Hêzên Tirkiyê gundên Efrîn û Helebê topbaran kirin

Hêzên Tirkiyê gundên Efrîn û Helebê topbaran kirin

.

A+A-

Hêzên Tirkiye gundê Til Qerah li bakurê Helebê û gundê Ebîn li navçeya Şêrewe ya başûrê Efrînê ku hêzên Kurdî lê dimînin topbaran kirin.

Li gor çavkaniyên Rêvebriya Xweser, roja 13ê Hezîranê Hêzên Tirkiye gundê Til Qerah li bakurê Helebê û gundê Ebîn li navçeya Şêrewe ya başûrê Efrînê ku hêzên Kurdî li wan dimînin topbaran kirin, heta niha jî ti zanyarî li ser zeraran nehatine dayîn.

11ê Hezîranê jî, hêzên Tirkiye Girê Syriyatel li gundê Helwençî li bakurê Minbicê kiribûn armanc, di encam de agir bi wî cihî ketibû.

Hêzên Tirkiyê du gund li bakurê Helebê topbaran kirin

Hêzên Tirkiyê û girûpên çekdar yên alîgirê wê gundê Til Qerah li gundewarê bajarê Helbê topbaran kirin.

Li gor çavkaniyên xwecehî,îro13 Hizêranê,hêzên Tirkiyê û girûpên çekdar yên alîgirê wê ji bingeha xwe ya Silsane li bajarê Marei yê bakurê Helebê gundê Til Qerah li gundewarê Helebê topbaran kirin.

Heman çavkaniyan ragihand,di encam de zirarake zêda ya madî gihişte wan gundan.

11ê Hizêranê jî hêzên Tirkiyê û girûpên çekdar yên alîgirê wê gundê Malikiyê yê ser bi nahiyeya Şera ya Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê topbaran kirbûn. Ev di demekî de ya ku êrîşên Tirkiyê û girûpên çekdar yên alîgirê wê li ser navçeyên bakur û rojhilatê Sûriyê zêde bûne ,bi taybet piştî daxuyanî û gefên destpê kirine operesyoneke nû li wan navçeyan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin