Projeya Nenavendiya Silêmaniyê li benda biryara hikûmetê ye

Projeya Nenavendiya Silêmaniyê li benda biryara hikûmetê ye

.

A+A-

 Ev heyama çend rojan e ku careke din mijara zêdekirina desthilatên îdarî û qanûnî yên parêzgeha Silêmaniyê bûye rojev û behsa projeya nenavendîtiya vê parêzgehê tê kirin. Ji bo vê pirsê, têgihîştinên cuda di navbera aliyên siyasî de hene û komîteya amadekar jî ragihandiye, sê proje hene û ew niha li benda biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne.

Komîteya Amdekar a Nenavendiya Silêmaniyê daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye, ku desthilateke zêde ya îdarî û darayî bide parêzgeha Silêmaniyê.

Berzan Mihemed, Serokê Komîteya Amadekar a Projeya Nenavendiya Silêmaniyê dibêje: “Niha em li benda biryara dawî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne, çimku PDKê jî bi heman awayî projeya nenavendiyê daye hikûmeta herêmê. Komîteya hikûmetê jî ji her sê aliyên Partiya Demokrata Kurdistanê, Tevgera Goran û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê pêkhatibû, niha em li bendê ne ku hikûmet biryarê li ser projeyekê bide.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêştir komîteyek bi serokatiya Piştîwan Sadiq û wezîrên Goran û YNKê ji bo şopandina projeyê pêk aniye, ku wê komîteyê serdana Goran û YNKê kiriye. Li ser daxwaza komîteya hikûmetê, Komîteya Amadekirina Projeya Nenavendiya Silêmaniyê, projeyek amade kiriye û pêşkêşî hikûmetê kiriye.

Yek ji pirsgirêkên sereke li pêşiya projeya nenavndîtiya Silêmaniyê ev e ku bi diristî nayê zanîn dahata Silêmaniyê çi qas e û gelo ew dahat têra xerciyan dike an na.

Elî Hisên, Berpirsên Peywendiyên Niştimaniyên Partiya Demokrata Kurdistanê dibêje: “Mijara nenavendiya Silêmaniyê yek ji bernameyên kabîneya nehem a hikûmetê, kabîneya kek Mesrûr Barzanî bû. Komîteyek li hikûmetê hatiye avakirin ku mijarê dinirxîne, ew projeyasaya li vir xelkekî şarezar di nav hikûmetê de amade kirine, li gel projeyasaya pêşniyarkirî didin ber hev, tekez ya bigunce li gel mijarên qanûnî û rewşnivîsa destûrê yan ew destûra em bixwe amade dikin û li gel nêrîna Herêma Kurdistanê bo yekparçeyiya axa Herêma Kurdistanê, em tekeziyê li ser dikin.”

Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê roja 30ê Nîsana 2020, biryara pêkanîna komîteyeke 9 kesî bo nivîsîn û amadekirina reşnivîsa projeya nenavendiya Silêmaniyê dabû.

Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê, li gor maddeyên 2 û 5 ên yasaya hejmar 3 a sala 2009 a encûmenê, daxwaza sîstema nenavendiya îdarî bo parêzgehê dike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin