PKK çi kir û divê çî yê din jî bike?

PKK çi kir û divê çî yê din jî bike?

.

A+A-

Arif Qurbani/Rûdaw

Kurd di serdema xelîfetiya Osmanî de tevî wê sitem, zilm û zordariya li ser wan, xwediyên çendîn mîrnişîn û navçeyên xwerêvebirinê bûn ku bi xwe hukmê xwe dikirin. Ziman û kultura Kurd li gel çandên netewên din ên xelîfetiyê parastî bûn. Qonaxa înkarkirina Kurdan, hewla nehiştina sîmaya netewî ya Kurdan û Tirkistanîkirina niştimanê wan bi hatina Ataturk destpê dike.

Ji destpêkirina siyaseta nehiştin û înkarkirina Kurdan heta avabûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) nêzikî nîv sedsal e, Tirkiyê di wan 50 salan de, asta înkarkirina Kurdan gihand qonaxa metirsîdar, zimanê Kurdî, navê Kurdî, guhdarîkirina muzîk û stranên Kurdî qedexe kirin, navên bajarên Kurdî guhertin û hetta bikarbirina çendîn destavêj û tîpên di nav nivîs û edeba Tirkî de jê birin.

Nifşekî Kurd li bajaran mezin bû ku ji ber zebr û zenga ser bikarbirina zimanê Kurdî, zimanê xwe yê resen ê Kurdî nedizanîn. Bi hezaran malbat koçberî bajar û navçeyên Tirknişîn hatin kirin û nifşê wan hestê Kurdbûnê li gel nema.

Nifşê li navçeyên Kurdistan, gund û gundên dûrîdest dijiyan û hejmûna dewletê gelek bi ser de nebû, her çiqas parêzvanî li ziman û dab û nêrîtên Kurdî yên xwe kiribin û hetta peyvekê jî zimanê Tirkî fêr nebûbin, lê dewletê înkarkirina Kurbûna wan jî dikir û wek Tirkên çiyayê dinasand. Eger ew şert û mercên di wê nîv sedsalê de bo faşîstên Tirkiyê pêk hatibû ji bo nehiştina Kurdan, çend deh salên din dirêj kişandiba, bi piştrastî, qedexekiria zimanê Kurdî, gund û navçeyên dûrîdest li xwe digirt û sal li pey salê hejmara wan kêmtir dibû ku bi Kurdî diaxivîn û zimanê Kurdî dizanîn.

Her çiqas di wê heyamê de tevgera siyasî û têkoşînê ya Kurd bi ‌demdemî ji bo rûbirûbûna zilm û înkarkirina Kurdan her berdewam bûn, lê hejmûn û giraniya dewleta Tirkiyê bo nehiştina Kurdan gelek ji wan karîgertir bû. Wisa lê hat bi milyonan Kurd li nav Tirkiyê şiyan û hestên Kurdbûnê û zanyariya Kurdbûnê li gel wan nemîne, lê dema ku PKK hat damezrandin, hevsengî bi corek din guherîn.

PKKê di qonaxa yekem de hesta Kurdbûnê bo wan Kurdan çê kir ku di çarçova Tirkî de heliyabûn. Bi milyonan kes bûn xwedî hestên Kurdbûnê ku berî niha wan ew hest ji dest dabûn. Gelek sal pêwîst bûn da ku PKK bigihije qonaxa duyem ku hest û qenaeta Tirkan bi wê çê bû Kurd li Tirkiyê hene û ew ne Tirkên çiyayî ne, lê Kurd in û hemwelatiyên resen yên wê niştimanê ne. PKK di wê de jî serkeftî bû ku dawî li serdema înkarkirina Kurdan anî û civaka Tirkî û saziyên dewletê jî neçar bûn îtîraf bi nasnameya zêdetir ji 20 milyon kesan bikin ku ew Kurd in, ne Tirkên çiya ne.

Hevdem hê jî girêkek li Tirkiyê heye û nehatiye vekirin, ew jî nasnameya wê xakê ye ku Kurd li ser dijîn. Her çiqas çendîn partiyên siyasî yên rêpêdayî yên Kurdî hene ku di çarçoveya yasa û rêsayên Tirkî de kar dikin û gotina Kurdistanê di navê wan de heye, lê hê jî navê Kurdistanê wek amajeya niştimanê Kurd li wî welatî xeter e. Eger qonaxa înkarkirina Kurdan bi dawî hatibe, lê serkutkirina niştimanê Kurdan berdewam e; ew a Serokomarê Tirkiyê Erdogan bi destewajeyek hêleke sor bo kêşa û got, “Ew ê behsa Kurdistanê dike, Kurdistan li bakurê Iraqê heye ne ku li Tirkiyê.”

Hatina Papa bo Kurdistanê amadekirina pûleke bi wêneyê Papa li ser nexşeya Kurdistana mezin, çep û rastên Tirkiyê  gurr kir û derî ji bo faşîst û regezperestên nasyonalîst ên Tirk vekir wek metirsiyek bo ser stratejiya Tirkiyê wêneyê wê bûyerê bo civaka Tirkiyê veguhêzin û bêrêzî li beramber Kurd û Kurdistanê gihandin wê astê ku bêjin, “Kurdistan di bin lingên me de ye.”

Ew karvedana Tirkiyê wek zengileke agahdarkirinê pêwîst bû  Kurdan jî hişyar bike ku qonaxeke zehmet li ber me maye divê em bibirin, ew jî nasnameya cografyaya Kurdan e, ew niştimanê ku Tirkiye li ser hatiye avakirin Kurdistan e.

Her çend e PKKê armanc û stratejiya xwe guhertiye û behsa demokrasiya gelan û tezeke berfirehtir dike ji bo Rojhilata Navîn, lê pêwîst e PKK wê yekê li ber çav bigire ku erkekî ji wê serekîtir li ber maye û pêwîst e wek proseyeke temamker a  wê xelekê li gel nasnameya netewî ya Kurd girêbide ku ew jî bexşîna navê Kurdistan e bi wê beşa cografî ya niştimanê Kurd ku ji aliyê Tirkiyê ve hatiye dagîrkirin.

Hevşêweyê du qonaxên berî wê, karkirina bo pêkanîna wê hesta Kurdistanê li gel Kurdan li Tirkiyê, qonaxa çespandin û bidawîkirina serkutkirina cografyaya Kurdistanê ji aliyê civaka Tirkî û saziyên dewletê yên Tirkiyê ve.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin