Li Brîtanyayê 3 Kurdan postên girîng wergirtin

Li Brîtanyayê 3 Kurdan postên girîng wergirtin

.

A+A-

Hat ragihandin ku ciwanê Kurd Serbaz Berzincî wek Cîgirê Şaredarê Lambeth a Londonê hat hilbijartin û bi cil û bergên Kurdî beşdarî merasîmê bû. Her wiha Ergîn Erbîl ê 27 salî wek Cîgirê Serkirdeyê Enfieldê û Suna Hurman a Kurda Elewî wek Cîgira Şaredarê Enfieldê hat hilbijartin û dest bi erkên xwe kirin.

Serbaz Berzincî ji Rûdawê re got, “Tiştê ku ez gelek kêfxweş kirim ew bû ku min di merasîmê de bi cil û bergên Kurdî sond xwar.”

Serbaz Berzincî yê ji Herêma Kurdistanê duh Çarşemê wek Cîgirê Şaredarê Lambethê hat hilbijartin ku dikeve navenda London a paytexta Brîtanyayê û nifus 318 hezar e.

Roja 5ê Gulana 2022an hilbijartinên şaredariyê li 33 şaredariyên ser bi London û gelek heremên Brîtanyayê hatibûn kirin.

Di hilbijartinên şaredariyê de siyasetmedarê Kurd ê Elewî yê 27 salî, Ergîn Erbîl jî bû Cîgirê Serkirdeyê Enfieldê. Ergîn Erbîl bi eslê xwe ji navçeya Afşîn a Mereş a Bakurê Kurdistanê ye.

Her wiha di wê çarçoveyê de dewreya şaredariyê ya Sabrî Ozaydinê ji Mereş a Bakurê Kurdistanê bi dawî hat û Suna Hurman a Kurda Elewî bû Cîgira Şaredar.

Ciwanê Kurd Serbaz Barzencî di hilbijartina şaredariyê ya Brîtanyayê de li ser lîsteya Partiya Karkeran li Lambeth a Londonê bi ser ket. Li gorî vê yekê, wî posta Cîgirê Şaredarê Lambeth a ser bi Londonê bi dest xist.

Serbaz Barzencî ji Rûdawê re got, “Şerefeke mezin e ku mirov bikare xizmeta civak û xelkê xwe bike û bibe nûnerê rast ê welatiyan û paşeroja xwe ji bîr neke.”

Serbaz Berzincî ji gundê Mamende ya nahyeya Bangird a navçeya Ranya ya Silêmaniya Herêma Kurdistanê ye û doktora ji beşa endezyariya şaristaniyê wergirtiye û li Zankoya Londonê mamoste ye

London ji 33 herêman pêk tê, yek ji wan jî Lambeth e û nifûsa Enfieldê ji 334 hezaran pêk tê ku i nav 33 şaredariyên Londonê de, di warê nifûsê de 5emîn e.

Rudaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin