
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
.
"Qanûna Di Derbarêeyê Xurtkirina Piştgirîya Neteweyî û Yekgirtina Civakî", ango ‘’Çerçewe Yasa’’ roja 10ê tebaxa 2026an li Parlamentoya Tirkîyeyê, bi dengên AK Partî, MHP, DEM Partî, HUDAPAR, TÎP, EMEP, DSPyê û beşek ji parlamenterên CHP û Yenî Partî ve hat qebûlkirin.
Dewleta Tirk zêdetirî sedsalî ye ku sîyaseta red, înkar û îmhayê dimeşîne. Îro ev siyaset bi navê ‘’pêvajoyeke nû’’, bi hişmendî û sîyaseta bi hişmendî û sîyaseta ‘’Bila Kurd li tu derê nikaribinstatuyeke sîyasî, mafên xwe yên neteweyî, demokratik bidest bixin’’tê nû kirin. Di van du salên ku ji destpêka ‘’pêvajoya nû’’ heta îro derbasbûyî de îspat bûye ku, ev ‘’pêvajo’’, pêvajoya red, înkar, mijûlkirin, paşguhkirin, tasfîye û rencîde kirinê ye. Herweha ev proje di eslê xwe de projeyeke Dewleta Tirk e ku bi piştgirîya Abdullah Ocalan ve tê meşandin.
‘’Çerçewe Yasa’’ jî qonaxeke siyasî û hiqûqî ya vê projeyê îfadedike.
Ev proje di qonaxa pêşî de bi armanca rêlibergirtina bidestxistinastatuyeke neteweyî, erdnîgarî û siyasî ya li Rojavayê Kurdistanê hat destpêkirin û di vê armancê de darbeyeke gelek mezin li kurdên Rojavayê Kurdistanê hat xistin.
Ji destpêka vê projeyê heta îro ya du salan, diyar dibe ku siyaseta ‘’Tirkîyeya Bêteror, Herêma Bêteror’’ ji aliyê Dewleta Tirk ve tê birêvebirin, ne tenê ji bo rêlibergirtina maf û azadîyên neteweyî, demokratîk û statuya kurdan li Rojavayê Kurdistanê ye. Ev, ji bo rêlibergirtina bidestxistina statuyeke siyasî li Rojhilatê Kurdistanê ye; bi hevkariya Hikûmeta Iraq, Sûriye û Îranê dorpêçkirin û lawazkirina destkeftîyên federe yên Herêma Kurdistanê ye ûpêşîlêgirtina destkeftîyên nû yên li Başûrê Kurdistanê ye. Bûyer û geşedanên nû yên li Rojhilata Navîn dikare li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, ji bo kurdan zemîna bidestxistina mafên neteweyî, demokratik xurt bike. Loma jî lingekî din yê vê ‘’pojeyê’’ astengkirin û xerabkirina zemîna bidestxistina van mafan e.
‘‘’Çerçewe Yasa’’ ya ku PKK û kesên bi wê re têkildar wekî terorîst pênase dike û pêvajoyê wekî pêvajoya ‘’Tirkiyeya Bêteror, Herêma Bêteror’’ bi nav dike; ji alîyê rayedarên Dewleta Tirk ve wekî‘’gaveke dîrokî ku armanc wê Tirkiyeyê ji gefa terorê bi domdarî rizgar bike, yekîtî û piştgirîya neteweyî bihêz bike, û keşûhewayaaramiyê li welêt û herêmê geş bike’’ dinirxîne.
Di vê ‘’Çerçewe Yasa’’yê de, mirov rastî gotinekê ku behsaçareserîya pirsa kurd dike naye; mirov rastî hevokeke ku behsa maf û azadîyên kurdan, maf û azadîyên demokratîk ên wekî azadîya fikir, rêxistinbûn û îfadeyê li Tirkiyeyê û azadbûna bêşert û merc ya girtîyên siyasî dike nayê. Berevajîyê vê yekê, pirsa Miletê Kurd û Kurdistanê wek ‘’pirsa terorê’’ pênase dike û bi vê yasayêdaxwazên ku bi mafên kurdan re têkildarî in wekî çavkanîya potansîyel ya terorê têne dîtin. Bi navê berdana bişert ya ji hefsan û tecîl kirina cezayan , “Şûrê Demokles” li ser serê mirovan tê hejandin.
Di rastîya xwe de, ev ‘’Çerçewe Yasa’’ bi naveroka xwe îspat dike ku ev pêvajo ne pêvajoyeke aştî, demokratîkbûn û rêzgirtin û qebûlkirina maf û azadiyên kurdan e; berevajîyê vê, ev projeyeke mijûlkirin, paşguhkirin, xapandin, tasfîye, înkar, rûmetşikandin û rencîde kirinê ye.
Bêguman em tu gavek ku rê li ber azadîya mirovên ku ji ber fikrênxwe û xebatên xwe yên siyasî û demokratîk ceza girtine û mirovên ku dê çekan berdin veke, bê şerd û mercan azadîya wan dabîn bike û xizmetê ji aştîyeke rasteqîn û demokratîkbûnê bike, bi tu awayî red nakin.
Lê belê, ‘’Çerçewe Yasa’’ ya ku hewaleyî însiyatîf û wijdanarayedarên Dewleta Tirk hatîye kirin, cezayan ya bişerd û şirûdan bipaşde dixe, radiwestîne; ev jî dê bibe sebep ku her gav ev şert û merc dikare wekî “Şûrê Demokles” li ser serê mirovan bête hejandin. Ev yasa, bi naveroka xwe miletê Kurd rencîde dike, rûmeta neteweyî ya kurdan dişkîne; îbareyekê dahî li ser maf û azadîyên kurdan û demokratîkbûnê di nav xwe de nahewînê. Ev yasa, careke din vejandin û berdewemîya Qanûnên Takrîr-î Sukûn, Qanûna Bingehîn a Dewleta Tirkîyeyê ya 1924an û qanûna hejmar 1239an e ku di sala 1928an de hatiye derxistin û armanca wê ‘’Tirkkirin û yekkirin’’ bû.
Ocalan, di banga xwe ya di roja 27ê Sibata 2025an de hate belav kirin de, di nirxandinên xwe yên bi navê ‘’Perspektîf’’ ku ji Kongreya 12an ya PKKyê re şandibû û di daxuyanîyên xwe yên vê dawîyê de; her cûre mafê statuya siyasî, neteweyî, erdnîgarî, maf û azadiyên neteweyî û demokratîk yên kolektîf û heta daxwazên kulturalîst yên miletê Kurd tune dihesibîne. Ocalan, ‘’cumhuriyeta demokratîk, neteweya demokratîk, entegrasyona demokratîk, sîstema komunal, hemwelatîya wekhev û bi dewlet û civaka tirk re entegrebûna kurdan ya bi dilê xwe’’ wekî rêya çareserîya pirsê pêşkêş dike.
Ev daxuyanî û nirxandinên Öcalan, dubarekirina siyaseta Dewleta Tirk e ku ev zêdetirî 100 sal e li ser bingeha ‘’Yek dewlet, yek netewe, yek welat, yek ala, yek ziman’’ hatîye birêvebirin.
PKK û DEM Partî jî bi tevahî piştgirî dane van helwest û gotinên Ocalan.
Teva van hemû daxuyanîyên rayedarên Dewleta Tirk, teva vê ‘’pêvajo’’ya ku miletê Kurd tune dihesibîne û teva vê ‘’ÇerçeweYasa’’ ya ku miletê Kurd rencîde dike, rûmeta wî dişkîne; Ocalan, berdevkên PKK û DEM Partîyê hîna jî daxuyanîyên bi naveroka ‘’Ev yasa di aştî, demokratîkbûn, azadî û çareseriya pirsa kurd de gava yekem e; di pêvajoyên pêş de dê gavên nû bêne avêtin’’ didin.
Em dixwazin ji Ocalan, PKK, DEM Partî û derdorên bi wan re têkildarin bipirsin: Gelo, li pişt derîyên girtî, bi awayekî veşartî, di navbera we û Dewleta Tirk de lihevhatinek taybetî heye ku hûn ji gelê me û raya giştî vedêşêrin ku hûn dibêjin ev yasa ‘’gava yekem’’e? Heger lihevhatin û mitabaqateke we hebe, ma hûnê çawa bikaribin ji gelê me re îzah bikin ku wan tiştên hûn, hemû rayedar û sazîyên dewletê dizanin, hûn ji gelê me vedişêrin?
Me gelek caran gotîye û em carek din dibêjin ku bi taybetî di van 10 salên dawî de li Bakurê Kurdistanê çalakîyên çekdarî yên cidî yênPKKyê nemane, zemîna wê winda kirîye, hebûna wê ya çekdarî liBaşûrê Kurdistanê zirarê dide destkeftiyên li Başûrê Kurdistanê, ji dagirkirina Dewleta Tirk re hinceta çêdike û rê jê re xweş dike. Em dibînin ku pêvajoya em îro tê de derbas dibin, vê yekê îspat dike. PKKyê dikaribû beşeke mezin ya cihên ku wekî ‘’Herêmên Parastina Medyayê’’ pênase dike bi rêyên aştîyane radestî HikûmetaBaşûrê Kurdistanê bikira; lê mixabin bi jidestdana jiyana gelek mirovan, neçar ma ku van deran radestî Dewleta Tirk bike.
Em dubare dikin û bawer dikin ku biryara berdana çekan ya PKKyê di berjewendîya gelê me yê li her çar parçeyan de ye. Li şûna tundûtûjiyê, me bi rê, rêbaz û amûrên siyasî, sivîl û demokratîkberevanîya domandina têkoşîna azadîyê kir û em hê jî dikin. Em dibêjin divê Dewleta Tirk jî dawî li operasyonên xwe yên leşkerî yên li her parçeyekî Kurdistanê û dagirkerîya xwe ya li Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê bîne.
Lê belê, helwest û gotinên ku Dewleta Tirk heta îro nîşan dane û nêzîkatîya di "Qanûna Di Derbarê Xurtkirina Piştgirîya Neteweyî û Yekgirtina Civakî", de hatîye destnîşan kirin, wê bawerî û qenetêdide mirov ku tu garantî tuneye ku Dewleta Tirk dê dawî li şer û operasyonên leşkerî bîne. Di heman demê de ne diyar e ku PKK dê di pêvajoyên pêş de di warê berdan û bêdengkirina çekan de ku di berjewendîya gelê me de ye, helwestek çawa nîşan bide.
Em bang li Ocalan, PKK, DEM Partî û derdorên bi wan re têkildar dikin ku dawî li hevdîtinên neşefaf, ên ku li pişt derîyên girtî tênmeşandin bînin, rêzê li rûmet û hestên neteweyî, daxwazên neteweyî û demokratîk yên miletê Kurd û bedêlên hatine dan bigrin. Em bang li gelê me, rewşenbîr û siyasetmedarên kurdan û bi taybetî jî li kurdên ku deng dane DEM Partîyê dikin ku li dijî vê siyaseta înkarker, rencîdekar, asîmîlasyonîst rawestin: li hemberî vê proje û ‘’Çerçewe Yasa’’ ya ku hemû tiştên bi miletê Kurd re pêwendîdar dixîne nav çarçeveya terorê, dengên xwe bilind bikin.
Bi minasebeta ‘’Çerçewe Yasa’’ ya ku li Parlamentoya Tirkîyeyêhate qebûlkirin, em careke din bang li Dewleta Tirkiyeyê dikin: Li hemû parçeyên Kurdistanê rêzê li mafên neteweyî û demokratîk ên miletê Kurd bigrin. Rêya aştîyeke rastîeqîn, bi naskirina mafên neteweyî, demokratîk û çandî yên miletê Kurd dikare vebe. Bi gotin û tevgerên rûmeta miletê Kurd binpê dikin, derîyê çareserîya vê pirsê nayê vekirin. Tecrûbeyên hatine jiyandin îspat kirine ku heta miletê Kurd jî wekî hemû miletên cîhanê mafê birêvebirina xwe li welatê xwe bidest nexe, ne bo Tirkiyeyê, ne bo Kurdistanê û ne jî bo Rojhilata Navîn aşitî, demokrasi û aramî nayê.
Hemû siyaset û kiryarên tunehesibandin, qirkirin, înkar û asîmîlasyonê yên ku heta îro hatine meşandin nikarîbûye miletêKurd ji holê rake, tune bike; nikarîbûye têkoşîna wî ya azadîya neteweyî û demokratîk rawestîne. Îro jî bi hevdîtinên neşefaf ku li pişt derîyên girtî têne meşandin, têkoşîna neteweyî û demokratîk ya miletê Kurd dê neyê rawestandin. Bêguman em alîgirê berdan û bêdengkirina çekan in. Lê belê, girêdana qebûlkirina maf û azadîyên herî rewa yên neteweyî û demokratîk yên miletê Kurd bi danîn û bêdengkirina çekan re, bi tu awayî bi nirxên edalet, azadî û demokrasiyê re nagunce.
Divê bi beşdarîya partîyên siyasî yên kurd, sazîyên sivîl û aqilmendên kurdan 'Heyeta Nûneratîya Neteweyî ya Kurd' bê ava kirin û divê Dewleta Tirk ji bo prisgirêka 30 milyon kurdên liBakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê, vê heyetê wekî mixatabê esasî binase. Ocalan, PKK û DEM Partî jî divê rêz li vîna 'HeyetaNûneratiya Neteweyî ya Kurd' ku divê bête ava kirin bigrin û li ser vê bingeha ku em behs dikin, divê ji bo maf û azadîyên neteweyî, demokratîk ên kurdan bi bernameyên kurt, navîn û demdirêjpêvajoyeke rasteqîn ya aştî û çareseriyê bête destpêkirin.
11.08.2026
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin