Piştî ku Trump bi koronayê ket, Biden 2 pûanên din zêde kir

Piştî ku Trump bi koronayê ket, Biden 2 pûanên din zêde kir

Li gorî rapirsîna dawî ya bo hilbijartinên seroktiya Amerîkayê yên 3yê Mijdarê pêk tên, Serokê Amerîka Donald Trump piştî ku bi koronayê ket li hember reqîbê xwe Joe Biden du pûanên din bipaş ketiye.

A+A-

Di rapirsînên beriya hefteyekê de Biden bi 8 pûanan li pêşiya Trump derketibû, lê di rapirsîna dawî ya 2-3yê Cotmehê de ku Trump ji ber pêketina koronayê bo nexşweşxaneyê hatiye veguhestin, Biden 2 pûanên din jî zêde kirin.

Li gorî encamên rapirsîna dawî, Biden ji sedî 51ê dengan distîne û Trump jî di sedî 41ê de dimîne.

Herwiha ji sedî 65ê Amerîkiyan jî di wê rapirsînê de diyar kirine ku Trump ji ber baldar nebûye û korona cidî negirtiye, nexweş ketiye.

Dîsa ji sedî 55ê gelê Amerîkî jî baweriya xwe bi Trump nayînin û tenê ji sedî 34 dibêjin, Trump derbarê koronayê de agahiyên rast dane.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin