Piştî 6 salan Kurdên Enqerê yekem komeleya xwe vekirin

Piştî 6 salan Kurdên Enqerê yekem komeleya xwe vekirin

.

A+A-

 Kurdên Enqerê piştî 6 salan yekem komeleya xwe bi navê komeleya ANKA vekirin, di Komeleyê de dê perwerdeya zimanê Kurdî jî hebe. Demeke dirêj bû ku li Enqerê çi kursên zimanê Kurdî û komeleyên kurdan nebûn ji ber ku hikumeta Tirkiyê sala 2016 hemû komeleyên kurdan girtibû.

Piştî hewla darbeya serbazî ya 15 Tîrmeha sala 2016ê bi biryarnameyên serokkomarê Tirkiyê li Tirkiyê u Bakurê Kurdistanê 1.748 komele u weqf hatine girtin ku beşeke ji wan komeleyên kurdan bûn.

Kurdên Enqerê pişti 6 salan yekem komele bi navê ANKA vekirin.

Rêveberê Komeleya ANKA, Omer Turanli ji Rûdawê re ragihand, “Nêzîkî 6 sal e li Enqerê li ser ziman ci sazî nebûn. Ji ber wê daxwaz hebû ku komeleyek bê vekirin, me jî komeleya çand ziman û huner a ANKA ava kir. Xebata me dê zedetir li ser ziman bin em dê kursên ziman vekin.”

Komeleya Çand, Ziman û Huner a ANKA ji aliyê kadroyen berê yên Kurd Der a Enqerê ve hatiye vekirin. Di komeleyê de dê di hefteyê de 3 rojan dersen Kurmancî û Zazakî û herwiha kursen şano û wejeyê jî hebin.

Rêveberê Komeleya ANKA, Murat Kayataş ji Rûdawê re dibêje, “Li ser ziman xebatek dê bê meşandin. Ji bilî ziman dê li ser entrumanên Kurdî ders bên dayîn. Bi taybetî di (warê) çand û huner û şanoya Kurdî jî dê atolye bên vekirin.”

ANKA di heman demê de dê alîkariya darayî ji bide xwendekarên Kurd u civin, panel û bernameyên cuda cuda jî dê werin sazkirin.

Endamê Komeleya ANKA, Diyadîn Firat dibêje,“Kurdên Enqerê dixwazin zimanê xwe fêr bibin. Dixwazin zext û gef li ser ziman tine be. Dixwazin perwerdeya zimanê Kurdî rehet be. Em vê ji dewletê dixwazin. Gellek tengasî çêbûn lazim e êdî rihetiyek çebe.”

Di merasima vekirina komelaya ANKAyê de hejmarek berpirsên HDPê û DBPê û nûnerên Komeleya Mafê Mirovan û herwiha beşek ji Kurdên Enqerê amade bûn.

Çavkanî / Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin