Pûtîn yasaya ku heta 2036an serok bimîne îmze kir!

Pûtîn yasaya ku heta 2036an serok bimîne îmze kir!

.

A+A-

 Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, yasaya ku beriya niha ji bo domandina deshilatdariya wî li parlamenê hatibû pesendkirin û çûbû ber destê wî îmze kir.

Putin yasaya navborî ku heta du serdemên din jî wî li deshilatê dihêle îmzer kir ku li gorî yasayê derfet bo Pûtîn tê dayîn ku heta sala 2036an jî li ser kursiyê desthilatê bimîne.

Medya Rûsî ragihandiye ku Pûtîn gotiye, piştî ketina meriyetê ya yasayê ew dê ji bo hilbijartinên 2024an xwe bike namzed.

Hêjayî gotinê ye, piştî  Joseph Stalin, Vladimir Putin serokê duyem ê rûsî ye ku maweyeke herî dirêj li ser kar dimîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin