Pirtûka 'Lawê Pîrê' ya Roger Lescot derket!

Pirtûka 'Lawê Pîrê' ya Roger Lescot derket!

.

A+A-

Pirtûka 'Lawê Pîrê - Tekstên Kurdî' ya ku ji aliyê Nivîskar û Kurdîzanê Fransî Roger Lescot ve hatiye berhevkirin û ji çîrok, gotinên pêşiyan û pêderxistinokan pêk tê ji Weşanên Avestayê derket.

Weşanên Avesta îro Înê 10ê Adara 2023an ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku pirtûka 'Lawê Pîrê - Tekstên Kurdî' ya Roger Lescot ji aliyê wan ve hatiye çapkirin.

Pirtûka  'Lawê Pîrê - Tekstên Kurdî' ya ku ji Weşanên Avestayê derketiye ji 128 rûpelan pêk tê.

Weşanên Avesta di danasîna li ser pirtûka  'Lawê Pîrê - Tekstên Kurdî' a Roger Lescot de dibêje, “Ev xebata berdest jî berhevoka Roger Lescot a pêşî ye ku tê de çîrok, gotinên pêşiyan û pêderxistinok cih digirin. Çîrok wî bi xwe ji Salihê eşîra Hesenan berhev kirine; gotinên pêşiyan û pêderxistinok jî hinek ên ku wî berhev kirine û hinek jî yên ku Celadet Bedirxan. Ev çîrok, gotinên pêşiyan û pêderxistinok wek dengên wê demê di guhên me de olan didin.”

Roger Lescot (1914-1975) li Zankoya Parîsê edebiyata fransî, polîtîka û zimanên Rojhilat xwendiye. Di 1932an de piştî ku unîversîte qedand, Hikûmeta Fransayê ji bo ku lêkolînên zanistî bike, ew şande Enstîtuya Fransî ya li Şamê. Li wir Celadet Alî Bedirxan nas kir. Tekstên folklorîk berhev kirin, di Kovara Hawarê de bi navê Tawûsparêz bi Kurdî û Fransî nivîs nivîsandin. Di nav Kurdên li Sûriyeyê de baş dihate naskirin û hezkirin, xelkê jê re digot Lezgîn Axa. Sala 1945an li Zankoya Sorbonneê Kursiyê Zimanê Kurdî ava kir û dersên Kurdî dan. Piştî salekê Kamiran Alî Bedirxan ê ku ji Beyrûdê hatibû cihê wî girt.

Roger Lescot, piştî ku Celadet Alî Bedirxan nas dike dibe dildar û kedkarê zimanê Kurdî û wêjeya Kurdî ya gelêrî. Ew bi xwe jî berhemên edebiyata gelêrî berhev dike. Li ser Memê Alan dixebite û ji varyantên heyî metneke serbixwe derdixe meydanê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin