PKKê êrîşê noqteya Pêşmerge kir

PKKê êrîşê noqteya Pêşmerge kir

.

A+A-

Qeymeqamê navça Amerdiyê ya bi ser bajarê Duhokê Warşin Salman ragihand ku PKK êrîşê ser noqta Pêşmerge ya li Kanî Masiyê kiriye û di encamê de pêşmergeyekî birîndar bûye.

Li aliyê dinê parêzgerê Duhokê Elî Teter jî li ser pêşdeçûnên dawiyê weha got:

Daxuyaniya Parêzgarê Duhokê wiha ye:

Îro danê êvarê 26ê Gulana 2022yan di encama êrîşeke PKKê de bo ser cihê seyranê yê li devera Bamernê ya li qezaya Amêdiyê mixabin du zarok şehîd bûn û zarokek jî birîndar bû.

Demek e çekdarên PKKê bi karên îftîzazî li nav Herêma Kurdistanê radibin û bizava têkdana tenahî û rewşa aram a wê dikin. Di nav çend rojên derbasbûyî de PKK ev çendîn bizav û kiryarên têkderane li Herêma Kurdistanê encam dan, weke êrîşkirina ser wêstgehên medyayê û cihên sivîl û xalên Pêşmerge û sazî û dezgehên sivîl û xizmetguzariyên Herêma Kurdistanê.

‎Em vê tevgera ne Kurdane ya PKKê bi hemû rengî protesto û şermezar dikin ku bivazê dikin şerê xwe veguhêzin nav gund û bajarên Herêmê¸û bi vî rengî şikest û feşela xwe ya leşkerî û siyasî perdepûş bikin.

‎Di encama zordariya PKKê û siyaseta wê ya çewt de nêzîkî 330 gundên parêzgeha Duhokê hatine valakirin û xelkê wan gundan zêdetirî 30 sal in ji gundên xwe bêpar mane û qurbaniyên îro jî ji wan gundan in ku di encama siyaseta PKKê de, ev zêdetirî 30 sal in gundê xwe vala kirine.

Elî Teter

Parêzgarê Duhokê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin