
Li Qamişloyê li dijî sînordarkirina Kurdî çalakiyeke mezin tê lidarxistin
.
Pêla nerazîbûnan a li dijî biryara sînordarkirina waneyên zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê berfirehtir dibe.
Tê gotin ku dê îro li bajarê Qamişloyê kombûneke girseyî were lidarxistin.
Xwendekar û malbatên wan ên ji seranserê herêma Cizîrê dê beşdarî vê kombûnê bibin.
Biryara Wezareta Perwerdeyê red dikin
Beşdarên çalakiyê bi yek dengî biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê red dikin.
Ew daxwaza perwerdeyeke temam a bi zimanê dayîkê dikin.
Tê payîn ku ev çalakiya nerazîbûnê saet 11:30an dest pê bike.
Çalakî dê li ber Stadyuma 12ê Adarê ya li Qamişloyê were lidarxistin.
Xelkê 9 bajaran berê xwe dide Qamişloyê
Li gorî zanyariyan, dê xwendekar, mamoste û welatiyên Dêrik, Amûdê, Dirbêsiyê, Çilaxa, Til Temir, Tirbespiyê, Girkê Legê, Hisîça û Qamişloyê bi karwanan herin cihê kombûnê.
Armanca sereke ya vê çalakiyê nîşandana helwesteke yekgirtî ye.
Ew li dijî biçûkxistina pêgeha zimanê Kurdî ya di pergala perwerdeyê de derdikevin.
Çalakvan û amadekarên kombûnê ji Wezareta Perwerdeyê dixwazin ku bi biryara xwe de biçe.
Her wiha daxwaz dikin ku qada perwerdeya bi zimanê Kurdî wekî mafekî bingehîn li dibistanan were berfirehkirin.
Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin