redaktor), Lûsya Huseyn (bêjer), Ahmedê Gogê (serwêrê parê), Gulîzera Casim (bêjer), Hesenê Mehmûd (redaktor), Keremê Seyad (bêjer) û Îşxanê Eslan (redaktor).[12] Karlênê Çaçanî û Babayê Keleş bi vî awayî rapor û nûçeyên xwe ji Radyoya Kurdî radigihînin û vê saziyê bi xwendevanan didin nasîn. Di hin nivîsan de bêjer û xebatkarên Radyoya Rewanê dîtinên xwe jî di derbarê mijarên cihê de dîyar kirine, wek Eznîva Reşîd[13] û Keremê Seyad[14].

Dema dengê Karapetê Xaço ji aliyê Radyoya Kurdî de tê qeyd kirin
 (Rêya Teze, 1-5-1977)

Di sala 1958an de Karlênê Çaçanî diçe seredana Radyoya Rewanê. Berpirse beşa “Zaynadarane” Silva Ananyan wî dibe oda ku “... qeytanên kilam û sazbendîya cimaeta kurda têne xweykirinê. Reqema kilam û miqala dighîje 250”. Qasî 20 sal derbas dibin, berpirsê beşa kurdî Xelîl Mûradov di nivîseke xwe de (1979) dîyar dike ku hejmara van qeydan gihîştiye 1300 perçan. Di warê qeydkirina kilam û miqamên kurdî de Xelîl Mûradov gelek hewl daye. Wî li ser vê pirsgirêkê nivîsîye jî.[15] Xelîl Mûradov ligel nivîseke xwe dema ku dengê wî tê qeydkirinê wênekî Karapetê Xaço jî weşandiye.[16] Ahmedê Gogê ku piştî Xelîl Mûradov (1981) dibe berpirsê Radyoya Kurdî di nivîsa xwe dîyar dike ku wextên weşanê yên Radyoya Kurdî  her çûye zêde bûye: “Xeberdanên radîoêye kurdî pêşîê 15 deqe bûn, paşê bûne 30 deqe, lê niha sehet nîvekin”. Di dawiya nivîsa xwe de ew nîşan dide ku ew ê alîkariya tevgerên perestroyka û glasnostê bikin: “Em  dixebitin, wekî qewlê warguhastinê (nûjenkirin), demokratîaê, eşkeretîêda rast û ser derece blind emrjîyîna Sovêtîê bidne kivşê”.[17]

Dengbêja navdar Sûsika Simo
(Rêya Teze, 16-10-1958)

Berpirs û hevkarên radyoyê, organên ragîhandinê wek organên di xizmeta gel de dîtine. Ji ber vê nêrînê, berpirsê Radyoya Kurdî Xelîl Mûradov, Radyoya Kurdî wek organeke “Gazêta bê kaxez û bê hidûd” daye nasandin, Radyoya Kurdî û Rêya Teze nêzîkî hev kirine, wek hevalcêwiyan dîtiye.[18] Bi kurtî em dikarin bêjin ku Radyoya Kurdî bi gelek nûçe, nivîs û wêneyan dengê xwe tevî dengê Rêya Teze kiriye, bi vî awayî dengê cimaeta kurd di van salan de li Sovyetê û li hemû cîhanê xurttir kiriye. Navendên herdu weşanan li bajarê Rewanê û nêzîkî hev bûne. Armanca herduyan ya bingehîn jî di nav cimaeta kurd de pêkanîna toreke ragîhandinê ya baştirîn bûye. Endamên xebatkarên Radyoya Kurdî gelek caran bi çalakiyên xwe, xwe di rûpelên Rêya Teze de dîtine. Rêya Teze carina tek tek carina jî wek kom wêneyên xebatkarên Radyoya Kurdî weşandine ji bo guhdar ne tenê dengê wan, wek mirov wan bi çavên xwe jî bibînin. Bi kurtî di navbera Radyoya Kurdî û Rêya Teze de hevbandorî û pevguhastineke berbiçav hebûye. Min di vê beşê de xwest ku bi kurtî tenê cîh û îmaja Radyoya Kurdi di nav rûpelên Rêya Teze de nîşan bidin.

DENGBÊJÊN KURD DI RÊYA TEZE DE

Di nav nûçe û nivîsên ku di derbarê çand û huner de di Rêya Teze de derketine beşa here rengîn bêgûman yên li ser dengbêj û muzîsyenên kurd in. Rêya Teze hertim ev kesên hunermend derxistiye pêş, ew bi tekst û wêne dane nasandin, em li vir beşeke van çavkaniyan wek jêrenot rêz dikin.[19] Di nav van dengbêjan de hin kes ermen bûne, wek Karapêtê Xaço, Dawitê Xilo, Aramê Tîgran... Ji vana malbata dengbêj û muzîsyen Aramê Tîgran ligel çend malbatên din di sala 1966an de ji Sûriyê koçberî welatê kal û bavê xwe Ermenîstanê dikin.[20] Heman salê rojnama Rêya Teze ligel endamên mala Aram hevpeyvîneke gelek balkêş dike. Di vê hevpeywînê de ew di derbarê têkiliyên xwe û kurdan dikin. Di cîhekî de dîyar dikin ku ew li bajarê Qamişlo cînarê malbata Cegerxwîn bûne: “Cegerxwîn cînarê me yî lapî nêzîk bû. Şev û ro em û ew mala hevdu bûn, Kehla jina wî me ra mînanî xûşka bû, lê Sînema qîza wî ber çevê me mezin bû. Cegerxwîn gelekî ji Aram hiz dikir, dibir kêleka xwe dida rûniştandinê û Aram jê ra bi seheta distra...” [21] Di kilama xwe ya bi navê “Biçim, biçim” de Aramê Tîgran qala vê koça malbata xwe ya sala 1966an dike: “Diçim li vir namînim/Bese derda hilînim...”[22] Kesên ku enstruman û amûrên mûzîkê (wek bilûr, mey, zirne, fîq û saz) bi kar anîne jî jîyana mûzîka kurdî rengîn û dewlemend kirine. Piraniya wan di Radyoya Rewanê de kar kirine, dengê xwe gîhandine kurdên li hemû perçeyan.

RÊYA TEZE BÛYE HÊZEKE XURT

Di Rêya Teze de em rastî beşên wek “Ji cêrga dengbêj û sazbendêd me” tên ku ew li wir hatine nasandin. Ev nivîs û nûçe bêgûman li bal wan coş û kelecaneke mezin peyda kiriye, ew teşwîq kirine. Di nav van nivîskaran de kesên ku zêde ev nivîs amade kirine û weşandine herdu muzîsyenên jin Cemîla Celîl û Nura Cewarî, berpirsê Radyoya Rewanê Xelîl Mûradov û kurê wî Têmûrê Xelîl, nivîskar û lêkolerên wek Wezîrê Eşo, Emerîkê Serdar in... Belê mirov dikare bêje ku Rêya Teze bi weşanên xwe yên mûzîkê bûye hêzeke xurt ji bo van hunermendan ku bi dengê xwe alîkarîke mezin dane pêşketina çanda kurd.

Kal û pîr, zar û zêçên kurd dema mûzîka kurdî li dora radyoyê herhev bûne
 (Rêya Teze, 20-6-1958)

Wezîrê Eşo di nivîseke xwe de qala bîranîneke xwe dike ku gelek balkêş e. Ew li Tiflîsê gelek caran rastî dengbêjê kurd Şeroyê Biro tê ku di xortaniya xwe de bi dengê xwe çiya û banî hejandine! Li gorî Wezîrê Eşo dema ew li Tiflîsê rastî Şeroyê Biro hatiye, êdî ew kal bûye. Ev yeka navê pirtûkeke wî jî pêk tîne: “Dengbêj kal bibû”. Dema ew rastî hev hatine, Şeroyê Biro hertim ji berîka xwe hejmareke Rêya Teze derdixe nîşanî Wezîrê Eşo dide: “Û Şero dîsa destê xwe dive cêva berîê, rojnema Rya Teze derdixe, bi fesal vedike û dirêjî lawika dike. Paşê ji destê wan digre û dîsa bi fesal dike cêva xwe. Ewî usa ew rojneme dirêjî xelqê dikir û paşta hildida-teê qeyî bigota hinekê dinê ji destê wî birevînin û ewê bê tiştekî herî ezîz bimîne”.[23]

QEREQELE WEK GUNDEKÎ DENBÊJ HATIYE NASÎN

Belkî ev nivîsa ku Şeroyê Biro di berîka xwe de li ser xwe gerandiye, ev nivîsa Xelîl Mûradov e ku wî di sala 1977an de di derbarê Şeroyê Biro de nivîsîye û di Rêya Teze de weşandiye.[24] Şeroyê Biro ji gundê Qereqelê hatiye dinê ku li aliyê herêma Surmeliyê dima. Ev gundê Qereqelê niha tune ye, li gorî lêkoler Mucahîd Hûn li cîhê wê gundekî bi navê Surmelî heye ku bi Qulpê re girêdayî ye. Qulp (Tuzluca) wek tê zanîn di nav sînorê bajarê Îdira îroyîn de dimîne. Ji hemû vê herêmê re berê “Sûrmelî” yan jî “Çela Sûrmeliyê” hatiye gotin. Nivîskarekî ermen Avetik Îsahakyan dibêje ku demekê du şivanên wan hebûne ku ji gundê kurdan Qereqelê û Palemûtê bûne, Mexso bi bilûrvaniya xwe û Haco bi dengbêjiya xwe navdar bûye. Wisa xuya dibe Qereqele wek gundekî dengbêj û muzîsyenan hatiye nasîn.[25] Çawa me li jor jî bi kurtî dît du organên medyaya kurdî ango Rojnama Rêya Teze (1930-2020) û Radyoya Kurdî (1955-2022) him wek du hewldanan li ser pêşketina çanda kurdî û him jî li ser hev bandûreke mezin hîştine.

* Ev hemû wêne piştî salan cara yekem Gazete Duvarê tên weşandin

Jêrenot:

[1] Xelîl Mûradov, Gazêta bê kaxiz û bê hidûd, Rya Teze, 5-5 -1979.
[2] Ahmedê Gogê, Bona roja radîoê-Mecala Zor, Rya Teze, 6-5-1989.
[3] Babaê Keleş “Yêrêvan xeber dide...”, Rya Teze, 5-3-1977.

[4] Di derbarê vî wêneyî de em di hejmareke Rêya Teze de dixwînin ku komek xwendekarên kurd ku di Unîversîteya Rewanê ya li ser navê V.M. Molotov de perwerde dibin, Radyoya Rewanê guhdar dikin,. Ji çepê Ordîxanê Celîl, Celîlê Celîl, Sîma Semend, Şerefê Eşîr, Êmma Usiv, Mecîtê Bişo û Îlîçê Reşîd. Binêre: Rya Teze, 27-2-1955.
[5]  Di wênekî de neferên malbata Mehmûdê Nado xuya dikin, Rya Teze, 20-3-1958 û di wênekî din de jî neferên mala Eslanê Cimo hene, Rya Teze,9-10-1958.
[6] Celîlê Celîl, Radyoya Kurdî li Yêrêvanê û Bingehdanîna Wê (Bona 50 Saliya Radyoya Kurdî li Yêrêvanê), Bîr, hejmar 3/2005.

[7] Xelîl Mûradov, Radîo qulixî cimaetê dike, Rya Teze, 5-5-1963. Xelîl Mûradov, Roja Radîoê, Rya Teze, 7-5-1980.
[8] Ahmedê Gogê, Bona roja radîoê-Mecala zor, Rya Teze, 6-5-1989. Di heman rûpelî de koma xebatê ya Rêya Teze bi wênekî xuya dike, wek Cemîla Celîl, bêjer Lusya Huseyn, serek Ahmedê Gogê, bêjer Gulîzera Casim, Hesenê Mehmûd, bêjer Keremê Seyad û redaktor Îşxanê Eslan.
[9] Karlênê Çaçanî, Bi pêlê radîoê. Rya Teze, 8-5-1958 (Bi wêneyê Eznîva Reşîd).
[10] Karlênê Çaçanî, Dengbêjêd me, Reportaj, Rya Teze, 16-10-1958.
[11] Babaê Keleş, “Yêrêvan Xeber Dide”, Rya Teze, 5-3-1977.
[12] Koma xebatkarêd para xeberdanêd radîoêye kurdî, Rya Teze, 6-5-1989.
[13] Eznîva Reşîd, Dotêd kurda derheqa roja xweye îroyîne bextewarda distrên, Rya Teze, 8-3-1962.
[14] Eskerê Boyîk, Dîktorê hizkirî: Keremê Seyad. Rya Teze, 10-1-1968. Peyva dîktor li şuna bêjer hatiye bikaranîn.
[15] Xelîl Mûradov, Fonda meye kilama û dengbêjêd me, Rya Teze, 20-1-1971.
[16] Xelîl Mûradov, Karapêtê Xaço- Ji Cêrga Dengbêj û sazbendên me, Rya Teze, 1-5-1977.
[17] Ahmedê Gogê, Bona Roja Radîoê-Mecala zor, Rya Teze, 6-5-1989.

[18] Xelîl Mûradov, Gazêta bê kaxez û bê hidûd, Rya Teze, 5-5-1979.
[19] K. Çaçanî, Konsêrta pêşîn, Rya Teze, 11-12 1958 (Susika Simo û Porsora Ûso). Karlênê Çaçanî, Dengbêjêd me: Sûsika Cimo, Mecîtê Silo, Zadîna Şekir, Egîtê Cimo, Rya Teze, 16-10-1958. Eznîva Reşîd, Dotêd kurda derheqa roja xweye îroyîne bextewarda distrên, Rya Teze, 8-3 1962. Emerîkê Serdar, Kompozîtora kurd bû mêvanê me, Rya Teze, 5-9-1963. Emerîkê Serdar, Çend gilî derheqa aşiqê hizkirîda, Rya Teze, 26-7-1964 (Di derbarê Ahmê Çolo de). Egîtê Şemsî, Sazbendê merîfet, Rya Teze, 23-1-1966 (Di derbarê Egîtê Cimo de). Cemîla Celîl, Kulfetêd kurda dengbêj, Rya Teze, 8-3-1968. Keremê Seyad, Xweya deng nazik, Rya Teze, 6-3-1971 (Di derbarê Zadîna Şekir de). Emerîkê Serdar, Dengî li dinêbe, Rya Teze, 27-10-1971 (Di derbarê Kubara Xudo de). Xelîlê Çaçan, dengbêj û sazbendên me: Bêmalê Keko, Xelîlê Evdile, Rya Teze, 11-9-1976. Xelîl Mûradov, Ji cêrga dengbêj û sazbendên me: Şeroê Biro, Rya Teze, 20-8-1977. Xelîl Mûradov, Ji cêrga dengbêj û sazbendên me: Karapêtê Xaço, Rya Teze, 1-5-1977. Nûra Cewarî, Dengbêjê beyt-serhatîya (Di derbarê Egîdê Têcir de), Rya Teze, 11-2-1981. Têmûrê Xelîl, Sazbend û dengbêjêd me: Dengî dinêbe, Rya Teze, 30-6-1980 (Di derbarê Memoyê Silo de). Têmûrê Xelîl, Bêmalê Keko, Rya Teze, 14-3 1989. Wezîrê Eşo, Şamilê Beko, Rya Teze, 28-11-1990.

[20] Emerîkê Serdar, Şedê du emra, Rya Teze, 5-12-1966.
[21] Emerîkê Serdar, Şedê du emra, Rya Teze, 5-12-1966.
[22] Xelîl Mûradov, Ji cêrga dengbêj û sazbendêd me: Aramê Tîgran. Rya Teze, 3-8-1977. 
[23] Wezîrê Eşo, Dengbêj kal bibû, Yêrêvan, 1983, rûp.39. (Nivîsa bi heman navî bûye navê pirtûkê jî).
[24] Xelîl Mûradov, Ji cêrga dengbêj û sazbendên me: Şeroê Biro, Rya Teze, 20-8-1977.
[25] Avetik Îsahakyan, Pizmamê mine kurmancra, Rya Teze, 1-2-1955

Çavkanî: Gazete Duvar

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin