Sabahattin Korkmaz

Sabahattin Korkmaz

Hemû nivîsên nivîskar >

Pirsa Yekîtîya Netewî –III-

A+A-

Axx pişta min!

Mesela “Axx pişta min” herkes pêdizane. Çend haydut li ser serê zilamekî bêkes kom bûne û bê ser û çav lêdixin. Tu derekî wî yê saxlem nahêlin; dev û pozê wî, ser û çavê wî, ling, çok..her derê wî bi hevde dişkênin. Evya her ku devê wî digere dibê “Axx pişta min!” 

Piştî ku wî nîv-kuştî dkin û diçin, evya hêjî nale-nala wi ye û di berxwe de dibêje “ax pişta min, ax pişta min!”

Yek ji haydutan mereq dike, dibê me hewqas li vî merivî xist; me li kwêdera wî xist, wî her go “axx pişta min, ax pişta min”, tiştek di vê gotina wî de heye, wele ez ê herim jê bipirsim.

Wexta diçe jê dipirse, mêrikê birîndar dibê win vê quwetê ji bêkesiya min distînin. Heger li pişta min merivê min, dost û hevalên min hebûna, weyê nikaribûya hewqas bêhesab li min bixista.

Ev jî tam mesela me ye.

Di tarîxê de û îro jî, çi bi serê me de hatiye, nîvê wî ji destê bêpiştiya me bûye. Heta ku em ji hev re (ji xwe re) nebin pal û pişt, em ê her lêdanê bixwin!

Û em ê her ‘trênan’ birevîn in!

Mesela pişt û paliyê; mesela yekîtî û îtîfaqê ye. Mesela hevgirtin û ji xwe re bûnê ye!

Di rêya rizgarî û azadiyê de; mesela yekîtî, îtîfaq û aqûbetê, hesabek stratejik e.  Bê yekîtî, îtîfaq û yekrêziya navxweyî, ne xelasî ne jî serwerî çênabe. Jêredest, kolonî heta ku li hamberê serweriya dagirkerên xwe nebine yek, heta ku ji hev bela-wela bin, heta ku heyranê veşarî yê hukumraniya (di serî de ziman, parlamento, parlamenterîzm, welat, civat, kultur û her çi tiştên din…) dagirkerên xwe bin, ne azad dibin ne jî rûmetdar.

Ji wê bonê; serkeftin, xelasî, pêşeroj her di xwebûn û yekîtiyê de ye!

Perçebûn sedî sed wendakirin e!

A ji we re mînakek piçûk: Nuha li Tirkiyê (û mecbûrî li Bakûr) hilbijartin hene. Dinya alem destnîşan dikin ku heger rayên kurda li ser hev, gotina wan yekbûna, kurda dikaribûn netîca hilbijartinên  Tirkiyê tayin bikirna. Heger kurd yekbûna, wê herkes muhtaç û mecbûrê ber deriyê wam bûna û li dû wan bigeriyana. 

Kurd bi xwe wê bibûna navend, bibûna aktorê pêvajoyê. Ji ber ku dengeyên siyaseta Tirkiyê muhtacî ji sedî 0,5, 1-2 dengan e.

Bi fikirin, rayên kurda ji sedî 20-25ê rayên Tirkiyê ne. Di her hal û wextî de hêza sêemîn in. Partiya desthilatdar (AKP û partiyên din jî) ketine dû 01,02-03yê rayan, ji bo ku rayekî zêde bistînin tu tawîz namîne ku nadin hev.

Belê ji ber ku em ne aydê xwe, ne yek û ne xwediyê hesabekî müşterek in, kes tu hesabê sedî 20-25 rayên me jî nake.

Kurd bi rayên xwe (hêza xwe ya beşerî) hem dikarin rûmeta xwe zêde bikin û hem jî dikarin gelek mafan bistînin.

Ray, deng, tercîha sandoqê (referandum, plebisit, boykot, dengdan-nedan hîç ferq nake), karekî bi rûmet e. Destnîşankirina îrada gel e. Pîvana meşrûiyetê û xebata herî masumane ye.

Mirov, civat bi raya xwe dikare rûmetdar jî bibe û bêrûmet jî…

Rûmet û bêrûmetî girêdayî mirov e.

Mirov/gel rûmetê nede xwe, kes rûmetê nade mirov. Yan jî mirov/gel çi qas rûmeta xwe bigre, mirovê hewqas rûmetê bibîn e.

Ji wê bonê, pêşiya gotine “Kevirê giran di ciyê xwe de xweş e.”

Nuha li Tirkiye (û Bakûr) du hilbijartin bi hev re çêdibin. Hilbijartina parlamentoyê û ya serokomariyê. Heta 5 salên din ev hilbijartin çênabin.

Hilbijartin hatine ber derî. Ji hilbijartinan re ji du mehan kêmtir wext maye. Partiyên kurda hîna di nav xwe de nû dest bi nîqaşan kirne.

Di vê pirsê de belkî gotina herî rast ewe ku partiyên kurda û bi giştî siyaseta kurd bêhazirî, bêhizir û bêhesab maye. Ji vê sietê bi şûnde, tu hesabek naçe serî.

Gelo ji vê sietê bi şûnde çi dikare were kirin?

Di vê sietê de tu tişt nayê kirin. Ne yekîtî û tifaqa kurda çêdibe, ne jî kurd weke potansiyela xwe ya sosyo-demografî dikarin bibin navendeke rûmetdar û bi bandor.

Yek tiştek dikare were kirin; weke heta nuha ku hatiye kirin, hin ji kurdên dervayî PKK-ê di lîsteyên HDP-ê de weke kandît bêne nîşandan.

Ev jî ya herî xerab e.

Ev polîtîka ne dibe tifaq-yekîtî, ne jî “bloka kurdî”. 

Berê jî bi navê yekîtî an blokên kurdî projeyên bi vî rengî derketibûn holê. Hin şexsiyetên ji dervayî HDP-ê/DBP-ê/BDP-ê, di lîsteyên wan de bûbûn kandît û parlamenter.

Bi min ya herî xerab jî ev e.  Çima xerab e:

Yek. Sedî sed îstîsmara baweriya yekîtiyê ye. Dudo. Meşrûtîzekirina siyaseta vê cenahê ya xwar, xerab e. Sisê. Îflasa paradigmayê ye.

Tu kes bila navê bloq û tifaqê li vê yeke neke. Kurdên dervayî PKK/HDP-ê heger li gora xwe rast dibinin bila helwesta xwe bi daxwiyaniyekî ji raya giştî re belav bikin û destekê bidin lîsteyên HDP-ê, an namzetê HDP-ê yê serokomariyê. Belê bi navê yekîtî û îtîfaqê, di lîsteyên HDP-ê de kandîtiya serok û rêvebirên ‘partiyên Kurdistanî’, şêla herî xerab e.

Tişta ku xwanê dike;

Xeta HDP/PKK-ê, ji tecrûbeyên heta nuha tu ders nesitandiye.  Ew ê her li ser xeta xwe ya heta nuha (ku bi min xeta herî şaş û ya herî xerab e) dewam bikin. Belê ji bo ku di nazara kurdan de meşrûiyeta  xwe belav bikin, wê li deriyê kurdên dervayî xwe (bi gotina wan ‘yurtsever kurtler’) jî bixin. Muhtemelen wê ji van grûban 1-2 kandîtan jî bigrin nav xwe. Belê aqûbeta wan ji ya yên heta nuha (Elçî, Gewerî, Taşçier) cudatir nabe.

Huda-Par, a nuha bi gotinê jî gelek dûrî yekîtî, îtîfak û bloqên kurdî ye. Ji terefên kurdî zêdetir dikare bi AKP-ê re flortê bike. Heger di hevdîtina Erdogan û Yapıcıoglû de ev bahs hatibe kirin, Huda-Par dikare li hamberê çend postan destekê bide AKP-ê û postê serokomariya Erdogan. Ev rê jî ne rêya siyaseta kurdî û netewî ye. Tercîhek grûpî û îdeolojîk e.

Dimîne grûbên me yên din (Hak-Par, Pak, Psk, Kdp’ler, Hİ. ûws.). Proplema van grûban ya herî mezin perçebûna wan ya navxweyî; ya bêsedem, sûnî, bêmahne û bêtaqetî ye. Pirsa halê van partî û grûbên me, proplemeka din ya bi serê xwe ye. Li pêşiya van partî û grûban erk û wezîfa herî guncaw, ji holê rakirina vê perçebûna sûnî, bêwate û li vê cepheyê pêkanîna partiyeke yekgirtî, neteweperwer, demokrat, firealî û kîtlewi ye. Li ser vê pirsê hin nerazîbûn û di nav grûban de hin guftûgo hebin jî, di vê derbarê de ne xebatek aktif, ne jî şert û mercên wacib hîna pêknehati ne. 

Di netîcê de;

Wê hilbijartin çêbibin, em ê jî lê temaşe bikin. Yanî tesîreke manidar û bi bandor ku kurd di van hilbijartinan de bikin wê çênebe. Helbet wê hinek hilbijartinê weke pêvajoya man û nemanê nîşan bidin. Belê ev ne rast e. Bi hêviya xelkê leyîstin e. 26 hilbijartinên borî çi hanîbin, ev jî dê wê bîne.

Ya herî giriîng ewe ku Kurd û siyaseta Kurda bi giştî xwediyê rê-rêbaz û bernameyeke mîlî, demokrat û rasyonal nîn e.  

Bi vê ve girêdayî ji eniyeke berfireh û temsîleke netewî dûr in.

Di rêyeke rast-rastyonal de nameşin; li ser hev û li pişta hev nîn in.

Xwedî giraniyeke ku hesap jê tê kirin nîn in.

Trêna vê hilbijartinê bi rêketiye, lê hîna gelek trên û gelek îstasyonên din di rêde ne. Qazanca me ya herî mezin ewe ku em ji vî halê xwe dersê bistînin û xwe ji sibê re hazir bikin.

01 Gulan 2018-Diyarbekir

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin