Mihyedîn Nahrîn

Mihyedîn Nahrîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Dewlet Ava Bûnê Ji Tifaqê

A+A-

Ey serek û partiyên kurdan guh bidin pêşiyan. Ka ji me re çi gotine û çi şîret kirine.

Yek ji wan zanyaran Şerefxanê Bedlîsî ye û gotiye: ''Hemû dewlet ava bunê ji tifaqê, bê dewletî ava bûye ji nîfaqê.''

Cegerxwîn jî dibêje: “Heger hûn nebin yek, hûnê herin yek bi yek.”

 

Vaye hilbijartinên axa bakurê welêt tê. Hûn hemû partî û serekên kurdan li hev bicivin û bi hev re koalîsyoneke netewî li dar bixin û bi hev rê têkevin meclîsê û bila dengê me olan bide li bajarê Enqerê.

Hertişt di destên we de ye, tenê em dikarin ji we daxwaz bikin. Emanet yekîtî

Ji xwe ev çendîn sal in ji aliyê pêşiyên xwînmij ve xwîna me wekî şerabê tê vexwarin û em bê mecal û bê taqet ketine. Hûn jî xayîntiyê nekin wekî yên berê. Tifaqa xwe bikin yek û emanet yekîtî.

Çîrokek tê bîra min, ji demên berê. Extiyarek hebû û ew extiyar li ber mirinê bû. Heft kurên wî extiyarî hebûn. Her heft kur ji bo cara dawî bavê xwe bibînin û daxwaza wî ya dawîn pêk bînin li ber serê wî kom bûbûn. Bav deng li heft kurê xwe yî ku li ser serê wî kombûyîne dike û radihije heft darikan û her darikekî dide kurekî. Ji wan re dibêje, darê di destên xwe de bişkînin, heft kur daxwaze bavê xwe bi cih tînin û darikê xwe dişkînin.  Bav piştre heft darikên din bi hev re girê dide û dide lawê xwe yê mezin. Bav ji kurê xwe dixwaze ku wan heft darikan bişkîne, kur dike nake nikare darikan bişkîne. Bi vî awayî ew heft darik di destên heft kuran de digere lê dikin nakin kesek nikare wan darikan bişkîne.

Bav li kurên xwe dinêre û ji wan re dibêje ev şîreta min a dawî ye, guh bidin min kurên min: “Di vê dinyayê de ger hûn dest bidin hev wekî van darikan kes nikare bi we lê heger hûn dest nedin hev û alî hev nekin wekî wan darikên zeîf hûnê têk biçin.

Ey Kurdno! Bi tena serê xwe em wekî dilopekê ne û zeîf in. Lê gava em bên ba hev em ê bibin lehî û tu bendav nikare li ber me bisekinin.

Heger em nebin yek dê me ji hev bikin û tarûmar bikin yek bi yek.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
1 Yorum