Qanûna “Lêpirsîna Ewlehiyê” li Parlamentoyê qebûl bûye

Qanûna “Lêpirsîna Ewlehiyê” li Parlamentoyê qebûl bûye

.

A+A-

“Pêşnûmeqanûna Lêkolîna Arşîvan û Lêpirsîna Ewlehiyê” ku bi dengên partiyên mixalefetê red bûbû, careke din anîne Civata Giştî ya Parlamentoyê û di encama dengdanan de qebûl bûye.

Civata Giştî ya Parlamentoyê “Qanûna Lêkolîna Arşîvan û Lêpirsîna Ewlehiyê” qebûl kiriye ku di nava civakê de weke “lêpirsîna ewlehiyê” hatiye binavkirin. Heman qanûn beriya niha dîsa li Parlamentoyê hatibû dengdan lê bi dengên partiyên mixalif nehatibû qebûl kirin û digel rêziknameya navxweyî ya Parlamentoyê, Parlamenterên Partiya Dad û Geşepêdan (AKP) û Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) pêşkêşî Parlamentoyê kiribûn.

Li gorî vê qanûna navborî, kesên car pêşiyê di dem û dezgehên dewletê de biwxazin dest bi kar bikin wê lêpirsîna wan a ewlehiyê were kirin. Serokatiya Rêxistina Îstîxbarata Netewî, Midûriyeta Giştî ya Emniyetê û rêveberên dewletê yên herêmî wê lêpirsîna ewlehiyê û lêkolîna arşîvê bikin.

Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, wê lêpirsîna wan a ewlehiyê û lêkolîna wan a arşîvê werin kirin ev in:

* Beşên nepen ên dem û dezgehan yên ew dokuman û zanyarî li bal wan bin ku dema ew zanyarî û dokuman bikeve destê kesên ne erkdar wê ewlehiya dewletê, hebûna netewî û yekgirtîbûna wê, berjewendiyên hundir û derve zirarê bibîne.

* Karmend û karkerên wê li Wezareta Berevaniya Netewî, Serfermandariyê, cenderme, emniyet, ewlehiya peravan û rêxistinên îstixbaratê de kar bikin,

* Kesên wê li girtîgehan kar bikin,

* Rêveberên dem û dezgehên dewletê yên payebilind

* Kesên li gorî qanûnên wan ên taybet divê lêpirsîna wan ewlehiyê û lêkolîna wan a arşîvê werin kirin,

* Kesên li beş, proje, tesîs û xizmetên ji hêla ewlehiya netewî ve stratejîk tên xebitandin bêyî ku li statuya wan û şêweyê xebata wan binêrin,

*Dersdarên li dem û dezgehên dewletê wê kar bikin
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin