Sabahattin Korkmaz

Sabahattin Korkmaz

Hemû nivîsên nivîskar >

Pirsa yekîtiya netewî -II-

A+A-

Navê nivîsa min “Pirsa Yekîtiya Netewî” bû. Di vê pirsê de min dixwest/dixwazim ku rêze nivîsan binivîsim. Di nivîsa berê de min du parantêz vekiribûn. Yek jê min gotibû “Berî wê dixwazim bahsa civîna Diyarbekir, a “Kurd Pêvajoyê Nîqaş Dikin” bikim. Lê berî wê jî min gotibû “Dixwazim hinekî bahsa xwe û siyasetê û nivîsandinê û Rûpela Nû” bikim.

Belê edîtorê min ji nav nivîsê hevokek, hevoka “Siyaseta Kurda ne siyasete, propaganda û hemaset e” derxiste manşetê. Canê edîtor û rûpelê sax be. Tiştekî nabêjim. Belê ji bo ku xwe bidim fahmkirin, min xwest ku ez vê girîzgahê vekim.

***

Di 24. 12. 2017-an de li Diyarbekir bi navê “Kurd Pêvajoyê Nîqaş Dikin” Konferansek hate lidarxistin. Her çiqas banga Konferansê li ser navê 14 kesan (Tarık Z. Ekinci,  Naci Kutlay, Ahmet Türk, Ferda Cemiloğlu, A.Faruk Ünsal, Kasım Fırat, İbrahim Sinemilioğlu,Eren Keskin, Nimetullaah Erdoğmuş, Osman Baydemir, İmam Taşçıer, Nurcan Baysal, ömer Ağın, Abdulhakim Taş) hatibû kirin jî, belê em dizanin ku Konferans ji aliyê HDPê û li ser heman mijarê “Yekîtîya netewî” dihat organize kirin.

Dawetname bi navê 14 kesên navborî bû, belê yên ku hevdîtin pêkdianîn Parlementerên HDPê bûn. Bi qasî ku ez pê dizanim ji xeynî HUDA-PARê hemû partî û grûbên siyasî hatibûn ziyaretkirin û vexwendin. Herweha gelek şexsiyetên serbixwe jî…

Heyeta wan (Mülkiye Birtane, İmam Taşçıer, Berdan Öztürk) du caran ziyareta min jî kirin. Hîna roj û bernama civînê diyar nebû bû (dişêwirîn). Fikra wan konferansek wek ya Suleymaniyê ku ji aliyê KNKê ve di 15 Temûza borî de hatibû kirin, bû. Me fikrên xwe bi hev re parvekir. Wan her bahsa gringî û pêwîstiya yekîtiya netewî kir. Di vê derbarê de gotinên wan tiştên giştî û ‘amiyane’ bûn. Di tûrikê wan de tiştekî nû û konkret tune bû.  Xwiya bû ku ‘elçî’ bûn.

Min ji wan re vekirî got;

Yekîtiya netewî di platformên weha kîtlewî de û di navbera şexsan de pêknayê. Yekîtiya netewî, ancax li ser bernameyekî muşterek û di navbera partî û hereketên siyasî de dikare pêkwer e. Yekîtî bi wekaletê jî nabe. Bi bangên yekalî jî... Serok û nûnerên partî-hereketên siyasî dive bi xwe û rû bi rû beşdarî civîn û hevdîtinan bibin. Ji wê bonê, a nuha şert û îmkanên yekîtiya netewî tunin. Ji ber ku rêbaz, bername û siyaseteke me ya muşterek tune. Ji wê bone, di şûna yekîtiya netewî de werin em rabirdûya xwe (weke ku bi tirkî dibêjin “Gêçmişle yüzleşme”) nîqaş û muhasebe bikin. Mesela em li ser felaketa ‘şerê hendekan’-ku travma wê hêjî berdewam e- konferansekî amade bikin. Hakeza em li ser trajedya Kerkûkê rawestin. Werin em li ser pirsa nave KURDİSTAN bi hev re bersîvekî bidin Parlamena Tirk. Werin em parlamentoya tirk û rola wê nîqaş bikin. Werhasil werin em li ser mijareke konkret hem nîqaş bikin, hem bi hev re îş, karekî bikin. Xwe bi ceribîn in. Weke ku dibêjin ‘rêya herî dirêj bi gavekî piçûk destpê dike’, ka ewilî em bi hev re gavekî piçûk bavêjin. Mesela em bi hev re têkevin hilbijartinan û meclisa şaredariyekî îdare bikin. Em xwe test bikin, ka em çiqas dûr û nêzê hev in û dikarin an nikarin bi hev re kar bikin...

Axirê min ji wan re jî û di civînê de jî got; li ser pirsa “Yekîtiya Netewî” tu hêvî û pabendiya min ji civîn/konferansên bi vî rengî tune. Belê tu sedemekî maqûl-medenî ku em îcabetî dawetên hev û beşdarî civîn konferansên hev jî nebin tune. Ez bi vê helwestê beşdar bûm.

Piştî hev re xeberdana me di formata konferansê de hin guhartinên şeklî çêbûn. Weke navê konferansê bû “Kurd Pêvajoyê Nîqaş Dikin” û bang jî li ser nave şexsan hate kirin. Belê rojeva Konferansê û naveroka wê her li şûna xwe bû.

***

Ji bo Konferansê zêdeyî 200 kesî hatine vexwendin, nêzîkî 150 kesî jî beşdarî civînê bûbûn. Sosyolojiya civînê ji aliyê meslekî, cinsî, sinifî û temenî de firealî û bilind bû. Akademîsyen, parlamenter, karsaz, rewşenbîr, nûnerên saziyên sivîl, jin, mêr, ciwan, dîndar, dînsiz, çepgir, lîberal ji her beşê civatê beşdarî hebû. Weke partî û grûp ÖSP (Özgürlük ve Sosyalizm Partisi) û çewra Nûbiharê beşdar bûbûn. Lê gelek şexsiyetên li dervayî înterlanda PKKê hebûn. Heta mirov dikare bêje beşdarên ji înterlanda PKKê jî, yên ‘nerm û welatparêz’ bûn. Ji aliyê firealîtiya siyasî de sosyolojiya civînê gelekî bilind, zimanê civînê sedî 98 kurdî, zimanekî çêker û xêrê bû.

Piştî civînê komîsyonek hate avakirin. Navê min jî hat pêşniyar kirin. Lê bi israr min tê de cih negirt. Ya rast avakirina komîsyonekî fikra min bû jî. Tevî ku bêhêvî bûm jî, min dixwest komîsyonek were avakirin û xebatên li ser pirsa yekîtiya netewî bi destê vê komîsyonê were meşandin. Belê komîsyon bi fahmeke din hate avakirin.

Piştî Konferansê ji ‘mehela me’ gelek gotinên tohmetbar derketin.  Lo nizanim hilbijartin nêz dibin, hin kes û alîyan dest bi antraksiyona kirine, çewa dicin civînên HDPê ûwd. (Ya ku vê nivîsê bi min da nivîsandin jî ev bû).

***

Kurdistan seranser di pira selatê de derbas dibe!

 Ji destê perçebûnê; bêaqûbetî, dijatiya siyasî/grûpî û teng-fikirandinê, li Başûr mal, can û heysiyeta kurda ketiye nav dest û piya. Belê aliyên siyasî bi rikberî û tewankirina hev mijûl in.

Li Rojava ji aliyekî de firsendên zêrîn hatine ber derî, lê ji aliyê din de sibê wê çi bibe hîç çirûskeke diyarde tune, belê li vî perçeyî jî hewla siyasî ji hev perçe û dujmunane ye.

Li bakûr hakeza siyaseta kurd nikare hev re civandinekî bike. Sedema gotin/têgihekî, hevalên 40-50 sal bi hev re xebat û siyasetê kirine, dikarin di şevekî de pişta xwe bidin hev, quweta hev bişkênin û li hamberê hev rikberiyê bikin. Ji aliyekî de tekela PKKê ya yekdestî, ji aliyê din de perçebûnek ji îhtiyacên siyasetê dûr, bê rasyonalîte û bêwate bûye qedera siyaseta Bakûr…

Prensîbek dîplomasî û siyaseta navdewletî heye, ku destê siyasetê gelekî soft/rihet dike; jê re dibêjin “win win”, yani ‘menfîeta du/her alî’. Siyaseta medenî li ser vê prensîbê ava dibe. Siyaseta me ya navxweyî eksê wê, li ser prensîba “wendakirina hev” e. Perçebûn, belavbûna siyasî, bi her terefî û bi doza Kurdistan dide wendakirin.

***

 

Doza Kurdistan helbet mesela dagirkeriyê û meseleyekî navdewleti ye. Belê aliyekî meselê jî em in. Bi aqlê xwe yê siyasî, bi xebat û muqawemeta xwe, bi îtîfaq û yekîtiya xwe…em çiqas rast in, hazir û amade ne, çiqas masûm û bêguneh in…ev jî pirsa me ye. Divê em vê muhasebê bi xwe re bikin.

Weke ferd jî, grub, cemaet û civet jî, gere mirov ewilî li mesûliyeta xwe hay bibe, erk û wezîfa xwe bîne cih. Ehlaq jî, perpirsiyariya siyasî jî, vêya dixwaz e. Heta ku mirov ber derê xwe baqij neke, heta ku mirov gemara rûyê nebîne, gilî-gazincên ji derva ne feyde û ne jî baweriyê dide tu kesî.

***

Li welatên weke Kurdistan bê-dewlet, an bi giştî di meselên mîlî/netewî de pirsa yekîtiyê/yekîtiya neteweyî pirseke sereke ye. Ji şerê rizgariya Amerîka bigre heta rizgariya Hindistanê, ji Başûrê Afrîka bigre heta Balkanan û tevahiya cîhanê, vêya weha ye.

Berî hemû tiştî ev pirs, pirsa temsîlê, temsîla kolektîf a bizava netewî ye. Çiqas bi hêz dibe bila bibe; di doza mîlî/netewî de partiyek bi serê xwe nikare tevahiya milet temsîl bike. Partiyek çiqas liberal û domînant dibe bila bibe; nikare hemû sinifî, hemû îdeolojiyî, hemû ol-mezhebî û hemû bernameyî temsîl bike. Hele di çivatek weke Kurdistan de ku ji her alî ve zêde pulural û mezin e…

Otonom, federal-konfederal; heta ku milet/netew rizgar û serbixwe nebe, heta ku di statuyek serbixwe de, gel bi rêya sandoqê nûner û rêvebirên xwe hilnebijêr e, bê mekanîzmayek muşterek a siyasî, gel/milet nayê temsîl kirin. Ev mekanîzma navê wê çi dibe bila bibe (cephe/enî, meclis, kongre ûwd); bi fonksiyona xwe, her temsîla yekîtiya neteweyî ye.

Yekîtiya neteweyî ya kolektîf; hem hêza netewê ya beşerî; madî û manewî ye, hem hêza meşrûiyet û temsîlkariyê ye. Bi vê mekanîzmayê îtîbar û rûmeta netewî bilind dibe. Dost bi hêsanî û ewlekarî dikarin pozîsyona xwe zelal bikin. Neyar bi rihetî nikarin tedaxwulî navmala netewê bikin.

Eksê partî û grûbên siyasî ên îdeolojîk, yekîtiya neteweyî mekanîzmayek demokratîk e. Zahmet e, lê sosyolojiya wê ji otorîterî û totalîteriyê re musade nake. Ji ber ku di nav xwe de firealî; pir dengî û pir rengi ye.

Yekîtî, mekanîzma yekîtiyê; berî hemû tiştî balans e. Balansa tûjîtî, fanatîzm û rikberiya siyasetê ye.

Li welatên şûndemayî; li civatên ku çand û tecrûba demokrasiyê pêş ve neçûye; yekîtiya neteweyî belkî yekane sîgorta û temînata hevre jiyanê û avakirina pêşeroja civatê ye.

Çi heyf ku fahma siyasî ya partiyên me ne weha ye. Ew her bi tiştekî ve meşgûl in; em ê çewa partiya xwe derêxin pêş; bikin partiya tekane. Welat li ber linga diçe, ew di derdê partiya xwe de ne. Heyf û eyb e!

***

PKK hereket/siyaseteke bi proplem e. Belê helwestên li hamberê PKKê, hîn bi proplem in.

PKK ne bi tenê li seranserê Kurdistanê û diyaspora kurdan, di temamê dinyayê de hêzeke herî mezin e. Bi nufûsa xwe, hêza xwe ya eskerî û malî ji gelek dewletan mezintir e. Ji dervayê  dewletan partiyek, grûbek an hereketek hewqas hêzdar nehatiye ser rûyê erdê.

Belê tevî vê hêza mezin, xebata dirêj û bedêla giran jî, PKK ne dikare bigihîje encamekî, ne jî rûmeta ku heq dike digre/distî ne.

Hem li hundur û hem li derva proplema PKKê ya herî mezin pirsa meşrûiyet û temsîliyetê ye.

PKK çiqas bi hêz dibe bila bibe; ji aliyê îdeolojî, bername û fikrî de temsîla beşekî kurda/Kurdistaniyan dike. Tevahiya netewê temsîl nake.

A duduyan, PKK û kîtla xwe çiqas mazlûm û maxdûr dibin bila bibin (ku maxdûr û mazlûmên kurda yên herî mezin ew in), proplema PKK-ê ya masûmiyetê, weke parangayê li dest û lingên wê lefandi ye.

Lewra ku mirov, grûb û civatek bi xwe jî, dikare di ser heqê xwe de neheq jî bibe. Disa maxdûr û mazlûm e, lê masûm û bêguneh jî nîn be.

PKK dixwaze di ser kurdên dervayî xwe de meşrûiyetê bistîne, bilind bike. Ji wê bonê, ji herkesî zêdetir bahsa yekîtîyê/kongra netewî dike. Ji her kesî bêtir peyvên demokrasiyê, aşîtîyê bi kar tîne.  Lê ji bo ku weke taktîk li van nirxan dinêre, bi ser nakeve.

PKK, van terman wisa bi erzanî bi kar tîne ku, naveroka wan vale dike; bêrûmet û bêtesîr dike/dihêle.

Haya herkesî kêm zêde ji vêya heye.

Belê çara wê çi ye; çare xwe ji PKKê dûrxistin e, an bi awayekî pê re têkilî danîn e?

Ez bi xwe 20 sal zêdetire ku fikra min ya di derheqa PKKê de neguheri ye. PKK jî neguheri ye, fikra min jî…

Ew jî ev e; ne bi PKKê, ne jî bê PKKê hela mesela kurd-Kurdistan gelekî zahmet e.

Bi PKKê zahmet e, ji bo ku aqlê (îdeoloji) PKKê yê siyasî şaş e (li gora min), îrasyonal û bi proplem e (bi hindikayî weha ye, lê mirov dikare gelek tiştên girantir jî lê zêde bike).

Bê PKKê zahmet e, ji bo ku hêza PKKê ya xerakirinê heye û giran e. PKK ji xwe weke ‘bûldozerê’ hêza xerakirinê ye, ne ya avakirinê…

Baş e li gora vê tespîtê wê çewa be halê me, em ê ji nava vê denglemê çewa derkevin?

Zahmet e, lê PKK gere biguher e. PKK an wê bi guher e (were ser xeta netewî û demokratîk), an jî wê bişkê (siyasî an fizîkî). Wekî din (a nuha) tu rê xwanê nake.

Bi qenaeta min gereke em (xeta welatparêz a netewîperwer) wijdanen jî û siyaseten jî, ne li hêviya şikestina PKKê bin û ne jî vê yekê bixwazin.

Em divê ji bo ku PKK bi guhere; were ser xeta netewî û demokrat û em tev bi hev re di eniya netewî de cih bigrin û em tev bi hev re welatê xwe pêşiyê rizgar, paşê jî ava û murefeh bikin bi xebitin. 

Ev jî karekî zahmet e, lê bêîmkan jî nîn e.

Ji vê bonê; ji bo guhartina PKKê xebat û mesûliyeta li ser milê me (ji ‘me’ qesta min xeta netewîperwer e) jî hey e.

Ew jî ev e; divê em (xeta netewîperwer) pêşiyê ber deriyê xwe paqij bikin. Berpirsiyariya xwe ya siyasî bi cidiyet bînin cîh.

Ku ew jî ne di perçebûnê de, di partiyeke yekgirtî ya mîlî û demokrat de derbas dibe.

(Nivîsa bê ez ê li ser vê mijarê rawestim.)

20.01.2018 Diyarbekir

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin