Pêşangeha Hakan Yaşar li Qesra Zêrzevanê hat vekirin

Pêşangeha Hakan Yaşar li Qesra Zêrzevanê hat vekirin

.

A+A-

Wênesazê Kurd Hakan Yaşar yekem pêşangeha xwe ya Bakurê Kurdistanê li Diyarbekirê vekir. Navê pêşangehê “Her Mirov Cîhanek e” ye. Wênesazê ku li Norwecê dijî dibêje ew di afirandina berhemên xwe de sûdê ji teswîrên stranên dengbêjiyê werdigre.

Wênesaz hakan Yaşar ê ku li Norwecê dijî û eslê xwe ji Diyarbekirê ye xewna xwe ya salan pêk anî û yekem pêşangeha xwe ya Bakurê Kurdistanê vekir. Berhemên Hakan Yaşar li nava Sûrê di Qesra Zêrzevanê de hatin pêşandan. Wênesazê Kurd dibêje wî her dem dixwest li Bakurê Kurdistanê berhemên xwe bi xelkê re parve bike. Hakan Yaşar boyaxa ku bi kar tîne ew bi xwe dihilberîne û dide zanîn ku wî bi xêzkirina karîkaturan dest bi wênesaziyê kiriye.

Wênesaz Hakan Yaşar ji K24ê re got: “Min bi xêzkirina karîkaturan dest bi wênesaziyê kir. Kesek Norwecî hebû wêneyên fîguratîf çêdikir bandor li min kir. Li Bakurê Kurdistanê ev mezintirîn pêşangeha fîguratîf e. Ji mêzintir pêşangeha fîguratîf nehatiye li darxistin.”

Wênesaz Hakan Yaşar dibêje wî di berhemên xwe de cih nedaye hêmanên çanda mezopotamyayê lê di afirandina berhemên xwe de îlham ji çanda dewlemend û xurt a Kurdan sûd wergirtiyw.

Hakan Yaşar dibêje: “Min Ronesans anî Amedê. Min ji xwe re got diçim Stenbolê û Îzmîrê maç ima naçim li Kurdistanê pêşangehek li dar naxim. Ji ber wê hatim. Dem amin wêneyên xwe xêz dikirin min ji dengbêjan sûd werdigirt. Ji taswîrkirina jinan a dengbêjan.”

Pêşangeha Wênesaz Hakan Yaşar a ji 33 berheman pêk tê dê heta 28ê Mijdarê bo serdêran vekirî be û wênesazê Kurd dide zanîn ku ew ê di sala 2023yan de li Diyarbekirê pêşangehek a di berhemên wî de çanda Kurdan hatiye hatiye nexşandin li dar bixe.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin