HISÎÇA - Suryan ji bo maf û zimanê xwe rabûn ser pêyan

HISÎÇA - Suryan ji bo maf û zimanê xwe rabûn ser pêyan

.

A+A-

 Bi dehan welatiyên Suryan li parêzgeha Hisîçayê ya Rojavayê Kurdistanê xwenîşandanek li dar xist.

Wan di xwenîşandanê de ji Sûriyeyê daxwaza naskirina destûrî û fermîkirina zimanê xwe yê kir.

Beşdarên xwenîşandanê cil û bergên xwe yên neteweyî li xwe kirin û bi zimanê xwe bang kir ku ew jî li herêmê hene û bi sedan sal in li ser vê xakê dijîn.

"Navê Sûriyeyê ji Suryaniyan tê"

Xwenîşander Emel Gewriyê li ser daxwazên xwe wiha axivî, “Em daxwaza zimanê xwe dikin.

Li hemû welatan xelk bi zimanê xwe diaxivin lê li Sûriyeyê ne wisa ye.

Em daxwaz dikin ku Suryanî li Sûriyeyê bibe zimanekî fermî.

Jixwe navê Sûriyeyê ji Suryaniyan tê. Em jî daxwaza zimanê xwe yê Suryanî dikin.”

Welatiyên Suryan ên parêzgeha Hisîçayê diyar kir ku ew dixwazin wekî pêkhateyekê bi awayekî destûrî werin naskirin.

Wan her wiha daxwaza biryarnameyeke taybet kir ku mîna "Mersûma 13an" a ku ji bo Kurdan hatibû derxistin be.

"Em dixwazin mafên xwe bi pênûsê biçespînin"

Xwenîşander Sûhêl Beho bal kişand ser berpirsyariyên hikûmetê û wiha got:

“Ev yek berpirsiyariya hikûmetê û hemû dezgehên wê ye. Em li vê derê gelekî resen in

Ji hezaran salan ve şaristanî û çanda me li vê derê heye.

Heta niha jî navên gelek deveran bi Suryanî ne. Gelek şûnwar vê rastiyê nîşan didin.

Em wekî gelekî resen heta niha mane. Em dixwazin mafên xwe, ne bi çekan lê bi lênûs û pênûsê biçespînin. Daxwaza me daxwazeke rewa ye.”

Peyama wan gihîşt Şamê

Di dema xwenîşandanê de komek ji nûnerên Suryanan li gel parêzgar û Alîkarê parêzgarê Hisîçayê civiya û peyama xwe gihand wan.

Parêzgar û Alîkarê wî diyar kir ku daxwazên wan rewa ne. Wan soz da ku ew dê peyama Suryaniyan bigihînin serokê demkî yê Sûriyeyê.

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin