Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Pêşniyarek ji bona Şivan Perwer

A+A-

Hemî kurdên her çar perçên kurdistanê dizanin ku Şivan Perwer, bi deng û awazê xwe, bi tembûr û meqamê xwe, bi helwest û camêriya xwe bûye ango wî xwe kiriyê hozanê her çar perçên Kurdistanê.

Tu ji kîjan kurdî li kîjan perçî behsa Şivan dikî an navê wî hildide kesên nas nekin hema hema tune ne. Helbet ev nayê wê wateyê ku hozanîn berî wî tune bin an kêmî wî bûn. Ji xwe wî berxwedan û cahda hozantiya xwe ji mamosteyên xwe, ji hozanên berê girtiye û li ser şopa wan bi awazê xwe ketiye dilê her kurdekî li her çar perçên kurdistanê.

Şivan Perwer hemî jiyana xwe ji bona bikeve dilê her kurdekî û xizmetê ji wan re bike, xwe nûjen kirî ye û li gor demê stran gotiye. Bi wê qêrîn û hawara xwe, gelê xwe ji wê xewa şêrîn rakirî ye, hişyar kirî ye.

Hozan Şivan sînor derbas kir û xwe bi ewropiyan jî da nasîn, da hezkirin. Bi vê jî wî strana kurdî bir an xiste nava ewropiyan. Hin ji stranbêjin ewropiyan jî stranên Şivan gotine û dibêjin. Gelek xelkê ewropî jî xwe li ber muzîk û stranên şivan kil kirine ango dîlan û dans kirine û dikin.

Bi rastî jî mirov çiqasî li ser Şivan Perwer binivîsîne kêm e. Wî bi deng û awaza xwe weke pêşmêrgeyekî di nav pêşmêrgan de bû. Wî bi deng û awazê xwe morala pêşmergeyan bilind, cahda wan ya berxwedanê xurt dikir.

Bi wî dengê xwe ê şêrîn wî miletê xwe, xelkê xwe ji xewa şêrîn rakir da ku ew berxwe bidin. Dîsa wî bi wî dengê şêrîn û awazê xwe yê delal, tovên berxwedan û serhildanê avêt nava gelê xwe.

Derketandina hozanên weha kêm caran dibe qismetê miletan. Lê Şivan bû qismetê gelê xwe, bû dengê xelkê xwe û bû rêberê serhildana gelê xwe ya di warê muzîkê de..

Bi vê helwest û kiryarê wî xwe nemir kir. Lê ji bona ew bêtir bibe xizmetkarê gelê xwe ez ê ji bona cenabê wî pêşniyarekê bînim da ku ew êdî bi temamî nemir bibe. Bi vê jî bila deng û awazên wî heta heta di her malan de tim olan bide.

Heger îmkan hebe, heger Şivan Perwer bikaribe, ji bona awazên wî bêtir çalak û belav bibe, divê ew dibistanekê bi navê Şivan Perwer ya tenê ji bona muzîkê veke û di wê dibistanê de kesan bide perwerdekirinê ku deng û awazê wî bikeve nava hemî hozanên ciwan.

Lewra jî divê Şivan Perwer ji niha de li ser tiştekî weka ango vekirina dibistanekê bifikire. Ya li başûrê Kurdistanê ya jî li ewropa dibistana xwe ya muzîkê veke. Xwendevanan ango kesên dengxweş bigire û wan di wê dibistanê de li gor normên kurdan û cîhanê perwerde bike.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar